SIRRA DI NAVA SEETÊ DE (SAATİN İÇİNDEKİ SIR) -2

Salih dibê: ‘‘di hefsxana Sagmacilar, cara pêşî ez li rûyê rêxistinê yê îdeolojîk û hişk rast hatim. Ji bo kadiran, girêdana îdeolojîk û lênerîna Marksist-Leninist şert bû. Ji dêbla parastin û yekîtîya hestên netewî, şerê di navbêna çînan de asas dihat girtin. Behsa Kurdistanê û netewetîyê kirin, wek `netewperestîya kevnar` dihat binavkirin! Di derbarê her rewş û bûyerê de, lênerîna partîyê ya fermî heye, vatinîya her kadirî ya pêşî, divê vê lênerînê ji ber bike û bê qeyd û şert biparêze. Halbukî em bi armanca azadî, nuhayî û guhertinê derketibûn rê; lê daxuyanîya hizra xwe, encax li ser asasê rastîya partîyê ya misoger tu karî bike; daxuyanîyek ji ya partîyê cuda yan rexnegirî, wek ji rê derketin yan jî bîyanîbûna xeta partîyê dihat dîtin.‘‘

Nivîskar, di hefsxaneyan de, di bin navê perwerdeyê, komîte û rêxistinîyê de, bi brokrasîyek hişk, raman û jîyana mirovan ya kesane, têkilîyên wan yê bi hev re çawa dixin bin zept û reptekê, eşkere dike.

Nivîskar diyar dike ku berpirsên cahil ku serast bi Tirkî nizanin binivîsin, çawa fermanên şaş didin; wek `gerek herkes bi Tirkî makale binivîse‘ û çawa dem û afirandêrîya kesên zane jî bi biryarên vala xerc dikin!

Nivîskar, behsa kesên ji lêpirsînê tên hefsxanê dike û çawa ji alî komîta hefsê îfadeya wan kesan tê girtin; Dibêje ku ew kesên ji alî polîsan ve bi xwe verşîyane û her tişt mikur hatine ku dûvre bûne komîte, piştre ew kesên ji alî îşkencedaran ve perîşan bûne û hatine girtîgehê, wan çawa biçûk dixe û ceza dike, lê qet nafikirin ku duhî wan jî eynî tişt kirine û çenek empatî rêbidin! Derba ku polîs li kesayeta wan kesên girtî dida; dawîya mayî jî partîyê temam dikir. Ev jî dibû sebebê ku partî wan kesan di her karê xwe yên xerab de bixebitîne!..

Ji alî din ve keçên ku Apo bi wan re raketîne, him di bin çavan de ji polîsên îşkencedar re û him jî ji komîta hefsê re mukur hatine.

A.Ocalan, ji bo ku hakîmîyeta xwe li ser partîya xwe misoger bike, çawa konferans û lêpirsînên bi derewa saz dike û her mirovê ku bi awakî berxwe dabe û teorîk zanînek wî hebe, şahidên ku bi derewan derdixe û wan tirsonek, bi zaaf rêdide û  ji çav dixe; yan kadirên ku bi emrê wî hatine kuştin, çawa wek xayin rêdide, li hefsxanan jî dikin mijara perwerdeyê.

Nivîskar, ji agedarîyên gerîlayên ku ji alî hêzê dewletê ve hatine girtin fam dike ku talîmatên ku Apo bi bêtêlan dide serbazên gerîlla ku elemanên dewletê jî lê gohdar dikin, di nava gel de jî welatperwerên hêja yên mîna Mele Mihyedîn deşîfre dibin û dûvre tên kuştin.

Dewleta tirk û pkk bi hev re çawa ji herêma Çukurca, Uludere piranî ji eşîreta Goya, li dor 30 hezar mirovên Kurd zorgayî koçkirina Başûrê Kurdistanê dike, li hember rêvebirîye Kurd him pkk û him jî dewleta tirk wan wek pergalekî zextê û êrîşê bikartine.

Nivîskar rewşa daraz û edaleta tirk û biryarên mahkemeyan yên li dijî Kurdan jî eşkere dike û dibê: hemû biryarên li dij Kudan sîyasî ne û ne li gor normên huqûqî, lê li gor dîrektîf û raporên hêzên mît, emnîyet û leşkeran biryar didin.

Bûyera ku pirtûk navê xwe jê distîne, endamê pkk yê bi navê Şerîf Mercan ku li îstasyona trênê ya Tuzla Îstanbul`ê li hember şagirtên serbazî  yên artêşa tirk çalakîyek bombe pêktîne, pênc namzetên serbazî tên kuştin û sî û şeş jî birîn dibin. Piştî ku ev meriv tê girtin û dema li hefsxana Bursa`yê ye, di nava saetê de biryara înfaza wî tê şandin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *