Resensîyonek li ser pirtûka nivîskar, Mikael Sandström 

Nuri Aldur

Navê pirtûkê : Sånt är livet, berättelser från akuten

Bazar förlag, 2023

Nivîskarê vê pirtûkê/Mikael Sandström doktorê tibbêye û gelek ji me, wî mîna pisporê nexweșî û farmacia ji TV4 dinasin. Ew di vê pirtûka xwe de serpêhatîyên xwe (bi hemî awayên zanyarî/ilmî – balam bi zimanekî gelerî) yî ku di gelek salande li nexweșxanan û klînîkên acîlan jîyaye anîya zimên û li ser kaxezê bo me xwendevanên xwe amadekirîye û pêșkêșî me dike. Ewe di kar ê xwe de doktorê narkos ê ye/pispora anjî mûtehasise – lê zanyarîya wî di gelek beșêndin de jî bilinde, ji ber ku gelek caran/deman de pêvajoyên hesas û ne-hêsanre derbas bûyîye. Pirr caran wî xwe ne emîn dîtîye, zanyarî û bersivên xwe kêm anjî zeîf qabûl kirine – lê ew her li bersivan gerihaye, li gel kesêndin/ kolegîal, dain û standina(mûnaqeșe û dîalog) kirîye. Ne kêm caran ew di kêlîyên metirsdarîre derbas bûyîye, û wî bi lêkolîn û li gel hevkaran zehmetî çareserkirine; anjî êș û keder – kul û derdên kesan / nexweșan kêmtir kirine. Belkî hemî caran nexweș bi temamî rehet nedibûn, lê eger jîyan bo wan kesan hinek rehettir/xweștir bibe, ew jî serkevtineke hem bo yên nexweș û hem jî bo xizmên nexweș, doktoran û civakê.

Nivîskar ne tenê li ser meselên derman, dîagnos û raporên tibbê di sekinê. Ew babetên xwe bi jîyana rojana û sosyal ve jî girêdide û helbet eve pirr normala jî.Çima normala ? Ji ber ku kesên nexweș ne tenê di fîzyolojîyêde/anatomîyêde xwedî êș û derde – bandora nexweșîya fizîkî, otomotîkî li psîkolojî ya nexweș jî dikêye. Dîyalogên nexweș bi doktorre, heval û xizmanre û kesêndinre xwedî roleke giringe.Û heta û heta evan peyvendîyan anjî sohbet û enformasyonan car carna ji dermên û tedewîyan belkî pêștetir tên. Agadarîyên baș, kontaktên bi rêk û pêk jî mîna dermanên reçetêne. Eve pirtûk ji gelek nivîsên(kapîtel) jev cûde – serpêhatîyên jev cûde hatîye amadekirin. Her nivîsek (anji beșek/kapîtelek) bi ser ê xwe ye û babeteke taybete ku bi rewșa xwe hatîye binavkirin. Di nav van sernivîsan de yek ji wan jî bi navê, ”Historien om en bergskurd”e. Eve çîroka kurdekî nexweș ku di dema ku li kampa penaberan de dijîye. Problema tercûman/verger û vergerandina zimanan tema vê nivîsêye/serpêhatîyêya.

Li gor Nivîskar, jîyana kesan jev cûdaye, lê bi gelamperî/ûmûmî jîyana gelek kesan(kêm – zêde) tijbihê hevdû û gelek mûșterekîyên wan mîna hevin û wek mînak pêwîstîya xwarin, evînê, dilovanî, emîntî û aștî û evan merov karêt ji sedî 10 ta 20 bandorekê li jîyana xwe bike. Lê mesela genetîkê anjî mîrasê ji sedî 0(sifir) ta 50 merov hîç nikarê bandorekê bike. Lê bê goman emê bikarin ku ji sedî 30 ta 40 bandorê li jîyana xwe bikin û ew jî girêdayîye bê ma tu kîyî, xwedî çi tecrûbe anjî çi plan û hedefênte di pêșerojêde hene.

Nivîskar ji zanyarî û tecrûbeyên xwe, ku ji nexweș û ji nexweșên xwe yî mirî fêrbûyîye, hinek noktan derdixê holê û wan bo me xwendevanên xwe tawsîye dike:

¤ : jîyan a xwe(dilșahî-kêfxweșî) nûha bijî,

¤ : li gel hinek dostên xwe yî herî nêzîk/bijarte çûn-hatin bike,

¤ : der û doreke xwe yî rehet û emîn çêbike,

¤ : car carna pêwîstîya bêhnvedan/pausan heye û bike,

¤ : wa bi hizire ku te heya nûha xwestîye, ya herî baș û xweș bike û bijî ye,

¤ : tu kes nikarê hemî tiștî bi xwe halbike; arîkarîyê bixwaze,

¤ : wa bawerbike ku kesêndin bașî û xweșîtîya te dixwazin. (1)

Ezê vê resensîyon a xwe bi gotenekedin ya nivîskar tewaw bikim: ”…dema yên baș hîç tiștekî nekin, xerabî bi ser dikevê…” anjî ”… ji ber ku xerabî bi ser bikeve, divêt yên baș bê deng û pasîvbin…”.(2)

Çavkani:

1) rûpel, 203

2) rûpel, 39

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *