GERYANA  ÎSRAÎL – JERUSALEM (QUDS) WARÊ SÊ OLAN

M B Boskan

Min Îsraîl meraq dikir. Ewçend nûçeyên erênî û neyênî li ser cuhîyan û Îsraîl dihatin rojevê ji min re gelek balkêş bûn.

Min û kurê xwe Serkan biryar da em herin Îsraîl. Em bi balafirê çûn Telaviv. Ji xwe welatek piçûk e, me erebe kirê kiribû û dikaribû bi asanî lê bigerîyana.

Paqijîya kuçe û rêyan, bajar û gundan bala meriv dikişand. Welat gelek paqij bû, meriv li tu deverî sergo nedidît. Ji alîyê din ve, di tevayîya geryana xwe de em rastê qêrîn û dengê bilind nehatin. Gel pir bêdeng bû.  Di qehwexanê û “bar”an da jî dengê ku meriv nerehet bike tunebû! Welatek xweş û paqij xuya dikir!

Tişt li gora Hollanda buhatir bûn! Li bazaran û li hinek taxan xizanî xwanê bû, lê paqijî li taxên kevnar û yên xizan jî balkêş bû.

Bêguman cîyê herî balkêş ji bona min Quds – Jerusalem bû. Quds ji bona hersê dînên xwedî kîtab û berfireh cîyekî pîroz e. Ji xwe li Îsraîl,  ji derveyî Qudsê, meriv pir kêm rastê nîşanê dînî tê. Jinên serîpêçayî, zilamên kuma tepik, xaçparêzên bi kum û bi cubeyên xas, bala meriv qet nakşînin.

Lê berevacîyê wê, gava meriv digîje Qudsê dîndarî difûre, dipijiqe ser çavên meriv! Hemî qîz û jinên busulman pêçayî, hemî kur û mêrên Cuhî bi tepik, hemî kur û mêrên xaçparêz bi fotêl, cube û xaç û qîz û jinên xaçparêz bi xaç xemilandî ne!

Wek tê zanîn ev hersê dîn jî, xwe ji kevneşopîya A bram (Berhîm/Birahîm/ Îbrahîm pêxember) dibînin. Dînê kevnar yê ku Abram jê tê, dînê Zerdûştî ye. Herçend di destpêkê de Keya, mezinê dîn yanê pêxember dihat zanîn. Di hinek deman de Keya, xwe Xweda didan nîşandan: weka Nemird/Nemrûd. Cîgirê keya, kurê wî yê pêşî bû; lê gereke dê jî ji malbata keya bixwe bûya. Eger ji jina ku ji malbatê ye kur çênebûna , kurê ji jina derveyî malbatê yê mezin dibû cîgirê keya (Qral). Her ku binemal mezin bû, dîndarî bû beşek taybet ji civakê û bi hinek şertan ve hat dorpêçkirin.

Niha jî di dînê Êzdayetî de, kesek ji derve nikare bibe Êzîdî. Gereke ji dê û bavekî Êzîdî çêbûbe, heta ku karibe têkeve dînê Êzdayetîyê. Ji xwe Êzîdîyek nikare bi yekî/ê dervayî dînê xwe re bizewice!

Abram, vê qaîdeyê hanê, hinek siviktir kirîye. Di dînê Cuhîyan de, ji bona kesekî bibe Cuhî gereke dîya wî Cuhî be. Ev rê dide ku zarokên ji vî dînî pirtir bibin.

Abram ji Ruhayê (ji Kurdistanê), ji bona firekirina dînê xwe ber bi başûr ve diçe. Diçe Qudsê…. Lê her digere, diçe Misrê, diçe Meke yê….

Ji xwe Hz Mûsa, Hz Îsa û Hz Muhamed xwe nevîyê Hz Îbrahîm dibînin…

Nevîyên A bram, li Qudsê û dora wê desthilatdar in. Mezinên dîn in û pêxember in. Qesra dîrokî ya Hz Silêman, ya herî binav û deng e. Qesra Hz Dawud (Dawo) li Qudsê ye.

Qesra Hz Silêman pir mezin e.

Dîwarekî wê, ji aliyê derve ve bi dîwarê pîroz yê “Dîwarê Girî” tê zanîn. Cuhî li ber wî dîwarî digirîn, dixwînin û lava û daxwazan ji xwudayê xwe dikin.

Serê Qesra Silêman, meydanek mezin ku destpêkê Hz Muhamed heta li Medînê bû, wek qîble qebûl kirîye. Hz Muhamed ji Mekeyê çûye Qudsê; ji ser wê Qesrê çûye ezman û zîvirîye. Busulmanan, Mizgefta Aksa li wê meydana ser Qesra Silêman avakirine.

Hz Îsa, piştî ji çarmîxa kuştinê daxistine, li nêzîkî Qesra Silêman, di şikeftê de bi gor kirine. Hz Îsa ji wê çûye asîman. Dêra mezin ya Xaçparêzan ya Çêbûnê, li ser vê şikefta gorê hatîye avakirin.

Ez li van deverên pîroz gerîyam. Dîwarê Girî û beşek ji qesrê jî vekirîye; meriv lê digere. Lê kûrtir qedexe ye. Qesra Dawud vekirîye, qesrek mezin û xweşik e.

Dêra bûyinê, ya li ser gora Hz Îsa, dêrek pir mezin û bi heybet e, lê her deverên wê, cîyê xira bûne û gereke werin çêkirin hene. Lê hinek kar kirine, lê hemî nîvco mane! Ji ber ku mezhebên Xaçparêzan li hevnakin ku bi rêyekê çêbikin, ji ber vê jî kes nikare çêbike! Ji bona em cîyê bigorkirinê û çûna asman ya Hz Îsa bibînin, nêzîkê du seetan di dorê de man.

Mizgefta Aksa li meydana ser Qesrê hatîye avakirin. Mizgeftek gelek mezin û di nîvê wê de kîlerek jêrzemîn heye. Di wê kîlerê de, quncika Hz Îbrahîm û di jorê wê de, qulikek ji gewdeyê meriv firetir heye, ku Hz Muhamed ji wê derê çûye asman û zivirîye!

Ji ber van tiştan, ji bona hersê dînan jî ev bajar pîroz e, kesên niştecîyên wî bajarî dîndarên radîkal in, ji hev naxwin. Dîndarên li derveyî vî welatî jî wan pîj dikin, ji ber vê jî agirê dîndarîya radîkal her ku diçe gûrtir dibe.

Her çirîskek piçûk, agirê dîndarî gûr dike. Bêguman yên ku kare, zordarî li yên din dike. Lê tevî vê jî Meclisek Filistînîyan, navçeyek wan, dibistan û dezgeyên rêvebirî yên wan hene. Polîtîkaya li ser tunekirina Îsraîl, ne rêyeke çareserîyê ye. Nenasîna dewleta Filistînîyan jî ne çareserî ye. Pêwistî ji dîtina rêya bi hevre jîyanê û peydakirina rêya bi hevre rêvebrinê  heye.

Ez hêvîdarim ku wê bêdengî û nermayîya ku li bajarên derveyî Qudsê heye, li Qudsê jî bê avakirin û ev şer û pevçûn ji rojevê derkeve.

Pirsgirêka me Kurd û kurdistanê derkeve pêş. Ji ber ku pirsgirêka Filistîn û Îsraîl li ser dijberîya dîn û gijkirina derve ye. Lê ya Kurdistanê pirsgirêka erdnîgerî, welat û netewe ye û kilîta çareserkirina pirsgirêkên Herêma Naverast e! 19-05-2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *