Kurdî divê bi huqûqê were parastin!- 4

Hezkirin, jîyan e!..
Di qada bîr û bawerîya neteweyî da pêşewayê/pêşrewê/rêbirê pêşîn ê gelê kurd, Ehmedê Xanîyê nemir e. Wî di 32 salîya xwe da di 1683yan da Nûbara/Nûbehara Biçûkan; di 1687an da Eqîdeya Îmanê (Bawerîya Rîsaleyê) û di 1695an da jî Mem û Zîn nivîsîye. Ev her du eserên wî yên ewil li Kurdistanê di medreseyan da wek ders hatine xwendin. Bê guman li Medreseyên Kurdistanê xwendina van her du kitêbên kurdî erebî- erebî kurdî jibo şagirtên kurd; jibo statuya kurmancî gafên giring û dîrokî bûne. Ji ber ku wê demê zimanê erebî, zimanekî muqaddes (zimanê Qur´anê) bûye û li her derên Împaratorîya Osmanî wek zimanê perwerdeyê jî hatîye xwendin.
Wekî dî, bi sedsalan bû ku jibo zimanê erebî, ”ew zimanê dinya dî- axîret – ye jî û tenê yek zimanekî ye ku li wir pê were axifîn û wd.” hatibû gotin. Loma jibo gelek kesên xwenda jî tirseke mezin çêbûbû ku ew dê Roja Qîyametê ji bil wî zimanî çawa bikaribin zimanekî dî biaxifin. Loma wek ferheng ew du kitêbên (Nûbar û Eqîda Îmanê) Xanîyê nemir jibo şagirtên medreseyan ku dihat xwendin, gelek gelek giring bûn. Ev hewildana kurdî, jibo pêşerojê jî dibû bingeheke cesaretê jî ku nifşên nû jî li pey wê şopê bimeşin û binivîsin. Wek mîsal, ferhenga soranî ku di 1790î da Şêx Marifê Nodeyî nivîsîye; mirov dikare nîşan bide. Dîsa em dikarin Mele Xelîlê Sêrtî (1754- 1843) jî bi bîr bînin ku 25 desnivîsarên wî hatine tespîtkirin û wek Nehc-ul Enam û gelek eserên wî yên dî jî di medreseyan da hatine xwendin. Seydayê Mele Xelîl jî yek ji wan alimên navdar ê dema xwe ye ku kurdî nivîsîye.
Hewildana Ehmedê Xanî di derheqê edebîyat û zimên da, dişibe hewildana Joachim du Bellay (1522- 1560) ku li Ewrupayê qewimîye. Di demên ewil yên Ewrupa modern da, bizavên edebî û zimannasîyê, wek ”Neteweevînîya Zimannasîyê” hatîye binavkirin. Ji derbasbûna Serdemaortê ber bi dinya modern ve; orduya edebîyat û zimannasîyê, li dijî otoriteya zimanê latinî ku wek zimanê Îlahî hatîye binavkirin, adeta şer îlan kirine. Yên ku ”zimanêdayîkê” parastine û xwestine ji bindestîyê rizgar bibin; bi serketine û di encamê da ”Latinî ya Qutsal” ji ser textê hukumranîyê anîne xwarê.
Joachim du bellay, di nava ”Neteweevînîya Zimannasîyê” ya Ewrupayê da kesekî naskirî bûye û di kitêba xwe ya navdar ”La deffence et illustration de la langue françoise” (1549) da hêza latinî û grekî qebûl dike; lê, ”divê zimanê fransi, wek zimanekî barbar neyê binavkirin” (r. 23) dibêje. (Amir Hasanpour, Salnama Ehmedê Xanî Yıllığı, Belge Yayınları İstanbul 2010, s.147) Li gora haydarîyên A. Hasanpour, yê ku ewil car şibandina di navbera Joachim du Bellay û Ehmedê Xanî da kirîye; M. B. Rudenko bûye. Ehmedê Xanî jî gotîye ku ”Zimanê me… Nûha tenê gul vedide, hê nekemilîye ku mêwe bide” (r. 27) Joachim du Bellay jî pê zanibûye ku di navbera ilmêzimên û serdestîya sîyasî da têkilîyên nêzîk hene û loma wî weha nivîsîye:
”Ew demên ku werin, zimanê me yê ku kok daye û dê li rûyê erdê geş bibe û bigihîşe sewîyeya zimanên grekîyan û romayîyan ku îro gemên hukumranîya vê kralîyeta xurt û asîl girtine destên xwe.”(r. 28) ”Wekî dî, qebetîya zimanê me yê nûha, wek ku heyranên zimanên grekî û latinî îdîa dikin, zimanê me ne hew qas qebe û sefîl e, ez weha nafikirim.”(r. 29) ”Heman qanûna tabîatê ku dibêje, divê her kes ew cîyê ku lê çêbûye, biparêze, ew qanûn me mecbûr dike ku em zimanê xwe jî biparêzin.”(r.100) ”Wek ku em bi karanîna ji zimanê xwe fedî bikin, çima bo zimanên dî em li parsê bigerin?”(r.102-A. Hasanpour, and, r. 148)
Loma Hasanpor dide xuyakirin ku ”yên kitêba J. du Bellay xwendine; wan dîtine ku ew heyranê grekî û latinî bûye, lê digel wê jî, wî zimanê xwe fransî jî parastîye û hezkirîye. A. Hasanpour, li gora çavkanîyeke dî dibêje ku du Bellay; ”ew zilamê du serdeman bûye, hem serdema Ronesansê û hem Serdama Grek û Roma ya Antik. Girêdana wî ya hestîyarî jibo wan her du serdeman, zêde nelihevhatîye û naveroka piranîya tewsîyeyên xwe da şopa berberîyê nîşanî me dide… Loma La Deffence, şaheserek e ku xwedî hestîyarên berberî ye”
Lê Xanî, di derheqê demên dîrokî da, bi gotineka dî sedaqata xwe jibo zimanêdayîkê an zimanên dî, wekî du Bellay neparçebûyî ye. Xanî, bi xururî daye xuyakirin ku wî ji erebî û farisî tiştek deyn nekirîye. Wî li ser çîrokên gelêrî yên gelê kurd perwerde daye û bi wî awayî toreya edebî ya zimanên erebî û farisî serubino kirîye, adeta hilweşandîye. Ew şairekî dema feodalîya kurdan bû ku di pêşedemê da dê geş bibûya. Renesansa Ewrupa, rastê despêka kapitalizmê hatîye; lê renesansa Kurdistanê ya sedsala XVII.yan, rastê dema feodalîyê ya herî bilind hatîye. Pêşveçûna kapitalizmê, dûzena çêkirinê, endustrîya matbaayê û avakirina sistema bazarê, li ser bingehên dinamikên hundûr pêşta çûye, xurt bûye û bi xwe ra gundîyan ji girêdana erdan rizgar kirîye; zêdekirina nivîsên destkî û hîmayedarîya aristokrasîyê û ji holê rabûna astengên ku li pêşîya zimanên neteweyî bûn, ji holê rabûn.
”Her çi qas hewildana du Bellay li hevberê latinî û grekî, bi istiqrar nebûye jî; qasî ku A. Xanî li hevberê erebî û farisî bi îstîqrar bûye, du Bellay di derbarê zimanêdayîkê da ji hêvîkirina xwe zêdetir serfiraz bûye. Zimanêndayîkê yên fransî; digel zimanên inglizî, almanî. Îspanyolî û îtalî hatine merhaleyek ku latinî û grekî li muzexaneya zimanên klasik hepis bikin û ew gihane sewîyeya ”zimanên neteweyî”. Sedemên wê, vekirî ne. Belam du Bellay û reformxwazên zimên; nûçegerên serdema kapitalizmê yên dîroka Fransa û Ewrupa bûne. Lê digel wê rewşê Xanî û edebîyatnasên ku piştî wî hatine, nikaribûne zimanên erebî û farisî ji ser textê hukumranîyê dûrxînin û wek rakîbê wan zimanê kurdî li ser textê rêvebirîyê bidin runiştandin. Xanî û du Bellay, ew her du jî di wê bawerîyê da bûne û bi gotina Marx; ”wan dîrokên xwe afirandine.” Çi hebû ku edebîyata dinya erebî û farisî ji alîyê du nîzamên feodal ve ji Bakurê Afika heta Rojhilat û Orta Asyayê hukumdar bûne.”(A. Hasanpour, end, r.148-49) Ev jî astengên herî mezin bûne ku Xanî nikaribûye alaya zimanê kurdî û edebîyata kurdî li ser textê rêvebirîya kurdan bide daleqandin. Ji ber ku ew text bi dest neketîye ku ew rastarast şoleke sîyasî bûye.
MİROV
”Ehmedê Xanî, rûmeteka gelek bilind daye mirov. Hêj di despêka pirtûkê da di beşê pêşîn da dema pesnê Xwedê daye, giringîya mirov anîye ber çavan û daye zanîn ku navê mirov, nîşana hebûna Xwedê ye. Xanî, Xwedê şibandîye xezîneyeka di nava tilîsma alemê da ku ji navê mirov dixuye, ji navê mirov kifş e. Di vî babetî da Xanî ji Xwedê ra weha gotîye:
”Xezîne yî tu, di nava tilîsma alemê da yî Defîne yî tu, ji navê mirov tu eşkera yî”
Li nik Xanî, amanca eslî ji afirandina Gerdûnê (kaînat), mirov e; bi peyveka dî, mirov di merkeza Gerdûnê da cî digire û Xwedê her tişt jibo mirov afirandîye. Xanî di vî babetî da jî ji Xwedê ra gotîye ku:
”Bi peyvika ´bibe´, du alem afirandin fermana te Lê amanc çi bû? Mirov bû amanca wê fermana te
Mirov bi xwe ji her du aleman yek e afirîye ji fermana ´bibe´ û ji wê fermanê tîpek e
Ew tîp e rastîya bêguman a hemin (bê şik) Hem ferman e bi qudreta te, hem jî afirandin”
Mirov ji laş û gîyan pêkhatîye. Ew her du unsur, du unsurên dijhev in; yek ji wan ji alema dinyayî ye, yek ji wan ji alema Xwedayî ye. Ew her du unsur, bê daxwaza xwe û bi zorê bi fermana Xwedê bi hev ra hatine zewicandin:
”Herçî ku laş in, ayînkirî ne ji alema dinyayî Herçî ku gîyan in, nîşankirî ne bi nîşana Xwedayî
Ev gîyan û laş, bê daxwaza xwe, bi zor hatin zewicandin bi fermana Xwedê ya ku hatibû ji jor
Gerçi rûmetketî ye alema dinyayî lê belê şewqa rindîyê ye alema Xwedayî”
Ji yekîtî û zewicandina wan her du unsurên dijhev, mirov pêkhatîye, ku Xanî ew şibandîye tîpek ji fermana Xwedê. Ew tîp, yanî mirov, gerçi bi telê (cismê berçav) xwe hûr e, lê belê amanc û maneya wê tîpê gelek kûr e; ew tîp, nexşê qelema tewr mezin e. Xanî, di vî babetî da ji Xwedê ra weha gotîye:
”Tîpa ku me got, ew nexşekî hûr e Lê amanc û maneya wê gelek kûr e
Gerçi te ew biçûk nîşan daye, bi çavdîtin lê di eslê xwe da ew e nexşê qelema tewr mezin”
Ji ber ku ew tîp ji wan her du unsurên dijhev pêkhatîye, qencî û xirabî di wê da gîhane hev, serfirazî û neng (tiştê şermê) tev ji wê dixuyin:
”Di wê da ne tiştên dîyar û nedîyar Serfirazî jî, neng jî ji wê dibin dîyar”
Yanî mirov dikare bêje ku li gora dîtina Xanî, mirov wek bajarek e ku tê da qencî û xirabî, serfirazî û neng, li rexê hev cî digirin; yan jî mirov wek gulek e ku pelên geş û bêhnxweş jî, strîyên tûj jî pê ve hene; yan jî mirov daristanek e ku tê da xezalên xweşik jî, gur û hirçên goştxur jî, rovîyên dekzan û xasûk û hîlekar jî digerin. Bi wî awayî, mirov hem ronayî ye, hem jî tarîtî ye:
”Mirov bi xwe hem tarîtî ye, hem jî nûr e Adem ji te hem nêzîk e, hem jî dûr e”
Mirov dikare bêje ku Xanî, ew alema ku di şexsê mirov da veşartî ye û ew dijhevîya ku di wê alemê da heye, bi van her du malikên jorîn bi awayekî pir zelal anîye ber çavan. Ma mirov nikare bêje ku ew diyalektika ku di şexsê mirov da heye, Xanî bi van her du malikan tilîya xwe danîye ser wê û ew nîşan daye! Lê belê ew dijhevî, rûmeta mirov danaxe û kêm nake; digel ku mirov hem ronayî ye û hem tarîtî ye jî, ew dîsa amanc e jibo afirandina alemê, dîsa her tişt jibo wî hatîye afirandin û di xizmeta wî da ye, her tişt li ser karê wî ye:
”Herçî tiştên ku di vê alemê da hene ew peyrewên me mirovan in, li ser karê me ne”
Çine ew tişt? Li gora dîtina Xanî, her tişt; ji çerxa felekê heta axê, ji xurekan heta cilan, ji dozan heta daxwazan, ji lawiran heta madenan, ji amancan heta miradan”:
”Bi giştî jibo me ra di kar da ne û hemî pêkve jibo me di binê bar da ne” (Mem û Zîn, r. 44- 46)

RİNDÎ Û EVÎN
”Li gora dîtina Xanî, çawa ku merkeza Gerdûnê û amanca afirandinê mirov e, cewherê jîyanê jî evîn e; evîn e ku bakût dide jîyanê; bê evîn, jîyan rijî û bêmane ye. Lê belê evîn, ne yekalî ye; Xwedê yar û evîndar li hevberê hev afirandine. Gul û bilbil, find û firfirok, yarên dilkêş û evîndarên derdkêş gişt parçe û beşên jînê ne; gişt ji alîyê Xwedê ve hatine afirandin û jîn bi wan hatîye xemilandin. Xanî di beşê 2yan da, piştê ku van tiştan dide ber hev ji Xwedê ra weha dibêje:
”Ev eşq û evîna di dilan da ev zulf û zincîrên di milan da
Ma te neafirandin li pêşberê hev ma te nekirin hevta, û nedan hevberê hev!”
Ji alîyekî dî ve, evîn û rindî bi hev ve girêdayî ne; bi peyveka dî, rindî ye ku ji evînê ra dibe bingeh û rê jê ra vedike. Ji ber vî semedî jî, her kes dibe muhtac û daxwazkarê rindîyê. Li gora dîtina Xanî, hemî celebên mirovan rindîyê dixwazin û çû kesek tune ku nebe daxwazkarê rindîyê, yanî nebe evîndar; bi peyveka dî, rindî fêris û mêrxasekî wisa ye ku, ji xizanan heta dewlemendan, ji derwêşan heta mela û şêxan, her kesek ji xwe ra stûxwar dike û teslîm distîne. Tewr mîrên hêzdar ên ku her kes li ber wan stûxwar dibe, ew jî ji bindestîya li ber rindîyê nafilitin; ew jî bi hêz û şîyana xwe, bi tac û textên xwe ji rindîyê ra bindest dibin û li ber wî fêrisî zorbirî dibin. Xanî di dûwayîya beşê 8an da vê rewşê weha tîne ber çavan:
”Herçî ku şêx in, herçî ku mela û mîr in Herçî ku derwêş in, herçî ku dewlemend û feqîr in
Kes tune ku ji rindîyê ra nebe xwestox û dilxwaz kes tune ku gihîştina cem yarê jê ra nebe daxwaz”
Bi dîtina Xanî, rindî du cure ye. Yek rindîya ebedî ye, ku naqede û dûwayî lê nayê; ew rindîya manewî ye. Rindîya dî jî ew rindî ye ku li ser laş e; ew rindî tewş û bêfêde ye. Rindî ku weha du cure be, evîndar jî dibin du celeb; her celebek daxwaza cureyeka rindîyê dike. Lê belê daxwaza hemîyam yek e; ew jî ”dost”e.
”Daxwaza hinekan rindîya neqedîyayî ya ebedî ye Laşê tewş ê bêfêde jî daxwaza hin kesên dî ye
Lê belê daxwaza hemîyan yek e bi rastî, ew jî dost e Ferqa ku heye, wek ferqa navbera mejî û post e”
Xanî di despêka beşê 9an da rindîyê bilind dike û digîhîne cîyê bilintirîn; her tiştê dî jî li ber wê erzan û rûmetketî têw dike.(wisa qebûl dike) Tiştên ku Xwedê dane mîr û hukumdaran, ji xezîneyên împaratorê Romê û Ayîneya Eskender heta defîneyên xaqanê tirkan û gustîla Silêman Pêxember:
”Ew çi qas zêde rûmetbilind û têrbuha bin hemî pêkve bi qasê beşek jî ji rindîyê nabin”
Xanî bi qasê ku rûmeta rindîyê bilind dike û bilind digire, ferqa navbera evîndaran jî ew qas giring dibîne. Di dûwayîya beşê 9an da, careka dî wê ferqê tîne ber çavan:
”Lê belê evîndar û heweskar ji hev cuda ne Hinek fêdexwaz in, hinek jî bi xwe fîda ne
Yarxwaz in hinek, jibo xatirê can Hinek jî jibo yarê fîda dikin can”
Li gora dîtina Xanî, evîn exlaqê mirov pak û paqij dike; mirov digîhîne gîhanekeka wisa ku dilê mirov bi wê wek neynikek zelal dibe, di wê gîhanekê da êdî kîn û rik di dil da namîne, dil tijî xêrxwazî û qencîkarî dibe, mirov êdî dijminê xwe jî dibexşîne û efû dike….
Xanî di beşê 58an da daye zanîn ku amanc û daxwaza wî nîşandana rindîya evînê ye:
”Lê belê, amanca Xanî ji peyv û gotinê û daxwaza wî ji ew qas lêgerîn û çûyîn û hatinê
Nîşandana rindîya evînê ye û îspatkirina têkûzîya evînê ye
Gelo Xanî çima ew qas giringî daye evînê? Lewra:
”Evîn, neynika Xwedênumin e Xwedênumin Wek Rojê xwedîronayî ye, ronayî dide evîn”
Ne tenê ew qas e jî. Bi dîtina Xanî, evîn wek cewherekî kîmyayî ye ku dilên qelp, xwî û siriştên xirab ên wek sifir paqij dike, avzêr û cîla dike, dibiriqîne û diseqilîne:
”Ey rêwîyê rîya nêzîktirîn Xafil mebe, herçî evîna rastîn
Xweş cewher e, ji tewirê kîmya ye Qedrê wê bizane, giranbuha ye
Xwî û siriştên ku wek sifir in û necîlakirî ne Dilên ku qelp in, yan jî qelakirî ne
Ew cewher e ku wan avzêr dike, dibiriqîne ew sîqal e ku wan cîla dike, diseqilîne”
Gelo kesên ji wî cewherî bêpar jî hene?”
”Ji evînê bête´sîr û bêpar tune çu kes Welew ku hebe, ew ji zewqê bêhay e bes” (Mem û Zîn, r. 46- 49)
Nivîsar didome

Kurdî divê bi huqûqê were parastin!- 5
Genocide û Linguistic Genocide li ser kurdan û kurdî çêbûye!
Min di çend nivîsarên dî da behsa pratika politika dewleta Turkîyeyê kiribû ku li ser neteweyê kurd û zimanê kurdî pêkanîye. Di vê nivîsarê da zêdetir di çarçoveya felsefeya hezkirinê /evînê da piçek li ser rewşa zimanê kurdî rawestim û wek pêşnîyaz çend nuxteyan pêşkêşî Kongreya Damezrandina Partîyeka Nû jibo damezrox û nûnerên PAK û TEVGERê bikim, bi hêvîya ku fêdeyê bigihînim wan ezîzan, wan xoşevîstan.
Li vir bi çend tevokan/cumleyan be jî divê em behsa Destûra Turkîyeyê ya 1924an bikin. Di wê destûrê da hatîye nivîsîn ku hemî hevwelatîyên turk, turk in û zimanê turkî jî zimanê resmî ye û ji bil wî zimanî bi çu zimanên dî perwerde nayê kirin. Li ser bingehên wê felsefeyê (yek welat, yek milet, yek ziman, yek ala, yek dîn û yek mezheb) ji Erzinganê (Erzincan) heta Amedê (Dîyarbekir) li hemî navendên bajarên me axiftina bi kurdî hat qedexekirin; yên kurdî axifîn, mecbûr man ku jibo her gotinek cezayê diravî (pere) bidin. Ev politika gemarî ya hovîtîyê giha radeyeke hew qas bilind ku gundîyên ku xwestin zira kerên xwe rawestînin û ji neçarîyê bi kerên xwe ra bi kurdî axifîn, cezayên pere dan qolçîyên dewletê. Gelek zelal e ku ev politika dewletê ku li ser zimanê me pêkhat; politika Linguistic Genocide bû ku sed sal e ev tê domandin. Loma bi kurtî be jî divê em li vir piçek behsa genocideyê jî bikin.
Maneya Komkujîyê (Genocide) di 1943an da ji alîyê huquqnasê polonî Raphael Lemkin ve hatîye karanîn. Di zimanê yunanî da genos, tê maneya ”nejad”, ”kok” û bi latinî di maneya kuştinê da cide ku ji koka cidium hatîye, di fransi da ew her du gotin bi hev hatine girêdan û hatiye bikaranîn. Lemkin gotîye; ”ji ber ku genocide, gelek caran hatîye bikaranîn…, min jî wê gotinê xebitandîye.” Ev tespît, di çarçoveyeka teng da hatîye sînorkirin ku ev kêmasîyek e.
Di çarçoveyeka pilankirî da hewildaneka li dijê civatek ku ji yên dî cuda ye ku ev cudayetî jibo nejadek, dînek, bawerîyeka sîyasî an civatî, ji xwe ra dike hedef ku wê ji navê rake / têkbibe / tune bike. Jibo vê mijarê di navbera akademisyenan ango pisporan da fikrên cuda hebin jî di 1948an da ”Lihevhatina Neteweyên Yekbûyî jibo Cezakirin û Astengkirina Sucên Genocide (SSECS), maneya wê ya huqûqî hatîye çêkirin û ew çarçove ketîye nav wesîqeyên NY. Li gora maddeya 2.yemîn ya Lihevhatinê jibo Genocide, weha hatîye nivîsîn:
”Hewildanên ku têkbirina / ji holêrakirina grubeke nejadî û dînî, neteweyî, etnikî dike hedef. Kuştina endamên wê grubê, xisardayîneka ciddî jibo bedenî ango zîhnî yên endamên grubê, xirabkirinên fizikî jibo mercên jîyanê ya wê civatê (grubê) bi tevayî an qismî ku bi qestî were xirabkirin, karanîna metodên nezayînê di nav grubê da, bi zorê girtin û dûrxistin/ veguhastina zarûkan ji grubek bo grubeka dî” hatîye naskirin.
Li gora felsefeya hezkirin ango evîna jibo zimanêdayîkê, çend numûne jibo rizgarkirina zimanên bindest, ez wan dubare radixim pêşîya we xoşevîstan:
Civata Berberîyan ku li Cezayir, Fas û Tunusê dijîyan; têkoşîna wan bi zimanêdayîkê despêkir û bi ser ket û ew bi wî awayî ji helandinê filitîn. Gelek zelal e ku eger berberîyan, hedefeke weha nedana pêşîya xwe û li gora mercên jîyana xwe neketana nav hewildanên têkoşînê, ew nikaribûn bi serkevin. Civata Brethonîyan jî ku li Fransayê dijîyan û xwedîyê 350.000 nufûs bûn; di çarçoveya perwerdeyê da jibo zimanê xwe ketin nav têkoşînê û bi serketin. Mirov dişê bêje ku eger wan mafê zimanê xwe bi dest nexistina, ji mêj ve dê hebûna wan wenda bibûna. Gelê Bengalê jî di 21ê sibatê 1952yan da li dijî Pakistanê ketin nav hewildanên ”Bizavên Zimanê Bengalî”; li serbajarê Bangladeşê li Dakkayê nerazîbûn (protesto) rûdan û gelek xwendekarên zaningehan hatin kuştin ku ew endamên Bizava Zimanê Bengalî bûn. Divê were xuyakirin ku wan cuwanan dixwestin ku Zimanê Bengalî bi alfabeya bengalî wek resmî were qebûlkirin; ne ku alfabeya Zimanê Urdu were pejirandin û qebûlkirin. Loma UNESCO, di 17.11.1999an da jibo 21ê sibatê ´Roja Bizava (hereketa) Zimanêdayîkê´ îlan kirîye û di 2000an da biryar sitand ku ev roj di çarçoveya cîhanê da were pîrozkirin ku di nav rûpelên dîrokê da ´21ê sibatê, Bizava Zimanê Bengalî jibo Zimanêdayîkê yê Navberneteweyî´ cîyê xwe yê birûmet girtîye.
Li gora xebatên UNESCOyê yên ”Atlasa Cîhanê jibo Zimanên ku di Bin Xeterê da ne;”; di nava 6000î zêdetir zimanan da 2500ê wan di nav xetera wendabûnê da ne. Eger tedbîrên pêwist neyên sitandin, di sedsala XXI.an da %90ê zimanên ku pê tên peyivandin, dê wenda bibin. Li gora van raporan, di nava 100 salî da eger zarûkek ku wî zimanî dipeyive, nemîne; ew ziman êdî li ber xeterê ye. Wek numûne li Turkîyeyê zimanên Yunanîya Kabadokyayê û Ubihça wenda bûne; Kurmancî, Zazakî, Adiğece û Abazaca jî li ber xetera wendabûnê ne.
Hezkirin, jîyan e! Nehezkirin, mirin e!
Bavê kurdevînî û niştîmanevînîyê, Ehmedê Xanîyê nemir e. Peymana Qesra Şîrîn ku di1639an da di navbera Îran û Împaratorîya Osmanî da çêbûye; yekem car bûye ku dayîka niştîmana me bûye du parçe. Pêşewayê nemir E. Xanî wê rewşê şibandîye du okyanusan (Derya Tacik û Derya Sor) jibo Osmanî û Îranê û dayîka niştîmana kurdî jî şibandîye goleke biçûk di nav van du okyanusan da maye û ketîye bin pêlên wan her du okyanusan. Ev li ser wî tesîreka mezin hiştîye ku bi nivîsîna Mem û Zînê, bi wê behaneyê rewşa civata kurdî û welatê wan raxitîye meydanê. Loma ew dibêje:”Vî zemanî, her kesek mîmarê dîwarê xwe ye!” Yanî, ew xanîyê ku wêran bûye, dîwarên wê ketine; pêwist e xwedîyê wê avayîyê bixwe, avayîya xwe ji nû ve çêke. Lê kilîdê wê xanîyê ku ji nû ve hatîye çêkirin, divê di destên xwedîyê xênî da be ku ew jî zimanê xwedîyê xênî ye, yanî kurdî ye.
Ehmedê Xanîyê nemir, di duwayîya Mem û Zînê da bi nefsbiçûkîyeke mezin rexne li xwe xistîye û weha nivîsîye:
”Nivîsara te ye, jê ra numûne û sernivîsar Sî sal e ku şaş dinivîse ew, nivîsar…”(Mem û Zîn, W. Deng, adar 1995, Swed, r. 575
Mirov dikare bêje ku Xanîyê gewre, bi nivîsîna Mem û Zînê, amanca xwe ya herî mezin di çarçoveya bîrewerîyê da anîye şûnê û loma jibo vê amancê karê xwe xilas kirîye û gihaye merhaleya herî bilind. Bi vî awayî wî xwestîye bide zanîn ku karên ku heta nivîsîna Mem û Zînê temam nekirîye; ew fikirîye ku ew hestên wî yên jibo welatevînî û kurdînîyê hê nivcî maye û loma xwe gunehkar hesibandîye. Lê bi temamkirina nivîsîna Mem û Zînê, êdî ew wek evîndarekî heqîqî yê rastîn, gihaye mirad û mexseda xwe.
Xoşevîstan, ezîzan!
Wekî ku hûn jî dizanin karên rêxistinî, pirêzeya kar û hewildanên mirovan in. Loma di çarçoveya hezkirinê ango evînîyê û evîndarîyê da, di hemî rêxistinan da (partî, tevger, komele, enstitu, weqif, sendîqa, qlubên sporê û wd) rola mirovan gelek giring in..
Di vê çarçoveyê da mirov dikare gotineka pêşîyan lê zêde bike û raxîne pêşîya sîyasetvanên kurd ku bi taybetî di vî 50 salên buhûrî da nîşanî me dane. Ev gotina pêşîyan ku bi naveroka xwe jî tije ye û rê nîşanê pratika sîyasetê dide, weha ye:
”Erê erê ye, na na ye; lê erê – na bela ye!”
Ez wek kalekî dema resma 40-50 salên dawîyê dikêşînim û tînim ber çavên xwe; ez dibînim ku me di evîndarîya xwe ya jibo zimanê xwe da dudilîyê raxistîye meydanê û loma di vî şolî da em bi serneketine. Loma ez xwe, gunehkarekî dibînim ku vatinî û berpirsîyarîya ku jibo zimanê kurdî divê me bikiraya, me ew neanî şûnê û em bixwazin nexwazin pratikeka li gora vê gotina pêşîyan ku li jor me nivîsî; me raxistîye meydanê û hemî sîyasetvanên kurd berpirsîyar in ku îro zimanê me hatîye ber xetera tunebûnê. Jibo vê yekê ez ji xort û keçên me doza lêborînê dixwazim ku me barekî giran ji wan ra hiştîye. Zanîna me, tecrûbeyên me ew qas bûn û di evîndarîya xwe da ne sîyasetmedar, lê hêzên serdest ku di helqeyeke gelek fireh da kurdan kedî (asimilasyon) dikin û wan digel zimanê wan ber bi mirinê ve dibin. Jibo vê yekê ez gelek xemgîn im.
Tirsa min ew e ku eger partîya nû ji xwe ra bernameyeka xebatê tenê jibo kurdî bibe zimanê perwerde û resmî; nekeve nav hewildanan, ew xeta û kêmasîyên ku di 40-50 salan da hatine kirin, ew dê dubare bibin. Ji ber ku di programên wan hemî rêxistin û partîyan da jî talebên acîl hebûn û di nav wan taleban da xalek jî şola çareserkirina ziman bû. Lê wek hat dîtin, encameke heyênî ji wê sîyasetê derneket holê. Îro jî hin qadro an endam dikarin bêjin, ”… di talebên me yên lezgîn da ev pirs ji xwe heye û wd…” Lê ev pirs ne hew qas basît e û di rojeva îro da karên sîyasetê ji 50 sal berê gelek zehmettir e. Pirsa zimanê kurdan hatîye merhaleyek ku ev, ji talebên acîltir jî acîltir e, lezgîntir e û loma divê ev bi tena serê xwe bibe talebeka rojane û aktif, heta ku ew were çareserkirin.
Xaleka dî jî, ev partî dê çawa here nav kîtleyan û bibe quwet? Di şertên îro da ew kîtleyên ku ewleyîya mal û canê wan nemaye, birçî ne, bêkar û bêemel in; bi daxwaz û sloganên mezin an tuj, mirov nikare ji derdê wan ra bibe derman. Lê bi daxwaza zimanê xwe, mirov dikare ji muxtarên gundan dest pêke û ber bi jêr ve here û li her qadên jîyanê xelkê bi rêxistin bike, hunandina civatî bi vî awayî dikare bibe quwetek û roj bi roj xurt bibe. Eger em bi tabîra xelkê biaxifin; ewil divê em kevirên biçûk ku li ber derîyê me ne, rakin; paqij bikin da ku paşê dor were ser rakirin û paqijkirina kevirên mezin. Ma pêwist e ez bînim bîra we xoşevîstan, we ezîzan ku rêvebirên partî û rêxistinên 40-50 sal berê; li derdora kevirê mezin çûne û hatine û yek ji wan jî nikaribûne ew kevirê mezin ji cî bileqînin û derdê ser derdan, destên xwe navêtine wan kevirên biçûk û paqijîya ber derê mala xwe çênekirine û di encamê da belawela bûne û ji rojeva sîyasetê jî dûr ketine. Ez dubare dikim ku gelek xemgîn im; lê tenê min xwest resma heyî bi çend alîyan ve nîşanê we ezîzan bidim. Ez zanim barê we giran e, lê ji bil xebatê rîyeka dî jî tune ye.
Divê em di karên xwe yên rojane da jî, bi hezkirî bifikirin, bi hezkirî biaxifin û bi hezkirî tevbigerin. Dema em vê felsefeyê têxin bernameya xwe ya xebatê û bi îsrar û bi înat wê biparêzin; dê her pêdivîyên me werin şûnê û em dê biserkevin. Divê em ji bîr nekin ku hezkirin, kêşandina êşan e; lê berewajê wê nehezkirin jî, mirin e. Ev felsefe, bi xwe ra bawerîyê diwelidîne û ew jî bi xwe ra yekbûnê û xurtbûnê tîne. Nîşana wê jî, wek hûn di kongreya xwe da radixin meydanê, hûn hezkirinê diçînin ku dê gul lê vebibin û ew jî dê bibin mêwe û dê li wir bextewarî mezin bibe. Bi peyveka dî hezkirina we dê bibe dermaneke mucîzevî ku li qadên jîyanê mucîzeyan çêke. Loma bapîrê me yê gewre E. Xanî weha dibêje: ”Ey heweskar, bê daxwaz ji evînê parek hêvî meke!”
Ezîzan!
Van çend gotinên felsefa hezkirinê, hûn dikarin bi gotina Lafontaine, wê temam bikin û: ”Yê ku di wextê pêwist da hewildanê nizanibe; tu fêdeya axiftinê tune.”
Piştî ku hêzên we qewî bûn û we ewleyîya zimanê xwe xist binê huqûqê; êdî hûn dikarin bi destên Mamoste Îsmaîl Beşikçî û Mamoste Mehmed Emîn Bozarslan (her du jî nêzîkî 90 salîya xwe dibin, ez temeneke bi tendurustî ji wan ra dixwazim) bigrin û herin ser gora bavê kurdevînîyê Ehmedê Xanî. Hûn dê ´destan bidin hev wek dîwarekî´; govendê bigrin û mizgîn bidin ruhê wî yê pak û bi qêrîn bêjin: Ey kalê nemir, hêsa be li goristan, waye azad bûn kurmancî digel dimilî, em xort û keç giş li dibistan, xweş xweş dixwînin! Lê divê hûn gora Hejarê gorbihişt jî ji bîr mekin û bi helbesta wî ya evîndarîyê bi yekdengî biqîrin:
”Bi kurdî dijîm / bi kurdî dimrim / bi kurdî didim bersivî xwo li gorê / dîsa bi kurdî zindî dibim ez!” (Hejar Mukriyani)

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *