Projeya Ronakî digehêje navçeyeke din a Herêma Kurdistanê

Ji bo dabînkirina elektrîkê ya 24 demjimêran bi rêya Projeya Ronakî, tîmên nav tomarkirina ronahiyê li Ranyayê dest bi xebata xwe kirin.

Fermangeha Medya û Zanyarî, ragehandiye: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dirêjahiya hewlên xwe yên bo dabînkirina elektirîka 24 demjimêrî, bi yêya Projeya Ranakî, tîmên nav tomarkirina Ronakî, li Ranyayê dest bi karê xwe kirine.”

Amaje bi wê jî hatiye dayîn: “Di vê çarçoveyê de, tîman belavokên qeydkirinê li welatiyan belav kirin.

Fermangeha Medya û Zanyarî, ragehandiye: “Proje di berfirehkirinê de berdewame, heta niha ji çar mîlyonî zêdetir welatiyan li seranserê Herêma Kurdistanê elektrîka 24 demjimêran wergirtine û zêdetirî 3,200 jeneratorên taybet hatine qutkirin, ku bandorek girîng li ser paqijkirina hewayê kiriye.

Heta dawiya sala 2026an, tevahiya Herêma Kurdistanê dê elektrîka 24 demjimêran hebe.

Herwaha tekez kiriye, ku navenda xizmetê ya projeya Ronakî heye û welatî dikarin heke pirsek wan hebe telefon bikin 1992; Navend ji demjimêr 9ê sibê heta 12ê nîvro heye. (BN)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *