Rojavayê Kurdistanê: Ji ber êrişên Tirkiyeyê wêstgehên petrolê ji kar ketin

Piştî bombebaranê Tirkiyeyê agir bi Wêstgeha Petrolê ya Seîdeyê ya li navçeya Tirbe Spiyê ya rojhilatê Qamişloyê ket.

Wêstgeha Petrolê ya Seîdeyê û çend wêstgehên din li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve bi hinceta PKK û YPGyê hatine bombebarankirin.

Rêveberê Wêstgeha Petrolê ya Seîdeyê Hesen Elî got:

“Nêzîkî demjimêr 22:00yê êvara doh Wêstgeha Seîdeyê bi du mûşekan ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin.

Di heman demê de Wêstgeha Odeyê ya serekî tevî her du wêstgehên 7 û 8 li gundewarên Dêrikê hatin armanckirin. Armanca bombebarankirina Tirkiyeyê tenê birçîkirina xelkê herêmê ye.”

Rêveberiya Xweser ji Neteweyên Yekbûyî dixwaze ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser saziyên xizmetguzariyê yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê belge bike û pêwîst e komîteyên lêkolînan rastiyê bişopînin.

“Êrişên li ser miletê me yê hejar rawestînin”

Şofêrê ambulansê Salih Xellûfî anî ziman:

“Ev wêstgeh çar caran rastî bombebaranên gelekî dijwar hatiye, di encamê de hemû xizmetguzariyên wekî av, elektrîk, firne û sotemeniyê zerer dîtiye.

Di demekê de ku ev wêstgeh sivîl e, xizmeta hemû pêkhateyên herêmê dike. Em daxwazê ji civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku van êrişên li ser miletê me yê hejar rawestînin.”

Bi gotina Hevserokê Ofîsa Enerjiyê ya Herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê Ekrem Silêman, ji ber êriş û bombebarana balafirên Tirkiyeyê yên li ser wêstgeh û saziyên xizmetguzariyê yên Rêveberiya Xweser, elektrîka bajarê Qamişloyê, 9 bajarok û 2 hezar û 600 gundên navçeyê bi temamî qut bûye.

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/251220233

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *