Şaredariya Dêrsimê berdewamiyê dide projeya berhemanîna hevbeş

Rûdaw – Şaredariya Dêrsimê berdewamiyê dide projeya xwe ya berbelavkirina berhemanîna organîk ango xwezayî û berhemanîna hevpar a ku gelek kes têde beşdar bibin.

Li Dêrsimê ji bo ku welatî zêdetir berê xwe bidin berhemanînê, kampîneke çandina şitlan jî hatiye destpêkirin û bi sedan şitil li ser welatiyan hatine belavkirin. Piştî vê yekê Civata Xwendekaran a Şaredariya Dêrsimê û Civata Jinan, li ser 11 donim zevî dest bi çandiniyê kirin û ew dê berhemên xwe li ser welatiyên hejar belav bikin.

Xwebexş Nurcan Şanlî dibêje: “Em ji bo hevkariyê hatine vê derê. Me jinan bi hev re çandinî kir, hêvî dikin ku keda me vale neçe. Em dê berhemên xwe bi ser kesên hejar de dabeş bikin. Hêvîdar im werzeke berhemdar be.”

Endama Civata Şaredariya Dêrsimê Nulufer Akdag diyar kir ku wan pêştir bi vî awayî ew kar li navçeya Pulurê dabûn destpêkirin û got: “Armanca vê projeyê ew e ku bi taybetî kesên ku pêştir nekarinê tevlî karên weberhênanê bibin û dixwazin têkilê karê çandiniyê bikin re derfetê çêke û bi hev re weberhênanê bikin. Me tovê ji bav û bapîran mane berhev kir û em li qadên xwe çandiniyê dikin. Em dê piraniya berhemên xwe bidin kesên ku pêwîstiya wan pê hene.”

Ciwan û jinên Cotkar ên Dêrsimê di wê baweriyê de ne ku ev karê ku dikin yên bav û kalên wan ên bi salan e û dixwazin her ciwan vegere ser koka xwe.

Xwebexş Mazlum Duz jî wiha axivî: “Me wek gencan xwe em hevkariya meclîsa jinan a Şaredariya Dêrsimê bikin. Kar bav û bapîrên me kirine em jî niha dikin. Sistema kapîtalîst a niha rê li ber me digire em vegerin ser axa xwe, lê em dê dîsa vegerin ser axê. Em dixwazin tevahiya gencên Kurdistanê vegerin ser axa xwe û karê bav û bapirên xwe bikin.”

Bi taybetî piştî belavbûna Coronayê xelkê bajêr êdî berê xwe didin berhemên xwezayî. Him civata xwe geş dikin him jî piştgiriya berhemanîna hevbeş dikin.

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/170620202

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *