Jenosida Halepçe û Bêdengîya Alema Îslamê

Siddik BOZARSLAN

Dema qetlîama Halepçe çêbû, Konferansa Îslamî ya Cîhanê  hê di civînê da bû. Di vê qetlîamê da çekên kîmyawî hatibû karanîn û di nav çend deqîqeyan da ji 6000î zêdetir mirov mirin û ji wan jî zêdetir birîndar bûn. Di vê qetlîamê da bi hezaran heywan jî telef bûn ku li herêmê dijîyan; erdnîgarîya herêmê bi carek da hat jahrîkirin. Piştî vê qetlîamê encama Konferansa Îslamî ya Cîhanê ji raya cîhanê ya çapemenîyê ra hat eşkerakirin. Di belavoka encamên konferansê da li ser mijarên (babet) cuda hatibû rawestandin ku yek ji wan mijaran asimilasyona dewleta Bulgaristanê li ser Tirkan hatibû nivîsîn. Lê pir balkêş bû û cîyê îbretê bû ku qet behsa Qetlîama Halepçeyê nehatibû kirin. Ji ber ku beşdarvanên wê konferansê yek jê dewleta Îraqê bû ku qetlîama Helebçeyê pêkanîbû.

Normal e ku Konferansa Îslamî ya Cîhanê (ku wek nufûs mîlyarûnîv (1,5 milyar) musulman li cîhanê heye) li ser pirsgirêkên navxweyî û navdewletî raweste, ji wan gelşên heyî ra li çareserîyan bigere û li gora hewcedarîyê têkeve nav hewildanên navdewletî û navxweyî. Dîsa normal e ku konferanseke weha li dijî asimilasyona ku li nav erdê Bulgaristanê çêbûye, raweste û wê protesto bike. Lê tiştên ne normal ew e ku di nav dewletên beşdarvan da çar dewlet wek Tirkiye, Îran, Îraq û Surîye ku her yek ji wan, di bin hukumranîya xwe da li kurdan zulmê dikin, politika asimilasyonê pêktînin û mafê gelê kurd ên rewa wek perwerdeya bi zimanê dayîkê û mafên demokratik ên din ku di çarçoveya mafên mirovî û neteweyî da be jî jibo gelê kurd nasnakin û berevajî wê bi her awayî li ser gelê kurd zulma nedîtî pêktînin ku gelê kurd jî wek wan musulman e.

Bi awayeka rasteqîn, şerm û eybeke pir mezin e jibo hemî alema Îslamê ku gelê kurd ku derdora 45-50 milyon xwedî nufus e û di nav dewletên musulman da wek koleyên bênav dijîn; divê çareserîya pirsgirêka wan a netewî û demokratik were çareserkirin. Ew dewletên ku her tim behsa heqî û neheqîyan dikin û pesnê musulmantîyê dikin; qet naynin bîra xwe ku ew bûne koledarên Kurdan û her roj li kurdan tade û zulmê dikin û bûyera Halepçeyê jî wek bûyereka hovane ya ku qewimîye û li hemberî wê jenosîdê di carek da guhên xwe ker kirin, çavên xwe kor kirin û zimanên xwe lal kirin. Gelê kurd jî bêguman divê li ser vê jenosida piralî raweste, bifikire û ji nû ve politikayên realist biafirîne û dost û dijminên xwe careka dî ji hev cuda bike.

Humeynî dibêje: ”Di Qur´anê da jibo kurdan mafê otonomiyê tune!.”

Li Îranê dema Îmam Humeynî hat ser hukûm; di bin rêberîya Dr. Abdurrahman Qasimlo da Heyeteka Kurd çû Tahranê û digel Humeynî runiştin. Şandeya Kurd ji Humeynî xwestin ku li Kurdistanê hukmê otonomîyê pêk were; lê balkêş e ku Humeynî ji kurdan ra dibêje ku ”… di Qur´an´ê da otonomî jibo Kurdan tune” û loma ev daxwaz tê redkirin. Piştî wê civînê di navbera Kurdan û desthilatdarîya Tahranê da şer dest pêkir û ev têkoşîna heqîyê ya kurdan li hemberî hovîtîya kargêrîya Tahranê bi awayên cuda heta îro hatîye domandin./

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir