Bi hênceta qaçaxvanî û bê hişyarî hatin gulebarandin!

 

Li navçeya Rubarok a Colemêrgê li devera Çemekûrkê ya ser bi gundê Mawanê ve, du genc hatin birîndarkirin.

Serokê Baroya Amedê Nihat Eren li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku Celil Ekincî yê 17 salî û Şahap Şendul ê 21ê, salî ji aliyê hêzên ewlehî yên Tirkiyê ve, bi hinceta ku ew qaçaxçî ne, bêyî ku bêne hişyarkirin hatine birîndarkirin.

Parêzer Nihat Eren dibêje: “Li navçeya Rubarok a Colemêrgê li devera Çemekûrkê ya ser bi gundê Mawanê ve, welatiyên bi navê Celil Ekincî (17) û Şahap Şendul (21) ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi hinceta ku qaçaxçî ne û bêyî ku bêne hişyarîkirin hatin birîndarkirin.”

Nihat Eren herwiha diyar dike ku li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê di du salên dawî de sêyemîn care mafê  mirovî tê binpêkirin û got: “Weke di vê mînakê de tê dîtin, ku zarok piranî zarok dibi qurbaniyên bûyeran, dema ku dor tê ser Kurdan, ti girîngiya mafên mirovan namîne. Em dê bûyerê bişopînin û raya giştî agahdar bikin.”

Herwiha parlamenterê berê yê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu jî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê bûyerê de nivîsandiye: “Dîsa bi hinceta ‘qaçaxçîtiyê’ zarokên Kurd ji pişta xwe gulebaran kirin, wekî ku li Roboskî bombe bi ser wan de barandin. Baş e, we li hemberî kesên ku bi kestiyan bi tonan heşîş (kokaîn) anîne çi kir?”

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/200520213

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *