Îro 31 salîya salvegera serhildana gelêrî/Raperîn ya Başûrê Kurdistanê ye

 

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê
Tevgera Demokratîk a Kurdistanî
Kürdistan Demokratik Hareketi
Democratic Movement of Kurdistan


31 sal berê di 05.03.1991an de, li bajarê Ranyayê Başûrê Kurdistanê neteweya Kurd dijî dîktatorê serdema 20an, Saddam Husên û dezgeha komkujîyan, partîya BAASê serî hilda. Di demek kurt de serhildan li tevaya Başûrê Kurdistanê belav bû. Di encama vê serhildana gelêrî de bajarên Silêmanîyê, Hewlêr û Duhok bi bajarok û gundên xwe ve hate rizgarkirin.

Ev raperîn bu bingehê avakirina dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê. Îro Başûrê Kurdistanê di pêvajoya dewletbûnê de bi biryar tevdigere. Destkeftîyên referandûma serxwebûnê ya 25/09/2017an yek ji temînat û meşrûîyeta dewletbûnê ye.

Em TDK-Tevger roja serhildana gelêrî ya Başûrê Kurdistanê li miletê Kurd pîroz dikin. Bîranîna vê serhildana pîroz, bi bawerîya me yekgirtina hêza pêşmerge, îstîxbarat û aborîya Kurdistanê ye. Di bingehê yekgirtina hêzên neteweyî de parastina encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê ye.

TDK-Tevger di vê roja pîroz de, bangî tevaya hêzên neteweyî û demokratîk yên Kurdistanê dike ku hêzên xwe bikin yek, hevkarîya xwe ya sîyasî bihêztir bikin da ku em bikaribin bigêjin armanca xwe.

Pîroz be serhildana gelê me ya Başûrê Kurdistane!

Silav li pakrewanên serhildanên miletê Kurd û Kurdistanîyan!

Ruhê wan şad be!

05.03.2022

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê
TDK-Tevger

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *