HRW: Êrişên Tirkiyeyê zerereke mezin li bakurrojhilatê Sûriyeyê kiriye

Rêxistina Human Rights Watch (Çavdêriya Mafên Mirovan) ragihand ku Tirkiyeyê bi êrişên esmanî herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de “wêran” kiriye.

Rêxistina Human Rights Watch (Çavdêriya Mafên Mirovan) îro li ser zerer û ziyanên êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê raporek belav kir.

Rêxistinê di rapora xwe de got:

“Êrişên esmanî yên Tirkiyeyê yên bi balafirên şer û balafirên bêmirov ku li jêrxana sivîlan kiriye armanc, çavkaniya debara xelkê xistiye metirsiyê û elektrîk, tenduristî û xizmetên din ên bingehîn qut kirine.”

Dawiya Çiriya Pêşîna 2023yan rêxistinê raporek weşandibû û gotibû ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de av û elektrîka bi milyonan kesî qut kiriye.

Wê demê Tirkiyeyê êrişî av, elektrîk, zeviyên petrolê û tekane stasyona gaz ji bo tevahiya herêmên Rêveberiya Xweser derdixist, kiribû.

Human Rights Watchê destnîşan kir ku Kanûna Pêşîna 2023yan û Kanûna Paşîna 2024an, Tirkiyeyê dest bi êrişên esmanî yên tund kir ku navendên bijîşkî û rêyên ku “pir girîng” bûn û ji aliyê rêxistinên mirovî ve dihatin bikaranîn kirin armanc.

“Armanckirina jêrxana sivîl jî sûcê şer e”

Human Rights Watchê anî ziman:

“Êrişên ku zererên cidî digihînin sivîlan û cihên giştî li gorî qanûnên mirovî yên navneteweyî qedexe ne. Herwiha armanckirina jêrxana sivîl jî sûcê şer e.”

Human Rights Watchê, êrişên esmanî yên berdewam ên Tirkiyeyê yên li ser jêrxana sivîl, navendên ku xizmetguzariyên bingehîn pêşkêşî welatiyên Rêveberiya Xweser a ku piraniya şêniyên wê Kurd in dike, wêran kirine.

Rêxistinê diyar kir ku di nav wan cihan de “nexweşxane, nanpêjxane û stasyonên avê û ji ber vê yekê ji kar derneketine. Sotemeniya ku ji bo çêkirina xwarin, germkirin tê bikaranîn û çandinî winda dibe.”

Komeleyên Rêxistinên Civakî yên Rêveberiya Xweser 29ê Kanûna Paşînê ragihandin ku milyonek kes li bajarok û gundan bê elektrîk mane û zêdetirî 2 milyon kesî jî ava wan a pak nîne.   

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *