Li Akrê û Berdereşê li dijî êrîşên Îranê xwepêşandanên girseyî dest pê kirin

Li deverên Akrê û Berdereşê li dijî êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê xwepêşandaneke girseyî tên kirin.

Welatiyekî Akrê ji K24ê re got: “Xelkê Akrê û Berdereşê êrişên mûşekî yên pasdarên Îranê li ser Herêma Kurdistanê – Hewlêr şermezar dikin ku bûye sedema şehîdbûn û birîndarbûna sivîlan. Di vê xwepêşandanê de em peyama nerazîbûnê ji cîhanê re dişînin, da ku bi hincetên curbicur ev êrîş li ser xaka Herêma Kurdistanê dubare nebin.”

Welatiyekî din ê bajarê Akrê ji K24ê re got: “Ez weke xelkê devera Akrê bi tundî êrişên Îranê yên li ser Hewlêrê şermezar dikim, em qebûl nakin ku Îran êrîşî Hewlêr, Silêmaniyê yan bajarekî din bike. Em ji hemû welatên cîhanê re dibêjin ku em serê xwe li ber ti kesî û welatê ku zilmê li me kurdan bike, natewînin.”

Xwepêşanderekî din jî ji K24ê re got: “Peyama me ji hemû cîhanê re ew e ku bizanibin ew zilma ku li me hatiye kirin, ne rewa ye û bê hincet tê kirin.”

Şeva 15.01.2024 çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Di encama êrîşê de, 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn. Piştre jî Pasdarên Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

K24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *