Ji bona mixalefetek xurt ya neteweyî modelek nû pêwîst e (I)

Îbrahîm GUÇLU 

Nêrînên min yên di derbarê mixalefeteke xûrt ya neteweyî de hîç şik tune ye ku di derbarê Bakûrê Kurdistanê de ye. Ez baş dizaim ku pisgirêke mixalefetê li Rojavayê Kurdistanê û li Rojhelata Kurdistanê jî heye. Lê di ew du beşên Kurdistanê de mixalefeteke xûrt ya neteweyî divê ji aliyê partî û rêxistin û kurdpewerên wan beşan bê çareser kirin.

Neteweya kurd, li Tirkiyeyê, ji hemû mafên xwe bê par e. Mafên neteweyî 100 sal e ku ji aliyê Dewleta Kemalîst ya Tirk ve hatine xesip kirin. Kurdistan hatiye îşxal û îlhaq kirin. Kurd, li welatê xwe Kurdistanê ne desthilatdar in jî. Qedera neteweya me kurd bi neteweya Tirk re girêdayî ye. Yanî qedera me ne ji aliyê me de, lê ji aliyê neteweya Tirk ve tê tespît û tayin kirin.

Li Kurdistanê, ji sîstema klasîk ya kolonyalîst xirabtir sîstemek heye. Lewra tê zanîn ku di sîstema klasîk yên kolonyalîst de hebûna neteweyan nayê înkar kirin. Hêjayiyên neteweyî nayê qedexe kirin. Neteweyên bindest dikarin hêjayîyên xwe bi kar bînin û pêşve bibin. Di sîstema kolonyalîst ya Dewleta Tirk de, neteweya kurd û welatê wan Kurdistan tune tê qebûl kirin. Ziman û çanda wan qedexe ye û tune tê qebûl kirin.  

Dîsa di sîstemên klasîk yên kolonyalîst de, neteweyên bindest, mafên xwe bi rêyeke aşitî û demokratîk û heq-hiqûq û edaletê, dikarin bînin ser zimên, ji desthilatdaran mafên xwe daxwaz bikin. Hezar mixabin, daxwazên neteweya Kurd, bi qetlîaman bersîv dan. Bi sedhezaran kurd hatin kûştin. Kurdistan, ji bona ku ji kurdan vala bibe, sirgûneke kîtlewî pêk anîn. Serokên Kurdan bi tevayî kûştin.

Dewleta Tirk ya kolonyalîst, ji bona xwe û vê sîstemê bidomîne, li hemberî Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê wek apareteke xwe û wek rêxistienek kont-gerîllayê PKK jî ava kir. Bi hev re, di nav pêvajoyekê de Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê tasfiye kirin.

Tasfiyekirina Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê, di çend qonaxan re derbas bû.

Qonaxa yekemîn: Di navbeya salên 1975-80yî de bû. Devlet bi xwe êrîşî kurdan Tevgera Neteweyî ya kurd kirin, ew ji bona xwe bes nedît, PKK li ser navê kurdan rêxist, bi destê PKKê jî ji bona ku Tevgera Neteweyî ya Kurd tasfiye bibe, êrîş da kirin. PKK, li gelek bajaran ji karbidestên Kurdistanê gelek kes kûştin, ji gel gelek kes kûştin, li bajaran tevlihevî çêkirin, di nav eşîretan de şer derxistin. Bi hezaran kurd û kurdperwer kûştin. Êrîşî hemû rêxistinê Kurdistanê kirin.

Lê dîsa jî dewletê û PKKê bi hev re nikarî Tevgera Neteweyî ya Kurd, partî û rêxistinên Kurdistanê tasfiye bikin.

 Qonaxa duyemîn: Pişt re jî di dewletê de elîta Kemalîst, plana xwe ya duyemîn xistin jiyanê. Bi êrîşên PKKê û rêxistinên terorîst û radîqal, darbeya leşkerî amade kirin. Di 12ê Îlona 1980yî de darbeya leşkerî pêk anîn. Bi Darbeya leşkerî ya kolonyalîst-faşîst, 12ê îlona 1980 yî dest pê kirin Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê tasfiye bike. Darbeya Leşkerî di karê xwe de ji sedî 50-60î serkeftî bû.

Lê dîsa jî Tevgera Neteweyî ya Kurd û rêxistinên Kurdistanê bi tevayî nikarin tasfiye bikin.

Qonaxa seyemîn: Rêxistin û partiyên Kurdistanê  piştî salên 1980yî ji bona Tevgera Kurd ya Neteweyî xurttir bibe, hewildaneke xurt nîşan dan. Di ev hewildanan pêşlketineke baş jî hat rojevê.

Hezar mixabin, piştî şerê çekdarî yê PKKê (1984), tasfiye Tevgera Neteweyî ya Kurd bi awayerkî bi tevayî tasfiye bû. Şerê çekdarî hemû kesên mixalîf yên kurd û kurdperwer, her çiqas dizanîn ku PKKê rêxistineke paqij nîne jî, ji PKKê re bûn piştgir. Dev ji rêxistinên Kurdistanê berdan. Ew bû tasfiyeke bingehî.

Merhelaya em têde dijîn, li Bakurê Kurdistan Tevgereke Neteweyî ya Kurd tune ye. Potansîyela heyî vê yekê terîf nake. Li Bakûrê Kurdistanê, gurubên siyasî hene. Beşekî wan jî, ji xwe re dibêjin partî. Potansyeleke neteweyî û kurdperwer ya kesayetî heye.

Li hemberî me jî dewleteke xûrt û aparata wan PKKê heye.

Li hemberî Dewletê û PKKê, potansîyala heyî, mixalefeteke û tekoşîneke rizgarî û serxwebûnê nikare bimeşîne.

Hîç şik tune ye pirsa neteweya kurd jî dewlet ava kirine. Ji bona dewlete Kurdistanê ava bibe, divê hêzeke xûrt hebe. Ew hêza pir reng be.

Loma jî divê di vê merheleyê de modeleke mixalefetê ya nû bê dîtin, ku guhertinê jî, reforman jî, bi xwe re bîne. Bibe modeleke nû ya rêxistinî.

Ezê di nîvîsa xwe ya duyemîn de li ser vê modelê rawestim.

Diyarbekîr, 24.12. 2021

                                       ( Dê Bidomîne )

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *