Kurdperwer “Cûdaxwaz” Nînin, Parêzvanên Serxwebûna Kurdistanê ne…

Îbrahûîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Ji alî dewleta Tirk, Fars û Ereban de her dem kurdperwer, rizgarvanên Kurdisdtanê, têkoşerên dewleta serbixwe ya Kurdistanê wek cûdaxwazan hatin tewanbar kirin. Kurdperwer piştî ku tewanbar dibin, tên girtin, tên êşkence kirin, tên hepis kirin, tên siza kirin.

Sed sala ku ev retorîka dom dike. Di vê merheleyê de jî, ev tewana di derbarê kurdpeweran de tê domandin. Li cem vê yekê jî wek terorîst tawanbar kirin, cure garnîturek e.

Şêx Ebdûlselam Barzanî, Şêx Mehmûd Barzencî, Axa Simko, Şêx Seîd Efendî û hevalên wî yên têkoşer, Xalid Begê Cibrî û hevalên wî, Pêşewa Qazî Mihemed û berpirsiyarên Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê, bi vê tewanê ji aliyê dewletên kolonyalîst de hatine hepiskirin, darizandin, îdam kirin.

Serok û berpirsiyarên partî û rêxistinên Kurdistanê û rewşenbîr û xebatkarên doza Kurdistanê bi tevayî bi heman tewanê rû bi rû bûn. Hîn jî dibin.

Mirov dema li cerribandina dinyayê, pêwendiyên dewletên kolonyalîst û emperyalîst neteweyên bindest, şirove bike, gelek bi hêsanî tespît dibe ku bi heman tewanê ve rû bi rû bûne.
Diyar e ku ev tewaneke dubare navneteweyî ye.

MABESTA DEWLETÊN KOLONYALÎST ÇI YE?

Dewletên kolonyalîst, Kurdistanê welatê xwe qebûl dikin û axa Kurdistanê malê xwe dizanin.
Dema Kurdistan malê dewletên kolonyalîst be, dema kurdperwer jî bixwazin Kurdistanê azad bikin û Kurdistanê ji dewletên kolonyalîst veqetînin, wê demê malê wan û erdê wan ji welatê wan tê parçe kirin!

Bi awayekî din ez dikarim bibêjim ku dewletên kolonayîst axa Kurdistanê beşek ji axa xwe qebûl dikin.
Wê demê jî her tevgereke ji bona Kurdistanê bê kirin, wê demê ji axa dewletên kolonyalîst parçe tê qût kirin û girtin.

Li hemberî vê jî wê demê kurdperweran û çalakvanan wek cûda xwaz qebûl dikin. Di derbarê wan de doz vedikin, wan hepis dikin, siza dikin, dikûjin.

Mabesta dewletên kolonyalîst a mezin ew e ku dixwazin armanca stratejîk ya kurdan û kurdperweran veşêrînin.

Kurdan û kurperweran ji armanca dewletbûna Kurdistanê dûr bixin.
Kurd û Kurdistan her dem di bin bandor, desthilatdarî û serwerîya wan de bimîne.

KURDPERWER KÎ NE Û ÇI DAXWAZ DIKIN?

Kurdistan welatê kurdan e. Loma jî navê xwe ji kurdan digre. Bi tekamula neteweya kurd çê bûye.
Gelê kurd, împaratorî û dewlet ava kiriye.

Kurdistan, hezar mixabin, di encamê de dikeve bin desthilatdarîya Hanedana Osmanîyan. Lê di sala 1639an de, di encama Peymana Qesrî Şirînê parçe dibe û her du parçe dikevin bin desthilatdarîya Împaratoriya Osmanî û Farisî.
Encama siyaseta dewletên empetryalîst ya Engilîstanê û Fransayê Kurdistan di sala 1923an de bi Peymana Lozanê jî dibe çar parçe: Kurdistan dikeve bin desthilatdarîya çar dewletan (Dewleta Tirk, Iraqê, İranê, Sûriyeyê).

Kurdistan bû welatekî kolonî ya çar dewletan. Neteweya kurd jî bû çar parçeyan.
Kurdistan hat îşgal kirin û îlhaq kirin.

Kurd, kurdperwer ji bona ku welatê xwe rizgar û azad bikin, di nav têkoşîna rizgarîxwaz û serxwebûnxwaz da bûn. Ev tevgera wan ya milî 200 sala dom dike.

Îro jî Tevgera Milî ya kurdistanê di qonaxeke nû de ye.

Kurd û kurdperwer, dixwazin ku welatê xwe ji îşgalê rizgar bikin û dewletên kolonyalîst ji welatên wan derxin. Dewleta xwe ava bikin.

Kurdperwer, li hêjayiyên xwe yên milî re xwedî derdikevin.

Ji bona ku ziman, çand , edebîyata kurd ji bin bandor û qedexeyên dewletên kolonyalîst derkevin xebat dikin; ji bona ku desthilatdarî û serwerîya dewletên kolonyalîst dawî bê; netewa kurd li welatê xwe desthilatdar û serwer be, têkoşîna rizgarîxwaz dimeşînin.

Li hemberî ev helwest û xebata kurdperweran, dewletên kolonyalîst îdia dikin ku kurd û kurdperwer dixwazin axa neteweyeke din bigrin bin bandora xwe û axa neteweyeke din parçe bikin.!!

Ev îdiaya ji derveyî rastiyê ye û bohtaneke mezin e.

Loma jî gelek vekirî ye ku kurd û kurdpewer axa tu kesî nagrin, axa xwe û welatê xwe dixwazin ji bin destê dewletên kolonyalîst derxin.

Ji bona vê jî cûdaxwez nînin, parazvanên Kurdistanê ne. Azadîxwaz û rizgarîxwaz in.

DIVÊ LI HEMBERÎ VÊ SÎASETA DEWLETÊN KOLONYALÎST KURD Û KURDPERWER ÇI BIKIN?

Divê kurd û kurdperwer li dijî ev sîyaset û stratejîya dewletên kolonyalîst bi awayekî aşkere derkevin, wan teşhîr bikin.

Vê daxwazê, li her derê, li dadgehan, di qada siyasetê de, di qereqolan de, li hemberî berpirsîyarên dewletê, li hemberî hikûmetê, li hemberî polîs û leşkeran bînin ser zimên.

Divê kurd û kurdperwer li hemberî ev tawana dewletên kolonyalîst armancên xwe bi zelalî dîyar bikin.
Sînorê welatê xwe Kurdistanê û sînorê welatên neteweyên din gelek aşkere dîyar bikin.

Amed, 22. 02. 2019

Têbinî:

21ê Sibatê ji bona neteweya kurd gelek girîng e.

Ev roja, roja navneteweyî ya zimanê dayikê û têkoşîna li dijî kolonyalîzmê ye.

Di sedsala bîstan de bes zimanê kurdî qedexe ye û ji bona ji holê bê rakirin dewletên kolonyalîst hewil didin.

Kurdistan li dinyayê bes weletekî kolonî ye.

Neteweya kurd bes li dinyayê bê dewlet e.

Ez vê rojê pîroz dikim û divê ev roja ji bona neteweya me bibe roja azadbûna zimanê me (kurdî) û deweletbûna Kurdistanê.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *