Serdana Ahmet Kurdî!

Me do 26.07.2022 an, li bajarê Edenê, li nexweşxaneya giştî, li gel kedkar û xebatkarê doza Kurdistanê Ahmed Kurdî bûn.

Ahmed Kurdî, yek ji wan dilsoz, kedkar û xîzmetkarê doza netewî ye.

Ahmed Kurdî, yek ji wan kesane ku di heman deman de li dijî dagirkeran serî netewandîye û li ser xeta netewî tevgerîya ye.

Ahmed Kurdî, ji dema berxwedan û serhildanên bakurê welêt, ji dema rêxistinî û perwerdeya netewî li Bakurê welat pêwîst bû, wî xizmeta belavkirina Hewarê, Dîwanên Cegerxwîn û çapemenîya Kurdî bi giştî kirîye. Ew di doza Kurd de, hertim bûye çalakvanekî bêwestan û welatperwerekî hêja!

Em cardin ji apê Ahmed re şîfa xêrê dixwazin. Hêvîdarin ku di demek nêzîk de wê bigihîje siheta xwe! Apê Ahmed yek ji hêjayî û bawermendê doza netewî ye.

 

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *