Kurdistan êrişên Îranê li Yekîtiya Ewropayê dike rojev

Nûnerên Hêrema Kurdistanê êrişên Îranê yên li Hewlêrê dibin rojeve Yekîtiya Ewropayê.

Civîna lijneya Yekîtiya Ewropayê û Îraqê ya hevkarî û pêşketinê demjimêr 11:30î li Bruksela paytexta Belçîkayê dest pê kir.

Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî beşdarî civînê dibe û şandeyê ji Yekîtiya Ewropayê xwestiye ku li hemberî êrişên Îranê helwesta xwe nîşan bidin.

Misteşarê Wezareta Plandanînê Sîrwan Mihemed û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Ewropayê Dilawer Xalid Ajgeyî di vê civînê de Herêma Kurdistanê temsîl dikin.

Dilawer Xalid Ajgeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku sala 2012an di navbera Yekîtiya Ewropayê û Îraqê de peymaneke pêşketinê hatiye îmzekirin.

Dilawer Xalid Ajgeyî amaje pê kir ku ev peyman pêşvebirina hinek babetên wekî siyaset, aborî, xwendina bilind û tendursitiyê pêk tê û ji bo bicihanîna armancên diyarkirî pênc lijne hatine avakirin.

“Beşdarbûna Herêma Kurdistanê gelekî girîng e”

Ajgeyî ragihand ku heta niha du civîn hatine kirin û got:

“Lê şerê DAIŞê û aloziyên li herêmê civîn bi paş xistin û heta niha tenê du civîn hatine kirin.

Em îro careke din civiyan û em dixwazin peymanê careke din zindî bikin.”

Dilawer Xalid Ajgeyî herwiha diyar kir ku wan ji bo Herêma Kurdistanê beşdarî civînê bibe hewl daye û anî zimên ku “Beşdarbûna Herêma Kurdistanê gelekî girîng e.”

“Ji bo Herêma Kurdistanê derfeteke zêrîn e”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Ewropayê li ser girîngiya wê peymana Îraq û Yekîtiya Ewropayê jî got:

“Ev peyman ji bo Herêma Kurdistanê derfeteke zêrîn e û bi saya wê em dikarin li ser hemû sektorên bi nûnerên bilind ên Yekîtiya Ewropayê re nirxandinan bikin.”

Supaya Pasdaran a Îranê, şeva 15ê Kanûna Paşîn êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Di vê êrişa Îranê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

“Em dê bixwazin ku helwesteke cidî nîşan bidin”

Dilawer Xalid Ajgeyî destnîşan kir ku wan Yekîtiya Ewropayê ji vê êrişê agahdar kiriye û pê de çû:

“Ji ber ku bernameya civîna berê hatiye amadekirin, ev êriş îro ne di nav xalên civînê de ye lê dîsa jî em dê behsa êrişa Îranê bikin û em dê ji Yekîtiya Ewropayê bixwazin ku ne tenê daxuyaniyan bide, helwesteke cidî nîşan bide.

Em dixwazin ku ji aliyê siyasî ve piştgiriyeke temam bidin Herêma Kurdistanê.”

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê, şeva 15ê Kanûna Paşîn êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Di vê êrişa Îranê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Îranê derdora demjimêr 23:30î bi 11 mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîne, mêvanê wî û xizmetkareke mala wî cane xwe ji dest da.

Li mala Dizeyî amadehî dihatin kirin ku piştî 10 rojan rojbûna ewil a Jîneyê were pîrozkirin lê wê ji ber êrişên Îranê saleke tenemê xwe jî temam nekir.

Hevjîna Dizeyî û du kurên wî jî di heman êrişê de li mala xwe birîndar bûn. Rewşa tenduristiyê ya kurekî wî xerab e û niha li Îmarata Erebiyê tê tedawîkirin.

Li aliyên din, Dijeterora Kurdistanê jî heman rojê ragihand, 3 dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Îstixbaratê Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina esmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Sibeha 16ê Kanûna Paşîn demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqiyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Ev êrişên Îranê hem li nav Kurdan hem jî li qada navneteweyî bûn sedema gelek bertekan.

Welatên wekî Amerîka, Çîn, Fransa, Almanya, Tirkiye û Fînlendayê ev êriş şermezar kirin.

Dîsa gelek partî, sazî û rêxistinan Kurdan jî bertekên tund nîşanî van êrişên Îranê dan û wan Îran şermezar kir.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *