Kurd li Kerkûkê ji partiyên Kurdan çi dixwazin?

Piştî ku encamên hilbijartinê hatin ragihandin çavên her kesî li ser Kerkûkê ne. Mijara vê hefteyê ya bernameya “Legel Renc”ê jî Kerkûk bû.

18ê mehê li Îraq û Kerkûkê hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.

Piştî sala 2005an cara ewil 18ê Kanûna Pêşînê li Kerkûkê hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.

Li gorî encaman, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 2 kursî û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî 5 kursî bi dest xistin.

Encûmena Parêzgariya Kerkûkê tevî kursiyê ku kotaya Xiristiyanan e ji 16 kursiyan pêk tê û partiya ku bigihe 9 kursiyan dikare ji bo parêzgariyê berbijêrekî destnîşan bike.

Heke partiyên Kurdan bi hinek partiyên din re li hev bikin û bigihin 9 kursiyan dikarin ji bo parêzgariyê namzedekî diyar bikin lê vê carê jî divê partiyên mayî jî vî namzedî bipejirînin.

Nûner, siyasetmedar, kedkar, cotkar û rûspiyên Kerkûkê ev rewşa ku piştî hilbijartinan derketiye holê nirxand û wan xwestekên xelkê anîn zimên.

“Xelkê Kurdistanê yekîtiyê dixwaze”

Endamê Polîtburoya Partiya Şiyuî ya Kurdistanê Ebu Karwan da zanîn ku dê PDK û YNK ji bo parêzgariya Kerkûkê “hevkar û hevaheng bin” û pê de çû:

“Hemû xelkê Kurdistanê ji aliyên siyasî dixwaze ku yekgirtî û yekhelwest bin. Xelk dixwaze li Kerkûkê bi rêbazên berê tevnegerin.

Niha ji bo vekirina deriyên dîyalogê barekî giran ketiye ser milên aliyên siyasî.

Divê berê Kurd di nav xwe de li hev bikin çimkî heta niha jî PDK û YNK nakok in.

Ez bi berpirsên her du partiyan re jî axivîme, her du alî jî dibêjin divê ji bo Parêzgariya Kerkûkê hevahengiyê bikin û alikariyê bidin hevdû.

Divê Kurd bi wan aliyên re hevpaymaniyê bikin ku baweriya wan bi mafên gelê Kurd û kurdistanîbûna wan herêmên binîqaş heye.”

Madeya 140î: Kurd têk çûn

Şîrovekarê Siyasî Ehmed Ezîz amaje bi rola PDK û YNKyê da û got:

“Kurdan di van hilbijartinan de tiştê ku ji destê wan hat kir. Niha dor gihişt PDK û YNKyê.

Nûnertiya Kurdan, beriya 16ê Çiriya Pêşînê li Kerkûk û Bexdayê di mijara bicihkirina Madeya 140î de têk çû. Ji ber vê yekê lazim e vê carê siyaseta xwe bi awayekî berfireh binirxînin.

Ehmed Ezîz bi bîr anî, “Dibe ku Kurd di mijara parêzgariya Kerkûkê de jî wekî mijara Madeya 140î rûbirûyî pirsgirêkan bibin” û berdewam kir:

“Li Bexdayê nûnertiya Kurd û Tirkmenan gelekî bi hêz e. Siyaseta ku li Kerkûkê û herêmên nakok tê şopandin her du jî mexdûr kirine.

Heke Kurd û Tirkmen li Kerkûk û Baxdayê bi hev re bixebitin dikarin beşeke mezin a Madeya 140î bi cih bikin.”

“Li Kerkûkê heta niha jî “Terîb” didome”

Cotkarê ji Sergeranê Mihemed Emîn li ser rewşa Kurdan a li Kerkûkê got:

“Heta niha jî li herêma me rewşeke kambax heye, siyaseta Terîbê (Erebkirin) berewam dike. Hefteya borî me xwest em ji bo bibîranîna Enfalê merasîmekê li dar bixin lê hêzên leşkerî em asteng kirin.

Divê di navbera nûnerên Kurd û Tirkmenan de hevahengî hebe da ku karibin mafên Kurd û Tirkmenan biparêzin.

Cotkarê ji gundê Topzawayê Sati Nasîh jî bi bîr anî ku hêzên Îraqê beriya hilbijartinê bi rojekê êrişî cotkarên Kurd kiriye û bi qundaxa tivingan li wan daye.

“Berpirsên ku li Kerkêkê zilmê qebûl nakin dişînin dadgehê”

Rêvebirê Nahiyeya Leylanê Mehmûd Weys, da zanîn ku wî destûr nedaye Terîbê û got:

“Ji ber ku min zilm qebûl nekiriye heta niha 14 caran giliyê min hatiye kirin. Wan erişî min kiriye û ez birîndar kirime.

Ji ber ku min zilm qebûl nekiriye û rê nedaye Erebên hawirde ev hemû hatine kirin. Wan niha dest daniye ser du xaniyên min ên li Kerkûke.

Min heta niha 13 hezar donim zevî li Kurd û Tirkmenan vegerandiye, min rê nedaye ku yek Erebê hawirde jî li Leylanê bi cih bibe.”

“Kurd û Tirkmen mecbûr in li Kerkûkê bi hev re bixebitin”

Mehmûd Weys diyar kir ku gundên Leylanê dibin ser Kerkûk û Qerehencîrê û ji 63 gundên Leylanê niha 52 mane.

Mehmûd Weysê ku bixwe jî Tirkmen e da zanîn, “Ji ber ku em xwediyên heman çarenivîsê ne û li vî bajarî zilm li me hatiye kirin Kurd û Tirkmen mecbûr in li Kerkûkê bi hev re bixebitin.”

Rayedarê YNKyê Mela Hesen destnîşan kir ku ji bo çareseriya zeviyên li Kerkûkê divê Madeya 140î were tetbîqkirin û got:

“Tiştê ku li beramberî cotkarên Kurd û Tirkmen tê kirin binpêkirina destûrê ye. Divê Serokkomarê Îraqê ku parêzvanê destûrê ye li hemberî vê yekê bêdeng nemîne.

Piştî 16ê Çiriya Pêşînê li Kerkûkê desthilata leşkerî û îdarî ya Kurdan nemaye. Niha madem ev kursî bi destê Kurdan ketine divê bi Tirkmenan re danûstandinan bikin çimkî wekî me zilm li wan jî hatiye kirin.”

Parêzgariya Kerkûkê ji 2005an heta 2017an di destê YNKyê de bû.

Piştî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, hêzên Îraqê ketin Kerkûkê û parêzgariya bajêr jî ji destê Kurdan çû.

Niha parêzgariya Kerkûkê bi wekaletê di destê Rakan Seîd Cibûrî de ye.

Mela Hesen da zanîn nabe ku careke din Rakan Seîd Cibûrî bibe parêzgar, “Çimkî tiştên ku Sedam negihişt bike ew dike.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *