Qetlîama (jenosida) Dêrsimê (1937-1938)

Siddiq Bozarslan

Roja 10.11.1937an, Dadgeha Îstiklalê ya Tirk cezayê dardakirinê dide Seyîd Riza (75 salî) û 11 hevalên wî ku di nav wan da kurê wî yê biçûk Reşik Huseyn (16 salî), serokê eşîra Yusufan Kamber, serokê eşîra Kureyşan Seyîd Huseyîn û Alî Axa jî hebûn. Balkêş e ku rêvebirên Ankarê temenê Seyîd Riza biçûk dikin û yê kurê wî jî mezin dikin da ku di nav lihevatina qanûnê da wan îdam bikin.

Li gora Dr. Nûrî Dêrsimî, li ber darê sêpikê S. Riza bi Zazakî weha gotîye:

”Ez 75 salî me û şehîd dibim, digihîşim şehîdên Kurdistanê. Dêrsim têk diçe, lê Kurdîtî û Kurdistan dê bijî. Wê cuwanên Kurd tolhildanê bigre. Mirin ji zilimkaran ra! Mirin ji derewkar û qehpikan ra!” (Dr. Vet. M. Nûrî Dêrsimî, Di Dîroka Kurdistanê da Dêrsim, r. 190-191, Weşanxana Zêl, Stanbol 1994)

Seyîd Riza ”Min bi dek û dolabên we ra serî dernexist, ev ji min ra bû derd, lê min jî li pêşberî we çok danenî (stûyê xwe xwar nekir), ev jî bila ji we ra bibe derd!” gotîye.

Van gotinan Seyîd Riza ji M. Kemal Atatirk ra dibêje. Jib er ku M. Kemal, di bin perdeya xapandinê da xwestibû ku S. Riza dawa lêborînê jê bixwaze ku ew were efûkirin. Lê S. Riza di pratikê da rêvebirên Ankarayê yên hevalên M. Kemal ceribandibû û êdî baş têgihiştibû ku Ankara dixwaze li herêma Dêrsimê qetlîam bike û koka Dêrsimîyan bîne. Loma ew li hemberî M. Kemal bersiveke bi serbilindî dabû û jê efûyê nexwestibû.  Ev helwesta S. Riza li hember M. Kemal û li ber darê sêpikê bandoreke mezin li ser Îhsan Sabri Çağlayangil hiştibû û loma wî di bîranînên xwe da vê rastîyê bêhemdê xwe be jî bi awayeke hurmetkar weha nivîsîye:

”… Seyîd Riza ji bêdengî û valahîya meydanê ra qêrîya her wek ku ew tije însan e: ´Evladi Kerbelayih. Bî hatayih. Ayiptir. Zulümdür. Cinayettir!’ (Em ewladî Kerbela ne. Bê xeta ne. Şerm e. Zulm e. Cinayet e) got. Mûyên min gij gij bûn. Ev zilamê kal rep rep meşîya. Çingeneyî tehm da, ben xiste qirika xwe, pîyê xwe li kursîyê xist û xwe bi xwe daleqand… ”

  1. Riza di vê hewildana xwe ya mêrxasîyê da neheq jî nebû. Wî bi çavên xwe dîtibû ku fermandarên Sîstema Ankarayê bi hezar dek û dolaban xwestine xelkê Dêrsimê bixapînin; eşîr bera hev dabûn, jibo qirkirina xelkê herêmê çi ji dest wan hatibû, têxistibûn jîyanê. Wan bi firokeyên xwe yên şer gelek herêm bombebaran kiribûn, kal û pîr, jin û mêr bi hezaran Dersimî revîyabûn şikeftan û wan deran ji xwe ra kiribûn sitar. Lê leşkerên Tirk devên şikeftan jî digirin û bi gaza dermanên mişkan Dêrsimîyan jehrî dikin ku li hundurê şikeftan xwe veşartibûn û hemî bi awayeke hovane tên kuştin. Keç û jinên Dêrsimîyên ku nexwestin bikevin destên eskeran, xwe bi xwe kuştin, xwe di kendalan werkirin, li ser zinaran xwe avêtin Çemê Munzurê û bi vî awayî dawî li jîyana xwe anîn ku di nav wan da keça Nurî Dêrsimî ya 14 salî Fato jî hebûye. (Dr. Vet. M. Nurî Dêrsimî, Eynê eser. R. 207)

İhsan Sabri Çağlayangil ku di dema Jenosida Dêrsimê da berpirsê ewlekarîya- emnîyeta- bajarê Malatyê bûye; nuha ji serokê CHP Kemal Kılıçdaroğlu ra weha dibêje:

”… Ez encamê dibêjim. Wan qebûl nekir. Vekêşîyan şikeftan. Ordîyê gaza jehrî bikaranî. Li alîyê hundurê derîyên şikeftan. Wan wek mişkan bi jehrîyê xistin. Ji heft salî heta heftê salî ew Kurdên Dêrsimî serjêkirin. Hereketeka bi xwîn bû. Doza Dêrsimê jî temam bû. Otorita (desthilatdarî) Hukumetê jî ket nav gundan û Dêrsimê.  Dêrsim weha temam bû…” (Bîranînên İ. S. Çağlayangil, Hevpeyvîna İ. S. Çağlayangil jibo Kemal Kılıçdaroğlu)

Seyîd Riza ji M. Kemal ra weha dibêje:

” Min jibo sulhê, jibo komarê gelek tişt kir. Ez bûm alîkar jibo berhevkirina (civandina) çekan. Çek hatin berhevkirin. Hat gotin ku van zilaman bên teslîmkirin, min wan teslîm kir. Dema her tişteke ku xwestin, ”ev dawî ye” gotin. Paşê despêkirin jibo xwestina zêdetir tiştan. Daxwazên we qet temam nebûn. Ez ewil van tiştan tênegihabûm. Paşê ji Qanûna Tuncelîyê ku derçû ez baş têgihiştim. Ez ewle bûm ku em Dêrsimî çi bikin jî ev we ranawestîne. Ji serî da pîlana we ew bûye ku tevayîya Dêrsimê ji ortê bê rakirin, ji kokê ve were tunekirin. Gelek dereng be jî ez wê têgihiştim. Ez poşmanê tu tiştek nînim ku min kirîye, ez efû (lêborîn) jî naxwazim, ev gotinên min ên dawîyê ne, tu tiştekî dî jî nabêjim.” (Mehmet Gul, Rûpelanu, 11.11.2018)

Kujerên Sistema Ankarayê yên hov hewqas tirsonek in ku hurmetê ji gorbihiştên Kurd ra nîşan nedane; her wek di bûyera dardakirina (kuştina) Şêx Seîd û 47 hevalên wî da hatîye dîtin, wan cesedên canfîdayên Kurd jî ji malbatên wan û ji gelê Kurd veşartine û wan winda kirine û heman tişt anîne serê Seyîd Riza û hevalên wî jî. Ev kiryarên bi hovîtî, di belgeyên resmî yên dewletê da jî hatîye qeydkirin. Li gora belgeyên dewletê aqîbeta cesedên Seyîd Riza û hevalên wî weha bûye:

”Ceset hatin veguhastin bo erdeke xalî û bi gazê hatin şewitandin. Bermahîyên wan jî têxistin çuwalan û di navbera Stasyona Trênê ya Merkeza Elazîzê (Xarpêtê) û Stasyona Trênê ya Yolçatîyê da xistin çalekê û defin kirin. Xerîte û zapitnameya (girtînameya) cîyê definkirinê, xeberdanên li trênê, digel dengê qeyidkirî, digel nexşeyê (xerîte), teslîmî Îhsan Sabri Beg bû. Ev rapor du nusxe hatîye amadekirin. Nusxeya 1. jibo Serokwekalet, nusxayek jibo Îhsan Sabri Beg hatîye teslîmkirin…” 

Di nav çarçoveya xwemikurîyên İ. S. Çağlayangil da bi awayeke vekirî tê dîtin ku ji despêka Serhildana Kocgirîyê heta Qirkirina Dêrsimê; Seyîd Riza xwestîye bi awayên aştîyane û demokratik şolên heyî bên çareserkirin. Lê kargêrên sistema Ankarayê ji mêj ve Pîlana Jenosida Dersimê amade kiribûn û wê gav bi gav xistin jîyanê. Bi tabîreka dî, ew pîlana ku dixwestin li ser qirkirin û tunekirina Rûm, Ermen, Kurd û gelên dî yên di nav sînorên osmanî û tirk da mabûn; neteweyek tirk biafirînin û loma çi ji destê wan hat kirin.

Bi pêkanîna qirkirina Dêrsimê ve bizavên Koçgirî, Şêx Seîd û Agrî ku bi xwînê hatibûn xemilandin û Kurdistan serûbino bûbû, wek xeleka dawîyê li Dêrsimê temam bû. Seyîd Riza û hevalên xwe jî, wek bi sedan û bi hezaran cangorîyên Kurd û Kurdistanê ku ji qonaxa Abdirrehman Paşa ya 1806an da rûdabû; dom kir heta qonaxa Qirkirina Dêrsimê ya 1938an. (Rapora Dêrsimê, 100 nusxeyên taybetî hatine çapkirin, yê çap kiriye, Fermandarê Giştî yê Cendirme Kazim Orbay e.)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir