Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê!

Şeyhmus OZZENGIN

Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê!

58mîn Konfernsa Ewlekarî ya Munchenê (MSC) di (18-19ê 02.2022) de, bi amadebûna 35 serok, serkirde, 100 wezîrên derve û berevanî yên welatên cîhanê û bi sedan berpirs û pisporên ewlekariyê yên welatan destpê kir.

Vexwendin û beşdarbûna serkirdeyên Herêma Kurdistanê, di astek fermî de, ji bona konferansên bi vî rengî pir girîng e. Sazîya Netewên Yekbûyî, her çiqa navê wê, bi asta beşdarbûna miletan têt binav kirin jî; heta niha miletên bê dewlet ew derfet nedîne ku beşdarî civînên NY. Bibin û miletê xwe temsîl bikin. Ev neheqîyek mezin e û binpêkirina mafê miletên bê dewlet e. Divê Kurd hewlê bidin xwe ku vê prensîba NY hilweşînin û di temsîla miletê Kurd de, di NY de xwe temsîl bikin.

Di vî warî de serkirdeyên Konferansa Munchenê, ev prensîb rakirin û Kurd vexwendin vê civîna navdewletî. Di vî warî de daxûyanîya Serokê Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê (MSC) Wolfgang Ischinger pir girîng e ji bo temsîlîya kurdan di van civînên navnetewî de. Gavek erênî ye û Kurd divê di vê astê de zorê bidin derîyê NY jî. Serokê Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê (MSC) Wolfgang Ischinger, di daxûya xwe de dîyar kir ku:

“Ez di wê baweriyê de me ku mirov dikare bibêje ku aliyê baş ê Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ev be ku, em ne tenê serokên welatan û hikûmetan li gorî protokolan vedixwînin, lê yên herêman jî, ji ber ku di warê siyaseta cîhanî û herêmî û herwiha siyaseta krîzê de girîng in. Ji ber vê yekê ez di wê baweriyê de me ku di van çend salên dawî de biryara vexwandina serkirdayetiya Kurdistanê Barzanî biryareke rast bû.”

Birêz Serokê Konferansa Munchenê (MSC), Wolfgang Ischinger, destên xwe datîne ser birînek kûr a herêmên ku nebûne xwedî dewlet û eşkere dike ku, „tenê serokên welatan û hikûmetan li gorî protokolan“ vexwendina civîn û konferansên navnetewî ne helwestek raste. Dibêje, Divê em „yên herêman jî“ vexwînin van civînan. Payebilindîya Konferansa Munchenê jî bi beşdarbûna serkirdeyên Herêma Kurdistanê re jî giran dinirxîne.

Herêma Kurdistanê di asta Serokê Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê bi heyetek mezin re beşdarî konferansê bû. Serkirdeyên Kurdistanê li Munchenê, li gel Serokê Komsîyona Yekîtiya Ewropayê, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, wezîrên derve yên Fransa, Elmanya, Îtalya, Yewnanîstan, Qeter, Vatîkan di nav de, bi serkirdeyên 36 welatan re têkilî danîn û hevdîtin lidar xistin. Ev di warê hevdîtinan de serkevtinek girîng a dîplomasîya Herêma Kurdistanê ye.

Herêma Kurdistanê di vê konferansê de, bala pir welatan kişand û pirsgirêkên xwe, pirsgirêkên herêmê bi serkirdeyên van dewletên vexwendî re anî giftûgoyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di derheqa girîngîya beşdarbûna vê konferansê de ji tora Rûdavê re eşkere kir ku:

„Ev cure konferans ji bo ku beşdaran ji pêşhatên li herêmê bi giştî û bi taybetî yên Iraqê agahdar bibin, girîng e. Ji ber ku tiştên li Iraq û Sûriyê diqewimin bandorê li ser asayîşa giştî ya herêmê û cîhanê jî dike. Ji ber wê jî, weke Herêma Kurdistanê derfetek ji bo me bû, ku em bi rayedarên welatên cîhanê re di nav organîzasyonên bi vî rengî de, bicivin û nêrîn û ramanên xwe ragihînin û helbet nêrînên wan werbigirin. Ji aliyeke din ve dibe ku di demeke kin de bêyî ku pêwîstî bi prensîbên protokolî hebe, derfet çêdibin ku bi gelek berpirsan re hevdîtin û nêrînên Herêma Kurdistanê bên eşkerekirin.“

Ev konferans di demek pir girîng de pêk hat. Beşdarbûna serkirdeyên Kurdistanê a vê konferansê, ji vê hêlê de jî derfetên pir girîng bi xwe re anî. Hin, piştî hilbijartinan hewlên damezirandina hikûmetek nû a İraqê, hin hewlên Dadgeha Federal a İraqê, ku destdirêjî ser Neft û gaza Kurdistanê kir, hin astengên li pêşîya bicîhbûna destûra İraqê, madeyê 140 û pir hêlên din pir girîng bû. İraq, di her derfetê de hewlên destdirêjîya ser serwerîya Herêma Kurdistanê, destdirêjîya risqê Kurdan, bêçekkirina pêşmergan ji xwe re dike kar û dixwaze bi van karan pêşî li Kurdistanê bigire û destûpa hevpar, yekalî binpê bike.

Di van civînên navnetewî de Kurd divê her van derfetan ji welatê xwe û ji bona miletê xwe bikar bînin. Pirsgirêkên xwe bigihînin asta navnetewî û navdewletî û hewl bidin xwe ku di civînên NY de jî xwe temsîl bikin.

Bi raya min ji pir hêlan de îro, ku Kurd li Herêma Kurdistanê yekrêzîyek netewî bikaribin ava bikin û berjewendîyên hizbî bipaşde bikişînin û li ser berjewendî yên netewî hûr bibin; wê ev yek derfetê bide me, ku em bikaribin di asta navdewletî de bi gotûbêjan pirsgirêkên xwe çareser bikin. Derfetên zêrîn bidest bixin.

Divê Kurd ne ji bona berjewendîyên hizbî, ji bona çarenûsa xwe yekrêz û yekbiryar bin.

20.02.2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *