Êrîşa Pkk li hember Dewleta Federal û Wateya Serdana Heyeta Bakur

Weke tê zanîn li hember êrîşên pkk li hember pêşmerge û helwesta wê bi giştî li hember partî, Hukumet û serwerîya Dewleta Federal ya Kurdistanê, bi wergirtina îmzeyên 400 sîyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û welatperwerên Kurd, heyetek Bakurê Kurdistanê çûn Başûrê Kurdistanê. Bi nûnerên Dewleta Federal, Parlamento û rêvebirîya Hukumet û partîyên sîyasî yên Başûr re hevdîtin pêkanîn, di derbarê helwest û armancên pkk de ew agedar kirin.

Ev heyet piştî hevdîtîn û çalakîyên xwe yên sê rojan vegerîyan Bakurê Kurdistanê û îlan kirin ku wê çalakîyên xwe bidomînin. Ez jî piştgirekî vê çalakîya watedar im.

Divê em rewşa pkkê zelal bikin: ya rast piştî hatina A. Ocalan Turkîye, bi daxwaza Ocalan pkkê dev ji hemû armancê xwe berda; armanca xwe ya sereke wek “demokratîzekirina dewletên serdest û yekîtîya gelan” destnîşan kir. Vekirî li dijî netewetî û dewletbûna gelê Kurd helwest girt. Ji ber vê helwesta pkkê, kadirên pkk yên mîna Dr. Sait Çurukkaya, Kanî Yilmaz, Osman Ocalan, Hîkmet Fîdan him li Qendîlê, him li her beşê Kurdistanê û him jî li Ewropa bi hezaran kadir û endam ji pkk veqetîyan.

Dema Velî Kuçuk serbazê Şerê Taybet ku digot: “min jîtem avakirîye” ji doza Ergenekonê hat girtin; di lêgerîna mala wî de belgeyek hat bi destxistin. Di wê belgeyê de dihat gotin ku: “A. Ocalan dibê: `pkk di bin kontrola min de ye û ezê pkk ji nava “sînorên Turkîye derxim der û şer bidim sekinandin`, lê me vêna red kir û me biryar da: ji bo ku valahî çênebe û hêzinî din nekeve dewsa wan, bi kêmanî divê 500 çekdarên pkk bimîne û di demek kin de divê em 200 serbazên xwe yên perwerdekirî bişînin nav pkk û wê bi temamî têxin bin kontrola xwe!”

Berê serdestan, gelê Kurd û zaroyên wî bi îdeolojîyên sosyalîzmê û îdareya Îslamî dixapandin, digotin: “emê sosyalîzmê yan îdareya Îslamî saz bikin, wê gavê emê pirsgirêka neteweya Kurd jî çareser bikin!” Lê bi tecrûbe terket meydanê ku ev xapandin û derew bûn. Piştî ku ev derewana derketin holê, îro serdest, bi rêya pkk ku xwe wek partîyek Kurd bi gelê Kurd daye qebûlkirin, vekirî dibê: “ji Kurdan re dewlet ne pêwîst e û dewlet xerab e!” lê dewletên mêtinkar, nîjadperest û barbar yên heyî jî pîroz dike û wek dewletên xwe bi nav dike!

Lê dewleta Iraq defakto û bi destê Amerîka çenekî demokratîk bûye û gelê Kurd îdareyek Federal ya Demokratîk ava kirîye; mafê her etnîk û cemaetê yê çandî, perwerde, bawerî û rêxistinî heye û hilbijartin demokratîk çêdibin û ji bo temsîlîyetê kota heye, lê pkk ya qaşo jibo demokrasîya gelan şer dike(!) û zarokên Kurd dide kuştin, lê vê îdara Kurd û qanûnê wê nasnake û xwe alternatîfê wê îlan dike!..

Pkk/pyd/hdp û çi partî û rêxistinên bi pkk ve girêdayî tev dibêjin ku: “em partîya gelan e, em li dijî netewetî, serxwebûn û dewletbûna Kurdan e, dewletên heyî muhatabê me ne!” Yanî pkk partîya Turkîye ye ne a Kurd û kurdistan e; pkk partîyek bîyanî ye! Wê gavê karê pkk li Başûrê Kurdistan çiye?

Pkk li her çar beşê Kurdistanê, her roj mirovên Kurd yên bê çek dikuje û zarokan dirîvene û dide kuştin! Gudîyên diçin daristanê, daran berev dikin; karkerên bi heqê xwe di rêyan dixebitin bombe dike û dirîvîne, dide ber gulehan. Bombeya dike nava mehelan û seranser taxan hildiweşîne!.. Başe, ma qey ev ne kiryarên terorîstî ne!

Pkk bi sedan gundên Kurdistana Başûr dagîr kirîye; xwîkîtîyê ji gundîya distîne; wan ceza dike û îşkence dike; zarokên wan direvîne. Pêşmergeyên pasevan dikuje, Şengal û Kerkuk tevlî YNK û Goran teslîmî Haşdî Şabî û dewleta Iraq kirîye. Maxmûr kirine hepisxaneyek servekirî!

Helbet ji bo kesê ji roja ku pkk derketîye meydanê û heta niha dişopîne; pkk hêzek ji alî neyarê Kurd ava bûye û çi hêza ku ji dewletên mêtinkar re xeter be, êrîşî wan kirîye û wan tar û mar kirîye. Li ku kurdekî hêja, milîtan û welatperwer û serxwebûnxwaz hebe, ew kuştîye. Pêşî çi nîrxekî gelê Kurd hebe, xwe wek xwedîyê wê rêdaye; piştî ku hêza Kurd ya netewî ji holê rakir, êdî vekirî hebûn û mafê gelê Kurd înkar dike û serwerîya neteweyên serdest diparêze.

Pkk, li herçar perçê Kurdistan bûye hêzek asîmîlasyonîs û çeka neyarê gelê Kurd. Divê pkk dev ji çekê berde.

Pkk, zarokên Kurd ji bo stratejî, plan û berjewendîyên mêtinkaran dide kuştin.

Pkk, êrîşên mêtinkaran li hember gelê Kurd meşrû dike.

Pkk, rê dide dewletên Turk û Îran ji bo ku Hukumeta Herêma Kurdistan dorpêç bike û ji holê rake.

Kîjan Kurd ku li dij helwestên Pkk dernekeve bila behsa Kurd û doza Kurd neke; çimkî pkk dê tevî ji holê rake!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *