Heyetên Partîya Welatparêzên Kurdîstanê (PWK) Li Mêrdînê Seredanê Partîyên Sîyasî û Sazîyan Dikin

Heyetên Partîya Welatparêzên Kurdîstanê (PWK) Li Mêrdînê Seredanê Partîyên Sîyasî û Sazîyan Dikin
 
Şandên Teşkîlata Mêrdînê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), di rojên 08-09/02/2024 an de li Qoserê bi şandên cuda seredana hinek partîyên sîyasî, komele û sazîyên sivîl û meslekî kirin.
 
Şandên PWKyê, ji bo danasîn û pêşkêşkirina sîyaseta PWKyê ya di derbarê hilbijartinên herêmî yên 2024ê ku bi şîara “werin em namzedên xwe bi hev re tesbît bikin, werin em bajarê xwe bi hev re birêve bibin!” bi tirkî û kurdî (kurmancî, kirdkî-zazakî, li gel bername û deklerasyona PWKyê pêşkêşî alîyên peywendîdar kirin.
 
Di roja 08/02/2024an de, bi şandeke kû ji endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê M. Nezîr GELERÎ, rêvebirên PWKê Omer ERDEM û Osman ÇEPER pêk hatibû, bi Serokê Partîya GELECEK ya Navçeya Qoserê Emin AYDIN, Serokê Partîya HAK-PAR (Partya Maf û Azadîyan) ya Navçeya Qoserê Ramazan İlhan û bi Serokê CHPyê yê Navçeya Qoserê İsmail YAMAN û bi rêvebirên van partîyan re hevdîtin pek anîn.
 
Di roja 09/02/2024 an de şanda PWKyê ku ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Bedran ACAR, endamên Meclîsa Partîyê ya PWKyê M. Nezîr GELERÎ û Nûrettîn KILIÇ pek hatibû, serdana Serokê Komelaya Muxtarên Qoserê Hatîp ŞERAN, Serokê Odeya Hunerkar û Esnafan ya Qoserê (Esnaf ve Sanatkarlar Odası), Serokê Partîya DEVA (Demokrasî ve Atılım Partisi) ya Qoserê Mehmet BIÇAK û Serokê Komele ya Cotkaran Mîkaîl ERBEY re hevdîtin pêk anîn.
 
Di her du hevdîtinan de jî revebirên PWKyê helwest û proja ku PWKyê di derbarê hilbijartinên herêmî yên 2024ê de dîyar kiribû, bi nivîskî pêşkêşî alîyên peywendîdar kirin û bi awayekî giştî helwesta PWKê di derbarê tifaqên mîlî demoqrat û Kurdîstanî pênase kirin.
 
Berpirsên partîyên sîyasî, komele û sazîyan ji ber van seredanan kefxweşî û spasîyên xwe pêşkêş kirin, gilî û gazincên xwe yên bê hevkarîyê û bê tifaqîya Kurdan anîn zimên.
 
Di van hevdîtinan de dîyar dibe ku pêwîstîyeke mezin bi dîyalog û danû stendinên di navbeyna partîyên sîyasî û saziyan de heye.
 
Serdanên şandên PWKyê yên li Mêrdînê berdewam dikin.
 
10.02.2024
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *