GEVER – 600 xwendekar dersa Kurdî dixwînin lê tenê 3 mamoste hene

Nîşan Dersa Kurdî Gever Zimanê Kurdî Mamosteyên Kurdî

Li gorî amarên ku Rûdawê bi dest xistine, tenê li navçeya Geverê ya Colemêrgê zêdetirî 600 xwendekar dersa Kurdî dixwînin lê tenê 3 mamoste hene.

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê û îdareyên peywendîdar amarên derbarê xwendina Kurdî de eşkere nakin.

Lê belê li gorî amarên ku Rûdawê bi dest xistine, tenê li navçeya Geverê zêdetirî 600 xwendekarî dersa Kurdî dixwînin.

Tevî vê hejmara xwendekaran jî li navçeyê tenê 3 mamosteyên bi kadro hene.

“Dersa Kurdî gelekî xweş e”

Li Gever, Şemzîna Çelê, Rubarok û navenda Colemergê pêvajoya helbijartina dersên Kurdî berdewam dike.

Li bajêr kampanyaya îsal a dersa Kurdî bi germî hat pêşwazîkirin.

Malbat dixwazin ku mamosteyên zêdetir bêne tayînkirin.

Zarokên dersa Kurdî dibînin bi keyfxweşî behsa naveroka dersa xwe dikin.

Xwendekarê bi navê Yavuz ku dersa Kurdî dibîne got:

“Dersa Kurdî gelekî xweş e. Em fêrî gelek tiştan dibin û hindek caran jî di deh xulekên dawî yên dersê de em govendê digirin. Dersa Kurdî gelekî xweş e.”

“Em ji dersa Kurdî hez dikin”

Xwendekar Argeş got:

“Dersa me ya Kurdî gelekî xweş e. Navê mamosteya me Rabîa ye, em gelek çalakî û karên cuda û xweş dikin û em ji dersa Kurdî hez dikin.”

Xwendekarê bi navê Sekvan jî diyar kir ku ew ji bo fêrbûna Kurdî gelek caran li dîmenan temaşe dikin.

Li navenda Geverê nêzîkî 600, li Şemzînan li 11 dibistan û li Rubarokê li 6 dibistan dersa Kurdî tê dayîn.

Hejmara xwendkarên dersa Kurdî li Gever, Şemzînan û Rubarokê digeheje derdora 3 hezar 500 xwendkarî.

Xelkê navçeyê giringiyekî zêde bi xwendina Kurdî didin.

“Ziman mafê me yê rewa ye”

Mamoste Rêber Karahan jî got:

“Çawa zarokên Tirkan fêrî zimanê xwe dibin pêwist e em jî wekî Kurd zimanê xwe biparêz in û biaxivin.

Pêwîst nake em hema behsa vê meselê bikin jî jixwe ev mafekî rewa ye.”

“Pêwîst e li kêleka dibistanên Tirkî dibistanên Kurdî jî hebin”

Welatiyê bi navê Şabedîn Bozkurt wiha axivî:

“Mafê me heye mafê zarokên me heye ku em zimanê xwe bizanin û biparêzin pêwist e ku li dûrî polemîkên siyasî mijar giring bê zanîn. Pêwîst e li kêleka dibistanên Tirkî dibistanên Kurdî jî hebin û her zarokekî Kurd jî bikare bi zimanê xwe bixwîne.”

Tevî ku li Geverê hejmara xwendekarên dersa Kurdî zêde ye jî li gorî zanyariyan li navçeyê tenê 3 mamosteyên bi kadro yên dersa Kurdî hene.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *