Nivîskarê Kurd Burhan Sonmez li Parlamentoya Brîtanyayê axivî

Yek ji nivîskarên Kurd ên girîng ê cîhana edebiyatê Burhan Sonmez, li Parlamentoya Brîtanyayê li ser mijara “Azadiya Ziman, Wêje û Ramanê” axivî.

Axaftin ji aliyê “Endeksa Lijneya Sansurê” ya Kamaraya Lordan ve hat pêşkêşkirin.

Di axaftinê de behsa sansur û edebiyata li Tirkiye û cîhanê hat kirin.

Pêwendiya di navbera şanoya Zimanê Çiya ya Harold Pinter û qedexekirina zimanê Kurdî û paşguhkirina nasnameya Kurdî hat vegotin.

“Em eqilê Kurdî ji Tirkî re dikin neynik”

Herwiha li ser pirsa mijara “Ziman û aîdiyeta neteweyî” Burhan Sonmez diyalogeke xwe ya bi Yaşar Kemal re vehuhast û wiha bersivand:

Dema em bi Tirkî binivîsin jî em eqilê Kurdî jê re dikin neynik û dinivîsin.”

Nivîskarê Kurd Burhan Sonmez ji navçeya Haymanayê ya Konyayê ye, şopên efsane û karakterên Kurdî di her pênc pirtûkên wî de diyar dibin.

Pirtûkên Burhan Sonmez wergerandine 20 zimanî û wî pirtûka xwe ya dawî bi Kurdî û Tirkî nivîsiye.

Nivîskarê Kurd ku Serokê PENa Navneteweyî ye, bi pirtûka xwe ya bi navê “Kevir û Sî” bû berbijêrê Xelata Wêjeyî ya Îrlandayê.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *