Danasîna Mem û Zînê / Kargêrên Dewletan û Kargêrîya Dewletan

Siddik BOZARSLAN

”Tiştekî gelek balkêş jî ev e ku Xanî di ”Mem û Zîn”ê da, bi hunermendîyeka gelek mezin peyv gerandîye û zivirandîye, anîye ser tevgerên kargêrên dewletan û awayê kargêrîya dewletan; nîşan daye ku di wê dewletê da dewlet çawa bi dek û dolaban, bi fen û fûtan, bi xap û hîleyan hatine îdarekirin.

Di wê dewrê da kargêrên dewletan mîr û hukumdar bûne, şah û padîşah û qral bûne. Gerçi li dora wan wezîr û şêwirdar jî hebûne, lê belê çerxên dewletan bi destên wan hatine gerandin. Ji ber wî semedî, Xanî dema qala kargêrên dewletan û tevgerên wan kirîye, carna bi navê ”mîran”, carna bi navê ”hukumdaran” salixê wan daye. Mirov dişê bêje ku di şexsê wan da awa û xwetîya (mahîyyet- xususîyet) çerxên dewletan, awayê kargêrîya dewletan anîye ber çavan; bi peyveka dî, şexsê ”mîran” û ”hukumdaran” kirîye neynikek û di wê neynikê da xwetîya çerxên dewletan nîşan daye.

Di beşê 26´an da, dema daye zanîn ku Tacdîn qala xirabîya Bekir ji Mîr ra kirîye û jê xwestîye ku wî ji ber derê xwe dûr bixe, bersîva Mîr weha guhastîye:

”Em celeba mîran wek celeba aş in

em pir difetilin û digerin, geh li pêş û geh li paş in

Ji neçarî pêwist e jibo me aşvanek

Bivê – nevê ye jibo me dergevanek

Hingî em çerxa dewletê digerînin û babetê me hukumet e

kar jibo me carne zulm e, carna jî edalet e”

Kesê ku bi serê xwe be û xwe bi xwe be, ”bi kesanî” tevdigere û xwetîyên xwe yên baş û xirab ”bi kesanî” nîşan dide. Lê belê mirovê ku bi navê ”mîr” yan bi navê ”hukumdar” bê serê çerxa dewletek û wê çerxê bigerîne, yanî bibe ”kargêrê dewletek”, ew mirov êdî ji ”xwetîya kesanî” derdikeve û dûr dikeve, xwetîyeka dî distîne. Wisa dibe ku, ji alîyek ve jî ew çerx wî digerîne; bi peyveka dî, dema ku ew wê çerxê digerîne, ew bi xwe jî dikeve ber bayê wê çerxê û dibe peyrewê wê, bi wê ra digere û dizivire.

Xanî, ev rastî bi hunermendîyeka dersînor di duwayîya beşê 42´yan da anîye ber çavan. Di wî beşî da daye zanîn ku Bekir qala hevdîtina Mem û Zînê ji Mîr ra kirîye û rê nîşanê wî daye ku digel Memê bi setrencê bileyîze, bi wî awayî bi Memê bide gotin ku ew Zînê dievîne; di duwayîya wî beşî da jî li ser tevgerên hukumdaran weha nivîsîye:

”Herçî ku hukumdar in, ji celeba şahmar in

Xwedîjehr in ew, hem jî mordar (xwedîmor) in

Dema moran li kaxidan dixin, bizane ku ew jehr e

Dema dilovanî jî nîşan didin, bizane ku ew qehr e

Kesên aqilmend xwe diparêzin ji maran

Kesên saf û kêmaqil xwe dispêrin wan wek dost û yaran

Her çi qas birûmet û nazdar bî tu li nik wan

Her çi qas bileyzî û laubalî bî tu digel wan

Ku piçek guhartin ew bibînin ji te

bi tevayî berê xwe dizivirînin ji te”

Wek ku dixuye, kesên ku dibin hukumdar êdî peyrewên wê çerxê ne, li nik wan rûmeta hevalî û dostanîyê tune, rûmetpîvekên kesanî û exlaqî li nik wan namînin.

Di beşê 48´an da, zêhnîyeta kargêrîya dewletan û tevgerên hukumdaran bi awayekî zelaltir û vekirîtir tê ber çavan û eşkera eşkera tê nîşandan ku pêjnên mirovî û awayên exlaqî li cîyek in, awayên kargêrîya dewletan û tevgerên kargêran jî li cîyekî dî ne. Piştê ku Tacdîn û birayên xwe ji ber girtina Memê hêrs dibin, jibo berdana wî xwe ji şer ra amade dikin, qasidek dişînin nik Mîr û berdana Nemê bi gef dixwazin, Bekir fam dike ku rewş zor e û dikeve neqebeka teng; hingê rê nîşanê Mîr dide. Ew rê rîyeka wisa ye kut ê da hevraz û serejêr hene, gir û cîyên dûz hene, kendal û newal hene; di wê rê da kargêrê dewletê carna nizim dibe û berjêr diçe û ji ber çavan winda dibe, carna jî bilind dibe û dixuye û tê ber çavan. Dema nizim dibe, li pêşîya dijkarên xwe davik vedigere; dema bilind jî dibe, derbe li dijkarên xwe dixe û wan daf dide û dixe wê davikê:

”Eşkera meke tu vê rikê, bila nebêjin qey kîn e

Carek, tu agirê teşxele û têkilhevîyê vemirîne

Paşê, pêxe tu wî agirî, dema tê fersend û mecal

Zînhar, mede wî eman û qet meke îhmal”

Dema mîr û hukumdar çerxên dewletan digerînin, carna hin dijkarên wisa xurt û dijwar ên wek Tacdîn û birayên wî derdikevin hevberê wan ku bi êrîşeke rasta-rast avêtina wan ji ser rê bêmikun e yan jî gelek zor e. Gelo hingê divê ku mîr û hukumdar çi bikin?

”Xesm û dijminê ku tu nikarî rawestî li dij

dermanê wî çi ye? Şerbeteka jehrî ya mirovkuj

Ji ber vê yekê, ji hukumdaran ra pêwist in du fincan

Yek taybetê kesên xirab, ya dî jî taybetê qencan

da yek, nexweşan jibo wî xweş ke

ya dî jî ji wî ra xweşan nexweş ke

yek, gîyan ji dijminan cuda ke

ya dî jî mirîyan ji nû ve rake”

Dema mîr û hukumdarek û dolaban amade dikin û wan fincanan dadigirin, divê ku pêjnên xwe eşkera nekin û reng nedin der. Lewra:

”Şolin hene, ew bi kerbê nabin

Lewra ku bi zor û derbê nabin

Ji wan şolan ra pêwist e fikirkirin, hem jî hostatî

û çavgirtin û xweragirtin, hesab û pêjnên veşartî”

Bekir, demên zeman ên wek şev û rojan, sibe û êvaran numûne nîşan dide û tîne bîra Mîr ku hin ji wan deman tarî ne, hin jî ronî ne; paşê weha dibêje:

”Divê em jî bi rojên ronî û bi şevên tarî

carna eşkera bin, carna jî xwe veşêrin û nekin dîyarî

Û em hin kesan veşêrin, hin kesan jî derxin û eşkera kin

û hin kesan tune bikin, hin kesan jî bilind bikin, rakin”

Divê em vê yekê jî bêjin ku, amanc û daxwaza Xanîyê nemir ne ew bûye ku hukumdar û mîr bila wan dek û dolaban çêkin, wan fen û fûtan nîşan bidin, wan davikan li pêşîya dijkarên xwe vegirin; bi peyveka dî, amanca Xanî ne ew bûye ku ji mîr û hukumdaran ra van tevgeran tewsîye bike yan şîret li wan bike ku ew wisa bi xap û dek û dolaban tevgerin û çerxên dewletan li ser wan bingehan bigerînin. Na, amanc û daxwaza Xanî qet ne ew bûye.

Xanî xwestîye bide zanîn ku rastîya kargêrîya dewletan û rastîya tevgerên kargêrên dewletan ew e; bi peyveka dî, wî xwestîye wê rastîyê bîne ber çavan û bide zanîn, di heqê wê da gel serwext bike, têgîhîştî bike. Wî tilîya xwe bi alîyê rastîyek ve dirêj kirîye û gotîye ”e vev e”, gotîye ”ev weha ye”, gotîye ”ev çerx weha digere”.(eynê eser, r. 57- 60)

Leave a Reply

Your email address will not be published.