Îro 101Salîya  Destpêka Tevgera Kurd ya Koçîgirîyê Ye

100 sal  berê , di destpêka rûxandina Împaratorîya Osmanlîyan de wek Jonturkên Nû gelek gelên ku di bin destê  Împaratorîya Osmanlî de bûn, di hewla azadîya gel û welatê xwe de bûn.

Herweha di wê demê de dewletên mezin yên wek Îngilîz û Firansizan yên ku li herêma Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêzîk de xwedîyê mîsyonên mezin bûn jî, li gor berjewendîyên xwe bi karê dizayînkirina herêmê re bûn.

Di nav rewşenbîr, xwenda û arîstokratên kurdan de jî hest û hişmendîya azadîya gel û  serxwbûna welat germ bibû. Ji bo zêdekirina hestên welatperwerîyê, hestên azadîya gel û serxwebûna Kurdistanê, di demeke kin de gelek rojname û kovar derketin, komel û teşkîlat hatin avakirinê. Yek ji van teşkîlatan Cemîyeta Tealî Ya Kurdistanê bû. Dema ku qanî bûn ku li gel Jontirkên Nû yên ku di Îtihat ûTerakî de xwe birêxistin kiribûn û bi hêz bûn re nikarin bihevre bibin xwedî dewletekê.

Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê jî li Kurdistanê dest bi xwe birêxistinkirinê kir. Di hewla pêşî de  herêmên Koçgirî-Dêrsim, Diyarbekir û Wan hatibûn helbijartinê.

Dema Şoreşa Oktobirê de ku Ûris ji Kurdistanê kişîyan û kurd li herêma xwe bi awayekî otonom dijîyan. Îdareya wê demê ya Dewleta Tirkîyeyê destpêkir Siwarîyên Ordîya 6ê  ya Tirkîyê li herêma Koçgirîyê bi cîh bike. Ji bo wê jî gelek leşker kişandin herêmê. Ji ber ku Kurdan talankerî, wêrankerî û kuştinên Jontirkan baş dinasîn, Kurdan jî ji bo parastina xwe dest bi xwe amadekarîyê kirin.

Di destpêka 1921an de li hinekî devera bûyerên biçûk diqewimîn. Lê, tevger bi serokayetîya Elîşan Beg û Elîşêr Efendî de, di 6 Adar 1921 de destpê dike. Heyder Beg, Mehmed Izet, Nakî, Hesen Eskerî, Kazim di pêşengîya Tevgerê de cîh digirin.

Bi qetlîyama hezaran kurdan, bi kavilkirina 132 gundan û talankirina bi hezaran terş/heywan û zexîreyên gelên herêmê,  ev Tevgera Kurd ya Koçgirîyê di 25ê Hezîrana 1921ê  de diqede.

Ev dîmen li Bakûrê welatê me sedsale didome. Gelê Kurdistanê 200 sale têkoşîna azadîya welatê xwe dimeşîne.

Doza azadîya Kurdistanê îro bi ked û xebat û têkoşîna şehîdên Koçgirîyê, Pîran, Agirî, Dêrsim, Mehabad, Barzan, Qamişloyê gav bi gav destkeftinan bi dest dixe.

Destkeftiyên Dewleta Federe yên li Başûrê Kurdistanê, destkeftîyên li Rojavayê Kurdistanê, bi hevkarî, tifaq û bi hişmendîyeke netewî niştimanî,  ji hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê re dibe hêvî, dibe nimûne. Heta ku li her çar perçeyên Kurdistanê jî gelê me azadîya xwe bidest bixe dê ev têkoşîn berdewam be.

Em di 101 salîya tevger û serîhildan û berxwedana Koçgirîyê de rêber û şehîdên Tevgera Koçgirîyê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin.

06.03.2022

 

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *