Li Başurê Afrikayê “Politika Apartheid”ê

Heta 25 sal berê dema di raya giştî ya cîhanê da behsa nejadperestîyê dihat kirin; Başurê Afrikayê dihat aqilê mirov. Lê di esasê xwe da ev, nêrîneke bi îsabet nebû û xisûsîyeta çarçoveya nejadperestîya cîhanê baş nîşan nedida û di wê çarçoveyê da kêmasîyeka girîng hebû. Ji ber ku ev çarçove bi Başurê Afrikayê ve dihat sînorkirin; di pratika politika nejadî û nejadperestîyê ya cîhanê da wek tê dîtinê, ev di jîyanê da ji çarçoveya Başurê Afrikayê firehtir xwe nîşan daye û xistîye jîyanê. Eger em tenê li pratika vî sedsalê dawîyê ya Dewleta Tirk binêrin û bi Tirkîyê ra  muqayese bikin; ev rewş dê baştir û zelaltir xwe nîşan bide ku politika Ankarê ji ya Başurê Afrikayê pir pir dijwartir û xirabtir bûye.

Li ser navê ”pêşveçûna cuda” (Apartheid), civatên sipî û neh qebîleyên reşik li Başurê Afrikayê ewil xwedêgiravî dê ”xwedîyê kargêrîyên xwe bibana” ku ”xweserîya xwe bi xwetîyê” qaşo dihat parastin. Di esasê xwe da kargêrîya herêmê, di destê sipîyan da bû. Nufûsa gelê cîwarbûyî yê kevn (reşik) ku %80 bû û ev nufûs, tenê xwedîyê % 13 yê erdê giştî bû. Nufûsa sipîyan jî %20 bû, lê ew xwedîtîya %87´ê erdan dikir. Di ser da jî dewlemendîyên madenî li ser erdên ku di destên sipîyan da bûn. Ev realita heyî, bi xwe ra li ser erdê sipîyan dibû semedê çêbûna

hêzeka ”karkerê koçber ê hundur”. Ji ber ku erdê reşikan têra wan nedikir û ew jî neçar diman ku herin li herêmên sipîyan bixebitin û debara xwe bi dest bixin. Lê karkerîya wan li nik sipîyan, ji hemî mafên abûrî, civatî, siyasi bêpar bûn. Çînî yên ku li wir kar dikirin jî wek sipî nedihat qebûlkirin û ew jî di sinifa (çîna) reşikan da bûn. Ji ber têkilîyên bazirganîyê, tenê Japon, di nav nîjada ”Aryanê Bişeref” da bûn.

Di bin navê ”Qanûna Pelçiqandina Komunizmê” da li ser gelê reşik 25 cureyên qedexekirinê xistin jîyanê. Li gora qanûna ”180 Roj”, ji bil ku gumana sucdarîyek hebe an were nîşandan; îmkan hatibû çêkirin ku ji ber semedê ewleyîyê kesek dikare 180 roj, yanî 6 meh girtî bimîne. Jibo komkirina haydarîyan di derbarê kesê girtî da ewil 90 roj û eger ew ne bes be, hukumet 90 rojê dî lê zêde dike, yanî tevayî 180 roj dikare girtî (zindanî) bimîne. Kargêrîya sipîyan, vê nîzama xwe li gora ”cudawazîya nîjadan” rast dîtine û parastine.

Ji 1950yan heta hilbijartina 1994an politika nîjadperestîyê bi kurtayî ji alîyê îktîdara sipîyan ve weha dimeşîya: Li vî welatî, di serî da cîyên cîwarbûnê yên giştî wek dibistan, mektebên cuda yên hemî qedemeyan, zaningeh (universite), camî, dêr, nexweşxane, sine

ma, loqente (aşxane-restaurant),  otel, park, plaj, çarşî (sûk), makîneyên rêçûnê, yanî yên seyahetê wek otobus, taxi, tren, tramvay, balafir û wd. ku jibo her kesî vekirî ne û xizmet dikirin; divê van deran li gora reşik û sipîyan ji hev  bên veqetandin. Bi gotineka dî divê reşik û sipî neçin heman qahwexane, ango aşxane û digel hev venexwin û nexwin; divê bi heman trên û otobusan rêwîtîyê nekin; di heman sinemayê da film temaşe nekin; neçin heman mekteb ango zenîngeh û digel hev nexwînin; di heman plajê da xwe nedin ber tavê û nekevin avê; bi kurtayî divê ev her du cinsên însên digel hev nejîn û bila ew cuda bijîn…

Li Başurê Afrikayê, di 27ê nîsana 1994an da hilbijartina giştî çêbû û gelê herêmê serfirazî nîşan da û hat ser hukum. Nelson Mandela bû serokdewlet ku bi salan bû ew ji alîyê  Kongreya Neteweyî ya Afrikayê ve wek terorist hatibû dîtin. Wî, 27 salên xwe li zindanê derbas kiribû. De Klerk jî bû cîgirê Mandela ku ew serokdewletê nejadperest yê berê bû.  Bi vê hilbijartinê politika nejadperestîyê ku di raya giştî ya cîhanê da bi ”Apartheidê” dihat binavkirin; êdî ew politika ket nav sergoyê dîrokê. Bi vê pêvajoyê ve êdî qonaxa wekhevî, yekîtî û biratîya gelan despêkir û gav bi gav ev politika nû ket jîyanê. B

i vî awayî tovê jîyana azadî û demokrasîyê ku li ser hîmê wekhevî û biratîyê şitil dide, wê wekhevî û biratîya gel û neteweyan esas bigre û xurt bibe.

Eger mirov bala xwe bide nejadperestîya li Başurê Afrikayê; di wê politikayê da înkarkirin tune ye, lê tenê cihêtî heye. Yanê li wir îktîdar di destê sipîyan da bû û wan ji reşikan ra digotin ku em cuda ne û divê cuda bijîn. Ev politika jî bê guman li dijî mirovayîyê bû û ji bo mirovayîyê şerm û eybeke mezin bû. Di serî da Nelson Mandela û hevalên wî têkoşîneke bi rûmet li darxistin û heta dawîyê bi îstîkrar wê politika xwe meşandin û di dawîyê da bi serketin.  Di wê têkoşîna reşikan da jî, li seranserê cîhanê û bi taybetî li Ewrupayê piştgirîyeke mezin çêbû ji bo doza wan ya heqîyê.

Di heman deman da nejadperestîyeke welê li Amerikayê jî bi rengeke cîhê xwe nîşan daye. Wek mîsal, reşik nikaribûn bi wesaîtên seyahetê (otobus, tren, teyare û wd.) rêwîtî bikin ku di wan da kesên sipî hene. Cîyên wek pastaxane, kahwexane, restorant û wd. ku sipîyan li wan deran dixwarin, vedixwarin, reşik nikaribûn herin wan deran. Dîsa reşik nikaribûn li mektebên sipîyan zarûkên xwe bidin xwendin, bi taybetî li herêmên başurê Amerikayê ku rêxistina nejadperest Ku Klux Klan lê bi rêxistin bû.

Li Amerikayê jî li dijî nejadperestîyê têkoşîneke baş û xurt çêbûye. Hin kesên naskirî yên navdar wek Malcolm X (1925- 1965), Martin Luther King (1929- 1968) di wê pêvajoya têkoşînê da hatine qetilkirin. Di hilbijartina 04.11. 2008an da Barack Obam

a bû serokê Amerikayê yê yekemîn ku reşik bû (Obama, cara duyem jî hat hilbijartin). Guman tune ku ev di dîroka têkoşîna li dijî nejadperestîyê da li Amerikayê destkeftîyeka baş û bi rûmet bû ku divê ev biçûk neyê dîtin.

Di 25ê gulana 2020an da, li Minneapolis ya Amerikayê, bi navê George Floyd kesek ji alîyê polês ve bi keyfî hat kuştin. Ev bûyer li seranserê Amerikayê bû sedemê protestoyên gelek mezin ku li gelek herêman çêbûn. Balkêş bû ku %65ê protestvanan sipî bûn û loma ev gelek giring bû. Ev girseya mezin ku piranîyeke gelek mezin sipî ne û polêsên xwe yên sipî protesto kirin û piştgirîya reşikan kirin; dadhehê jî tazmînatek baş da zarokên Floyd û cezayekî ku bextê mirovan razî bike li kujer birrî; ev ji bo wekhevîya gelan û demokrasîya Amerikayê gelek giring û bi mane ye û cîyê pesindayînê ye.

Lê ne hewce ye ku ez nîşan bidim ku li seranserê cîhanê hewildan û kirinên nejadperestîyê bi awayên gelek cuda xwe nîşan didin û reaksiyonên li dijî wan kirinên qirêj jî xwe nîşan didin. Wek numûne, nivîskarê Swêdî Sven Oskar Lindqvist (28.03.1932- 14.05.2019 Swed),  Wikipedia, di ”Dîroka Bombekirin”ê) da du numûneyên ku nîşan dide, gelek balkêş in:

Bajarê Baskî yê biçûk Guernica ku di1366an da avabûbû û xwedîyê 8 hezar nufûs bû; di 1937an bi daxwaza Franco, bi bombeyên firokên Nazîyan hat tunekirin. Bajarê Fasê Chechaouen e ku ew jî di 1471an da çêbûbû û xwedîyê 8 hezar nufûs bû; ew jî ji bo Franko di 1925an da ji alîyê lejyonerên Fransî ve hat tunekirin.

Wêneçêkerê (resam) navdar Picasso yê Spanî, dê li Parisê Expo 1937 ji bo Spanyayê resmeka boyaxa rûnî çêbikira. Lê di bedêla wê da, wehşeta ku li bajarê Guernicayê qewimîbû, kire resim û her weha ”Tabloya Guernica” ya meşhûr bi vî awayî afirî. Tê gotin ku Picasso ji bo wê tabloya xwe, li ser pirsîna zabitekî Nazî ku matmayî pirsîye: ”kê ev wêne çêkirîye!?,

Pîcaso jî gotîye:”ev berhem we afirandîye!”. Li vir jî tiştê balkêş ev e ku qetlîama hovîtîyê ku li Guernicayê qewimîbû, bi tabloya Picasso li seranserê cîhanê hate naskirin; ji ber ku ew 8 hezar mirî kesên sipî bûn. Lê heman hovîtîya ku li Chechaounenê qewimî û dîsa 8 hezar kes bi awayekî hovîtî hatin kuştin, kes pê ne hesîya û li dinyayê belav nebû; ji ber ku ew ne sipî bûn, lê ew reşik bûn. Heman zîhnîyeta sipîyan ji bo nîjadperestîyê, mirov dikare ji bo şerê diduyan wek numûne nîşan bide ku Amerika, bombeya atomî ne li Almanyayê, lê li Japonyayê (Hîroşîma û Nagasakî) bikaranî.

Guman tune ku di derbarê Politika Apartheidê da mîsalên jorîn hindik in û li seranserê cîhanê dema ev şol were nirxandin, ev nivîs bi sînorkirî dimîne ku divê xwendoxên hêja vê rewşê li ber çav bigrin û vê kêmasîyê bihesibînin. Wek mînak em dikarin van rêzan raxînin pêşîya we:

Dagirkirina Amerika Latinî, ji alîyê Spanyolîyan û Portekîzîyan ve di despêka sedsala 16.an da pêkhatîye. Medeniyetên wek Înka, Astek û Maya di dema dagirkirinê da hatine hilweşandin, ew civatên/gelên herêmî bi awayê jenosîdê hatine qirkirin. Ev qirkirin û hilweşandin di çarçoveyeka hewqas fireh da pêkhatîye ku ji gelê herêmê nufûseke hindik maye. Loma di encamê da li Amerika Latinî, nufûseka gelek zêde spanyolî ye. Lê di nav pêvajoyeka dirêj da spanyolîyên ku bi gelên herêmî ra zewicîne û di encamê da nesleka melez jî cêbûye, divê em ji ber çavan dûr nexin. Ji despêka sedsala 19.an virve li hemberî Spanyayê yên têkoşîna serxwebûnê dane, spanyolî ne. Her çiqas nufûsa gelên herêmî hindik mabe jî, ew di nav hewildaneka geşbûnê da ne; ji bo zimanê xwe alfabe çêkirine û wd.. (Makala Îsmail Beşikçi) /Nivîsar Didome                                                                                       Swed/28/29.06.2021/ Siddîq Bozarslan

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *