Cil û bergên dîzaynera Kurd li Ewropayê rastî eleqeyeke mezin tên

Nîşan Dîzayner Seda Ramanlî Cil û Berg

Cil û bergên ku dîzaynera Kurd Seda Ramanliyê li Ewropayê rastî eleqeyeke mezin tên.

Seda Ramanliya bi eslê xwe ji bajarê Êlihê ku li Almanyayê dijî û bi dîzayna cil û bergan tê nasîn.

Dîzaynera Kurd Seda Ramanli bû mêvanê bernameya Diasporayê ya Rûdawê ku ji aliyê Hêmin Ebdullah ve tê pêşkêşkirin.

Ramanliyê diyar kir ku çanda Kurdî û Ewropayê têkil kiriye û cil û bergên ku ciwan bikaribin li xwe bikin dîzayn kirine.

Ramanlî da zanîn ku ne tenê Kurd, Alman jî eleqeyeke zêde nîşanî cil û bergên ku çêdike didin.

“Em dixwazin çanda xwe bidin nasîn”

Ramanliyê eşkere kir ku ew dixwaza li gorî çanda xwe kar bike û got:

“Em dixwazin çanda xwe bi hemû cîhanê bidin nasîn. Beriya niha mafê me Kurdan winda bû lê ez û gelek xwişkên me yên Kurd xwedî li vî karî derketin.

Gelek kes bi karê me dilxweş in. Hinek dîzaynirên Kurd li gorî çanda me ya berê (cil û bergan) çêdikin. Min jî xwest bi vê re tiştekî nû çêbikim.

Min xwest ku ciwan jî cilên me li xwe bikin. Hinek cil hene keçên me yên ciwan nikarin wan cilan li xwe bikin. Ez niha bi wê şêweyî çêdikim ku keçên 13 – 14 salî jî bikaribin li xwe bikin.”

“Her çar parçe jî piştgiriya min dikin”

Ramanli ku li ser medayaya civakî cil û bergên ku dîzayn dike parve dike, bal kişand li ser şopînerên xwe yên li ser medyayê civakî û got:

“Ji her çar parçeyên Kurdistanê şopînerên min hene. Ji her çar parçeyan jî piştgiriya min dikin.

Kesekî heta roja îro gotineke kirêt negotiya min. Piştgiriya min dikin. Gelek kes dibêjin em bi te serbilind in. Dibêjin tu li Ewropayê dijî, tevî ku temenê te ne mezin e jî tu xwedî li çanda xwe ya Kurdî derdikevî.

Ji zarokatiyê ve keyfa min ji vê karî re dihat. Ne tenê cilên Kurdî, ez her cure cil dikarim çêbikim lê min xwest bi taybetî cilên Kurdî li ser rûpela xwe deynim.

Min xwest ku çanda min a Kurdî bi ser bikeve. Min xwest miletê Kurd bi ser bikeve.

Bila hemû cîhan me nas bike. Bila bizanin ku em dikarin her tiştekê bikin. Ne tenê keçên Kurd, gelek jinên Almanî jî tên cilên me distînin.”

Dîzaynera Kurd di heman demê de li dibistanê dixwîne û helbestan jî dinivîse.

Ramanliyê da zanîn ku ew helbestên xwe jî bi zimanê Kurdî dinivîse.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *