Kurdên li Stenbolê li ser dersa Kurdî: ‘Divê zarokên me berê hînî zimanê xwe bibin’

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo dersên bijarde tenê 5 roj mane.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarde yên ku di sala perwerdeyê ya 2024-2025an de li dibistanên amadeyî bên dayîn 30ê Kanûna Paşînê dest pê kir.

Ev pêvajo dê heta heta 12ê Sibatê berdewam bike.

Di vê demê de xwendekarên polên 4-5-6-7 û 8 dikarin dersên Kurdî hilbijêrin.

Kurdên li Stenbolê çi dixwazin?

Kurdên ku li Stenbolê dijîn dixwazin zarokên wan dersa Kurdî hilbijêrin û dibêjin, “Zarokên me li dibistanan bi Tirkî tên bişaftin. Ji ber wê jî bi me re li cihê Kurdî bi Tirkî diaxivin.”

Xwendekarên Kurd ên ku bi Kurdî nizanin jî didin zanîn ku ew pir dixwazin dersa Kurdî bibînin.

Wekî her sal îsal jî li hin dibistanan astengî li pêşiya dersa Kurdî tên derxistin û di formên dersên bijarde de cih nadin dersa Kurdî.

Welatî û xwendekarên Kurd ên li Stenbolê: Em dersa Kurdî dixwazin

Welatiyê Kurd ê bi navê Mihemed diyar kir, “Em li malê bi zarokên xwe re bi Kurdî diaxivin. Elbet li dibistanan jî em dixwazin zarokên me hînî Kurdî bibin.”

“Li cihê Kurdî bi Tirkî diaxivin”

Welatiya bi navê Felekê jî got, “Ji ber ku zarokên me li dibistanan bi Tirkî diaxivin, dema tên malê jî bi Tirkî bi me re diaxivin.

Em bi Kurdî bi wan re diaxivin lê ew bi Tirkî diaxivin. Em dixwazin bi Kurdî jî dersê bidin wan.”

“Di formên dersên bijarde de cih nadin dersa Kurdî”

Xwendekara Kurd Zeynep Zîlan Canbayê li ser mijarê wiha axivî, “Ez bi Kurdî zêde nizanim biaxivim. Bes, çi dikî, baş î û Kurmancî dizanî dizanim.

Em Kurd in, Kurdî zimanê me ye. Ez pir dixwazim Kurdî hîn bibim.”

Wekî her sal îsal jî li hin dibistanan astengî li pêşiya dersa Kurdî tên derxistin.

Di formên dersên bijarde de cih nadin dersa Kurdî.”

“Pêwîst e zarokên me berê zimanê xwe yê dayîkê hîn bibin”

Welatiyê Kurd Îlyas anî ziman, “Pêwîst e zarokên me berê zimanê xwe yê dayîkê hîn bibin.

Jixwe dema diçin dibistanê bi her awayî Tirkî hîn dibin. Em gelekî dixwazin dersa Kurdî li mekteban bê xwendin.”

Xanim Çelîkê jî wiha got, “Kurdî zimanê me ye. Li dibistanan dersa Kurdî hebe gelekî baş e.

Em dixwazin zarokên me fêrî zimanê xwe bibin.”

Ji do dersa Kurdî divê herî kêm 10 xwendekar dersa Kurdî hilbijêrin

Li Tirkiyeyê mafê perwerdeya zimanê Kurdî qedexe ye. Ji bo dersa Kurdî bê dayîn divê herî kêm 10 xwendekar dersa Kurdî hilbijêrin.

Li aliyê din jî pirsgirêka tayînkirina mamosteyên zimanê Kurdî berdewam in û ev jî ji bo perwerdeya zimanê Kurdî bûye pirsgirêkeke sereke.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *