Felsefeya Ziman

Maruf YILMAZ, doktoremend, lêkolîner, zimanzan
‘Ziman pergaleka dengan an nîşaneyên din ên ku îmkanê dide me ku em danûstandinê bihevre bikin… Mînak: zimanê axaftina kurdî û zimanê nivîskî. Ziman berhemdar e. Zimanekî fermî (formel) ê lêkolînê tê wateya hevoksaziya ziman û naveroka wî. Lêkolîneka bingehîn li ser semantîka ziman û naveroka wî lêkolîn dike. Lê lêkolîneka pragmatîk li ser ziman e û em çawa di rewşên cûda de zimanê xwe bikar anîn. Dema ku em nîqaşê li ser zimanî bikin, encama nîqaşa me dikare were şirovekirin û pirsgirêkên zimanê me dikarin derbikevin holê; ev hemû têgehên bingehîn ên felsefeya zimanî ne.‘

Ziman çi ye?

Felsefeya zimanî çi ye?

Cûdahîya di navbera teorîya referansê û teorîya nûnertîyê de çi ye?

Ma mirov dikare tiştekî ku navê wî di zimanê we de tune be bihizre?

Ma mirov bêyî ziman dikare bihizre?

Çima fîlozof zimanî analîz dikin?

Maruf YILMAZ, doktoremend, lêkolîner, zimanzan

1. Ziman çi ye?

Ziman pergaleka dengan an nîşaneyên din ên ku îmkanê dide me ku em danûstandinê bihevre bikin… Mînak: zimanê axaftina kurdî û zimanê nivîskî. Ziman berhemdar e. Zimanekî fermî (formel) ê lêkolînê tê wateya hevoksaziya ziman û naveroka wî. Lêkolîneka bingehîn li ser semantîka ziman û naveroka wî lêkolîn dike. Lê lêkolîneka pragmatîk li ser ziman e û em çawa di rewşên cûda de zimanê xwe bikar anîn. Dema ku em nîqaşê li ser zimanî bikin, encama nîqaşa me dikare were şirovekirin û pirsgirêkên zimanê me dikarin derbikevin holê; ev hemû têgehên bingehîn ên felsefeya zimanî ne.

Fîlozof, prof. Ludwig Wittgensteîn (2014): ”Sînorên cîhana min, sînorên zimanê min e. Cîhan her tişt e. Cîhan tevahîya rastîyan e ne ya tiştan e. Cîhan bi rastîya xwe û bi rastîya ku ew hemû rastîyan pêk tê dîyarkirin an îspatkirin. Ji ber ku cîhan tevahîya rastîyan dîyar dike ka çi ye û çi ne. Rastîyên di qada mantiqî de cîhanê pêk tînin. Cîhan di rastîyan de krîstalîze bûye…

1.1 Felsefe zimanî

Em çima ziman dixwînin? Em çima di felsefeyê de ziman dixwînin? Ji ber ku tiştê ku mirov dikare bi awayên cûda pirsgirêkên zimanî derbixe holê û li çareserîya bigere. Ji bo têgihîştina pirsgirên curbecur ên felsefeyî divê ziman bixwe were lêkolînkirin. Ez gotina xwe bînim ser peyva hermeneutîk an fenomenolojîyê:

Bingeh: ji xwe xwe nîşan dide, ji xwe re xwe nîşan dide.
Hebûna heyînê, veşartî ye.
Fenomenolojîya hebûnê hermeneutîk e.
Mijara Felsefeya zimanî ya hemdem giranîya xwe dide ser teorîyên cihêreng ên li ser wateya tiştan, şîrovekirin, ragihandin, rastîya gotinên ziman, têkilîya ku di navbera wate, referans, rastî û îmkana zimanê taybet de hene dide xuyankirin û hwd. Ma em dikarin bêyî ziman felsefeya kurdî fêr bibin? Na. Em mînaka têgîna jîyanê bikolin, çend wateyên wê hene?

Ziman bi çarçowayê ve girêdayî ye û ew qaîdeyên xwe hene. Dema em di çarçoveyê de bin em bi awayekî ziman têdigihîjin û bikardihênin. Ziman xwedîyê norman e. Wateya zimanekî di çarçoveya civakî de bi îşaretan, întonasyon, biwêje û tiştên mirov nikare bi awayekî vekirî bibêje vedibêje. Em di jîyana xwe de ziman dibihîzin û xwe pêş dixin û ji ber vê yekê ziman ji bo me wateyê digire. Ez vebigerim ser felsefeyê. Felsefe ew zanist e ku şert û mercên bingehîn ê hebûnê, zanîn û exlaqê lêkolîn dike. Cewhera felsefeyê aqil, rexne, arguman û pirskirin e. Felsefe wek zanîn, epîstemolojî lêkolîna ku zanîn çi ye, çi cureyên zanînê hene û zanîn çi ye û mirov çawa dikare zanînê bi rêya zimanî bizanibe, ye. Rexnegir bawer dikin ku em çu tiştek nizanin, em her gav dikarin tiştê ku em dizanin bizanibin. Felsefe kurdî ya kevnar di dema împeratorîya Medî û Sasanî de de wekî sîstem hebû, lê niha wekî sîstem tune ye. Mîtratî bawerîyeka olî ye, lê Zerdeşt feylesofîyeka olî ye. Xwedawend Innan roleka olî, mîtolojîk digire ser xwe û ew di hinduîzmê de jî cihekê girîng digire. Bûdîzm jî feylesofîyeka olî ye, lê koka xwe ji Felsefe Hinduîzmê wergirtîye. Baradoz helbestvan û nivîskarê zazakî-hewremanî/goranî yê sala 330î ya BZ ye. Ew nivîskarê antîkê ye…Hin fîlozofên kurd ev in: Zardeşt, Manî, Mazdek (Mazdak), Baba Tahîrê Hemedanî, Hallacî-î Mansur, Sihabeddîn Surewerdî, Eyn-el Qudatê Hemedanî, Evdulsemedê Babek, Ehmedê Xanî, Dr. Cemal Nebez, bikin, ji ber ku ew xwedîyê ramanên kûr (hizrên kûr), xwedî kapasîteyên kûr û berfireh bûn. Lê em dikarin nîqaşê di derbarê raman û hizrên van kesên din de jî bikin, mînak: Abdurrahîm Mevlewî, Mele XalÎl (Molla Xalîl), Şemseddînê Şarezoro, Feqîyê Teyran, Mela Xalîl Siirdî, Meleyê Cizirî, Dinawerî, Îsmalê Bazidî, Seîdê Kurdî, Seyfûddin Amedî, Siraceddin El-Urmewî… Sufîstên îslamê û terîqetên kurdan jî hene, lêsê terîqetên kurdan ên herî bi bandor in:

1. Terîteqa Mewlana Xalîd.
2.Terîqeta Qadirî ya Ebdulqadirê Geylanî.
3. Terîqeta Nakşîbendî (avakerê wê Yûsûf Hemedanî ye).
Em dîsan vebigerin ser Mazdekî. Mazdak di sala 529an de bi tawana îdamê mir hat tawanbarkirin, ew şopdarê Zardeştî yê ”Dema Sasanî” bû. Ew fîlozof, zanist û civakreformîst bû. Manîkeîzm oleka gnostîk ku di sedala 200î de li Mezopotamyayê alîyê Manî ve hatîye damezrandin, bi awayekî zelal sûnkretîstîk bû, di bin bandora Zardeştî, Xirîstîyanî û Bûdîzmê de mabû. Lêkolîner îdia dikin ku Manîkeîzm oleka gerdûnî ye. Fîlozof Manî bi xwe di sedsala 200î de hînkirinên xwe, bixwe di pirtûkên xwe de nivîsandîye.

1. Şabûragan; 2. Xezîneya jîyanê; 3.Mizgînîya zindî; 4. Misterî (ayînên olî yên veşartî); 5. Pirtûka Karên Dêwê; 6. Mijara pragmatîk; 7-Navname (name). Hin ji van pirtûkan tune ne…). Doktrîna Manî li ser bingeha dualîzmê, têkoşîna di navbera du prensîbên -ronahî û tarîyê de; yanî têkoşîna di navbera ronahî û hêza Şeytan a li ser cîhanê ye. Doktrîna wî li ser sê serdeman avabûye: bihuşt (behişt, cinet), serdema niha û Padîşahîya Ronahî (Padîşahîya Xwedê).

Manîkeîzmê cîhan bi dualî didît, ew nakokî di navbera laş (beden) û gîyan, made û ruh, şeytan û Xwedê de bû. Cîhan qada şerê navbera hêzên qenc û xerab e; di navbera ronahîyê û tarîyê de ye. Made xerab e, lê gîyan (ruh) qenc e. Hemû hebûna me ew e ku em bigihîjin armancekê. Ji ber vê yekê encam ev in: divê jîyan ji bo her kesî xwedî wateyek be. Rola perwerdekar ew e ku axaftina hundirîn teşwîq bike, ferheng û têgihîştina takekesî/takekesê (xwendevan/zarok) ji cîhana derve berfirehtir bike. Li gorî Vygotsky pêşxistina ziman tê wateya pêşxistina ramanê û bi vî awayî aqil jî. Felsefeya kurdî, her yek ji gelek ekolên ramanî yên kevneşopî yên felsefeyî li Kurdistanê, Felsefeya Zardeştî, Felsefeya Mazdek, Felsefeya Zurvanî û Felsefeya Manî cih digire. Li ser dualîzma ontolojîk, têkilîya raman, ziman û madeyê, başî û xerabî û têkilîya hizr/raman û kiryarê. Tekilîya esl û hebûnê xwedî xwedî roleka girîng e, lê felsefeya îslamê qalikê derve ya felsefeya kurdî ye.

Encam: Paşbingeha kevneşopî û koka Felsefeya Kurdî proto-hindî – Aryanî ola Mitra ye ku ew di Sanskrîtî / Rîgweda û Avesta de jî heye. Zardeştî felsefeya reforma ola Mîtra´yê ye. Mîtraîzm ola Medî û Arî bû. Zardeşt fîlozofekî reformîst û ew li dijî ola kevnare ya Medî.

2. Zimanê Sanskirîtî, ziman û raman

Ziman ramanê diafirîne yan raman zimanê diafirîne?
Hizir çi ye? Ziman çi ye?
Ziman û ramana me bi hevre girêdayî ne û ziman ramana me dixe tevgirê û wê diafirîne. Vygotsky çi difikirî li ser pêwendîya ziman û ramanê? Vygotsky di wê bawerîyê de ye ku bêyî ragihandina civakî ne ziman û ne jî raman pêş nakeve. Ziman yek ji wan tiştên herî tevlihev e ku mirov jê fam dike, di hawîrdoreka bisînor de jî tu jîyanek wekhev nîn e ji ber vê yekê mirov fêrî cûreyeka zimanî dibe. Hizr (raman) çi ye? Ziman çi ye? Vygotsky di derbarê raman û zimanî de dinivîse û ew ziman ji bo ramanê wekî navbeynkarîyekê dibîne. Vygotsky di wê bawerîyê de ye ku bêyî ragihandina civakî ne ziman û ne jî raman pêşnakeve. Vygotsky û Pîaget cûda dihizrin. Tiştê ku vana ji hev vediqetîne ev e ku Piaget xwedîyê perspektîfeka avaker (perspektîva kontruktivîstîyê) e, lê Vygotsky xwedîyê perspektîfeka avaker a civakî (perspektîva socialkonstruktîvîstîyê) ye. Em mirov dikarin bi ziman bihizrin, lê bê ziman jî bihizrin. Gelek heywan dikarin bihizrin, lê nikarin bipeyvin û şarezatîya wan ya zımanî tune ye. Piaget dibêje hizirkirin ziman dide afirandin. Lê Vygotsky dibêje ziman ramanê dide diafirandin. Vyhotsky dibêje, ziman ramanê diafirîne. Li gorî Pîaget, raman (hizr) zimanî diafirîne. Ez gotina xwe bînim ser zimanî. Zimanên ku li Hindistan û Îranê tên axaftin wek gelek zimanên ewropî ji heman malbatê ne. Ew bû sedema teorîya zimanekî kevnar, hevpar ê hind-ewropî û koka hemû zimanên hindî-ewropî Sanskrîtî û Avesta-hindî-Aryanî ye. Zimanzan dibêjin ku di navbera latînî, yewnanî, sanskrîtî, avestayî / kurdî de hin wekhevî hene. Em dizanin ku yek ji zmanên zimanê herî kevn Sanskritî ye. Di zimanê Avesta û Sanskritî de çend hezar peyvên hevpar hene û ji hêla rêzimanî ve jî dişibin hevûdu. Kîjan zimanê cîhanê yê herî kevn e? Sanskrîtî yan Avesta zimanekî kevnar e. Li Ewropayê zimanê baskî wekî zimanê herî kevn tê dîtin. Lê lêkolîner dibêjin ku zimanê baskî yekemîn ziman e ku ji Asyayê nehatîye Ewropayê, lê gelekî lêkolînerên zimannasîyê dibêjin ku zimanê baskî ji Asyayê hatîye. Di derbarê vi zimanê de du ramanên cûda hene.

Em tam nizanin kîngê zimanê mirovan û axaftina wan pêşketîye (Gärdenfors, 2007). Bi ziman, amûr û teknîlojîyên nû yên semîotîk derdikevin holê. Nivîs bû bingeh ji bo mirovan ji civakên nêçîrvanî derbas derbasî civakên çandîyê li deverên cihê yên cîhanê bibin. Ev tê wê wateyê ku nifûsa mirovan pir zêde dibû û mirovên ku di van civakan de bûn niştecihên daîmî zêde bûn. Sîstemên civakên cûda dest pêkirin ku bi çandînî, zevî, tesîtên avdanê, bûn xwedanê erd, cîh û warên xwe yên daîmî (Jansson, 1997; Melin, 2007; Reade, 2000). Pergala nivîsandinê ya yekem 5000 sal berê li Mezopotamyayê bi Sumerîyan re li gelîyên çemên bi bereket ên Ferat û Dicleyê derketîye holê… ku li wir îcadên wekî çerx (tekelên erebeyê).

2.1 Ziman çi ye, çi cureyên zimanan hene?

Ziman wekî sîstemekê ye û ew li ser takekesî (kes, îndîvîd) ye. Ziman di ser kesî/kesê re ye û li her cihê jê zêdetir rola xwe dileyîze… Elementa bingehîn a sîstema zimanî , peyv, bêje û ferheng (Yilmaz, Maruf, 2007: 6) e. Tîp perçeyên herî piçûk, atomên zimanî (Molander, B. 1988) ne.

Ziman çi ye? Bi awayekî klasîk ziman pergala ragihandinê ya mirovî ku komeka peyvan ku li gorî rêgezên rêzimanî tevdigere bikar tîne. Ziman amûra sereke ya raman, hînbûn, zanîn û ragihandinê ye. Ziman amûra sereke ya ragihandina mirovan e.

Zimanê nivîskî, zimanê axaftinê, zimanê laş, zimanê dîtbarî û zimanê îşaretan…Ziman pergaleka dengan an jî nîşaneyên din e ku îmkanan dide me ku em bi hev re têkilî daynin. Zimanê kurdî yê axaftin û nivîsandinê heye. Li gorî teorîya referansê, wateya peyvê di cîhana ku peyv li ser e an jê re tê gotin e. Wateya peyva “kûçik” ji bo hemû kûçikên ku li cîhanê hene, tê navkirin. Pirsgirêka teorîya referansê ev e ku em di derbarê hemû kûçikên ku li cîhanê hene, kêm dizanin. Wek mînak: Jina herî dirêj a cîhanê yan jî zilamê herî dirêj ê cîhanê. Teorîya ramanê wateya peyvê ye ku ji wêneya derûnî an ramana ku em bi peyva pirsê re têkildar dikin pêk tê. Wateya “kûçik” di hişê me de wêneyek e. Prof. Saussure yekî Swîsreyî bû ku lêkolîna xwe di derbarê nîşanek an semîolojîyê de kir û derbasî nav rûpelê dîrokê bû.

Hêza ziman di destê bikarhênerên zimanî bi xwe de ye, her kesê ku bi kurdî diaxive. Di zimanî de hêz an hêzdarî heye. Pênûs (qelem) ji şûr bi hêztir e, lê ziman jî, her du jî biwêjên hevpar in lê bi rastî mebesta me ji van çi ye. Ziman hêz e, jîyan û amûra çandê ye, amûra serdestî û rizgarîyê ye. Wateya ku em çi dibêjin, em çawa dibêjin û ya ku em dihizrin (difikirin) nebêjin.

Ziman dîrok, adet, urf, kevneşopî û awayên ramana gelê xwe yê bêhempa hildigire. Ziman hilgirê mîrasa çandî ye û nêrîna hevpar a gelan a li ser jîyan û nirxan nîşan dide. Ziman zanyarîyên cûda li ser xweza û cîhanê vediguhêze. Zimanî ev e: xeyal, raman, zimanê wêne, zimanê hindikayî, hevoka alfabetîk, aîdîyet, zimanê axaftinê, civaknasîya ziman, zimanê nivîskî, norm, bandor, wêne, rastî, civakbûn, zimanê nivîskî, ragihandin, sîstema nîşanan, fenom, qaîdeyên ziman, ferheng, zimanê laş, zimanê hêzê, zarava, vegotin, têgihîştin, hest, nîqaş…

2.2 Fîlozofên ziman

Arîstoteles, Parmenîdes, Platon, Sokrates, Nıetzsche, Zerdeşt
Bertrand, Russell, Gottlob, Saussure, Ferdînand de,
Immanuel Kant, Ludwig, Wittgenstein, Frege, Gottblob
Ma mirov bêyî ziman dikare bihizre (bifikire)?
Çima fîlozof zimanî lêkolîn û analîz dikin?
Ma mirov bêyî ziman dikare bihizre?
Çima fîlozof zimanî lêkolîn û analîz dikin?
Yilmaz, Maruf (2007: 13) îdia dike ku Ferdînand de Sassure zimanzan e û ew wekî bavê strukturalîzma zimanî tê nasîn. Strukturalîzm di nav semîtîyê de du (2) hindav hene, di nav xwe de dibe du beş. Beşa yekemîn rêziman, qaîde û kodên zimanî ne. Langu beşa zimanî ya sosyal û zanyarîyê ye. Beşa duhem “parole” ye, axaftın, rûberî û firehîya zimanî ye.

Koka Felsefeya ziman ji kevneşopîya ramanên rojavayî ye. Kratylosê Platon li dijî ramana wateya zimanî ya ku ji hêla peymana civakî ve hatî destnîşankirin nîqaş dike. Beşên girîng ên Organona Arîstoteles jibo tespîtkirin û analîzkirina wateya kategorîyên cihêreng ên rist û beşên risteyê ne. Gottlob Frege, Ludwig Wittgenstein û Rertrand Russell fîlozofên analîtîkê ne.

Ramana Arîstoteles ev e ku rastî tiştek e ku li ser tiştên ku em dibêjin an dinivîsin re derbas dibe û ne rastî bixwe ye. Di ramana Arîstoteles de ramana sereke ya duyemîn ev e ku heqîqet ji lihevkirinê pêk tê. Arîstoteles mantikvanekî mezin bû, mîna Parmenîdes, nikaribû bifike ku çawa tiştek ji tunebûnê çêdibe. Ew dibêjê: ”Netiştek ji netiştekî nikare biafire”. Xwedê ne afirînerê xwe ye. Ev argumana Arîstoteles, teza ededîya cîhanê ye. Li cîhanê tiştên ku navên wan ên zimanî tune ne hene?

Ma mirov dikare tiştekî ku navê wî di zimanê we de tune be bihizre?

Ma hûn bi Wittgenstein re dipejirînin ku pirsgirêkên felsefeyî tenê xeletîyên zimanî ne? “Xem neke, ez dizanim ku hûn ê fêm nekin.” Heke hûn nikarbin biaxivin, divê hûn bêdeng bin.

Felsefeya ziman, şaxeka felsefeyê ye ku xweza, esl û bikaranîna zimanî dinirxîne. Di nav çarçoveya Felsefeya analîtîkê de mirov bi çar pirsgirêkên sereke re eleqedar dibe: wate, bikaranîna ziman, zimannasîya kognîtîf, têkilîya navbera ziman û rastîyê. Her tiştê ku mirov dikare bi awayên cûda ziman îfade bike. Ji bo ku pirsgirêkên cûda yên felsefî werin çareserkirin, divîyabû ku ziman were lêkolînkirin. Ziman navgîna ramanê ye û raman jî mijara lêkolîna fîlozof e. Felsefeya ziman qadeke ku çawanîya ziman û ramanê dikole. Felsefeya ziman bi mantiqê ve girêdayî ye.

Hûn dikarin bi ziman çi bibêjin? Ma ez dikarim zimanekî taybet îcad bikim?

Ez an em ziman çawan bikar bînim/bînin?

Têgihiştin tê çi wateyê?

Merleau Ponty ji nêrîna fenomenolojiyê dest pê dike. Ew angaşt dike ku felsefeya Sartre di derbarê “hebûn” û tunebûnê de nekariye pirsgirê çareser bike. Dema ku Sartres di nava xwe de weke azadiya mutleq, hebûnê û di nava xwe de jî weke nezadiya mutleq weke cewherê diyarkirî cuda dike. Li gorî vê teoriyê, mirov jixwe ”li cîhanê” ye, ji ber ku mirov hebûneka bedenî ye. Em bi destên xwe, bi laşên xwe, bi laş xwe bi cîhanê re rûbirû dimînin. Bi rastî xwebûn, ezbûn û raman bi laş heye. Xweya bûyî hebûn (Collste, Göran, 1996; Tänndjös, Torbjörn Thales, 2000; Yilmaz, Maruf 2015) e.

3.Teorîyên sematîk

Semantîk li ser wateya peyvan e û armanc jî fêrkirina wate û girîngîya peyvê ye. Semantîk li zelalî û an jî nezelalîya hin peyvan temaşe dike. Sê teorîyên semantîk ên cûda hene, ew jî ev in:

1. Teorîya referansê: Aristoteles, John Stuart Mill, Saul Kripke…
Wateya peyva “kûçik” pir bi hêsanî hemû kûçikên ku li cîhanê hene.
2. Teorîya ramanê (hizir): John Locke, David Hume, Eleanor, Rosch…
3. Teorîya wateyê: LudwigWittgensteîn, Gottlob Frege, Bertran Russell…
3.1 Mantiq çi ye?

Teorîya maneyê, şaxek felsefeya zimanî ye ku mijara wê wateya bêjeyên zimanî ye. Wateya têgehekê carna bi tiştên ku têgîn nîşan dide an jî jê re vedibêje. Wateya peyvê ji raman, wêne an têgîna derûnî ya ku em bi peyva pirsê re têkildar dikin pêk tê. Wateya “kûçik” wêneyek di mêjîyê de ye.

Teorîya bikaranîna: Wittgenstein, Austin… wateya peyvê bikaranîna wê di rewşên cûda yên nivîskî de ye. Wate ne tiştek e lê di bikaranna peyvan de pêk tê. Bikaranîna peyvan ji hêla peymanên navbejeyî ve têne rêve kirin: Em lîstikên zimanî dikin. Li gorî Platon, tişt ku em baş hestên xwe rast dibînin, bi rastî ne ya rastîn e. Mirov dikare qaîdeyên derbasdar ji bo encamên rast derbixîne. Mehdî Zana li vir e:

A B ye.
B C ye.
A C ye.
Ehmedê Xanî mirov e.
Mirov ê mirinê ye.
Ehmedî ê mirinê ye.
1: Ehmedê Xanî – 2: Mirov – 3: Mirin
Analîza duhemîn:

A. Hemû mirov ên mirinê ne.
B. Ehmedê Xanî ê mirinê.
C. Hemû mirov mîna Ehmedê Xanî yên mirinê ne. Hemû mirov dê bimirin.
Felsefeya ziman, şaxeke felsefeyê ye ku li ser eslê xwezayê û bikaranîna zimanî dikole.

Wittgenstein, Ludwig (1921: 25) îdia dike: ”Cîhan her tişt e. Cîhan tevaya rastîyan e, ne ya tiştan. Cîhan bi rastîyan û bi rastîya ku ew hemû rastîyan pêk tînin tê dîyarkirin. Ji ber ku ew tevaya felekê ye ku dîyar dike ka çi ye û hem jî tiştê ku ne wisa ye. Cîhan di rastîyan de krîstalîze bûye. Sînorên zimanê min tê wateya sînorên cîhanya min. Mantiq cîhanê pêk tîne: Sînorên cîhanê jî sînorên mantiqê ne. Cîhan û jîyan yek e. Ez cîhana xwe me (Mikrokosmos)…”

3.2 Tez

Tezek dikare bibe:

1.Gotina yekem di argumanekê de yanî îdiaya ku hevoka destpêkê ya argumanê hatîye îfadekirin.
2. Gotina ku nivîskar herî zêde cîh jê reveqetandîye.
3. Di nîqaşê de îdîaya herî balkêş e.
3.3 Daxuyanîya tiştek

Daxuyanî tiştek e ku dikare were kontrolkirin. Mînak: Ez di demjimêr 5an de şîvê amade dikim. Ez niha diçim ba doktorî. Ez bawer im ku ez dê îro şîvê (xwarinê) amade bikim.

3.4 Daxuyanîya nirxê

Daxuyanîya nirxê, tiştek ku kêm-zêde maqûl e, mirov hêvî dike ku di daxuyanya nirxê de tu rastîyê tune ye. Xwarina dibistanê ne xweş e. Îro hewa xweş e û zarok li derve dileyîzin.

3.5 Hevokên analîtîk

Hevoka analîtîkê, hevoka ku jixwe ji ber wateya peyvên ku di hevokê de cih digirin rast yan xelet ın, bêyî ku tiştên din çawan bin. Hevokên analîtîk bi ziman, tenê bi zanîna peyvên ku hevokê pêk tînin. Hemû xortên ciwan nezewicî ne.

3.6 Bendên sentezê

Bendên sentezê ên ku rastî bi rasteqînîyê ve girêdayî ye, em hestên xwe bikar tînin da ku fêr bibin ka ew dîtin rast e yan na. Mijar ne aîdê cîhanê ye, lê ji cîhanê re sînor e. Li ku derê cîhanê mirov dikare mijareka metafizîkî bi nav bike? Tu dibêjî qey li vir jî bi çav û qada dîtinê re jî wisa ye. Lê bi rastî hûn nikarin rastîya çavan bibînin. Di qada dîtinê de tiştek tune ye ku destûrê bide we ku hûn bigihîjin encamê ku ew bi çavan tê dîtin. Her tiştê ku em dibînin jî dikare cûda be. Ji ber vê yekê bi rastî têgehek heye ku têde felsefe dikare bi rengekî ne-psîkolojîk behsa xwe bike. Ez bi rastîya ku cîhan cîhana min e, dikevim nav felsefeyê. Mijarên felsefeya zimanî ya hemdem giranîya xwe dide ser teorîyên cihêreng ên li ser wateya tiştan, şîrovekirin, ragihandin, rastîya gotinên zimanî, têkilîya ku di navbera wate, referans, rastî û îmkana zimanê taybet de hene dide xuyankirin û hwd. Zanîn, epîstemolojî lêkolîna ku zanîn çi ye, çi cureyên zanînê hene û zanîn çi ye û mirov dikare çi bizane ye. Rexnegir bawer dikin ku em çu tiştek nizanin, em hergav dikarin tiştê ku em dizanin zanibin.

3.7 Teorîya referansê çi îdîa dike?

Mirov çawa dikare li dijî teorîya referansê nîqaş bike?
Ya ku wateya semantîkê, peyvek, hevokek, gotarekê îfade dike çi ye?
Di nava ziman û felsefeya zimanî de mirov bi gelemperî behsa çar warên sereke dike:

1. Wate:
2. Bikaranîna zimanî
3. Konstruksîyona zimanî
4.Têkilîya ziman û rastîyê
Semantîk li ser wateya peyvan e û armanc jî fêrkirina wate yan girîngîya peyvê û hem jî wateyên alternatîf pêwîst in. Ev semantîk li zelalî û an jî nezelalîya hin peyvan temaşe dike.

Pêşnîyarên nirxê yên ku dîyar dikin ka tiştek çawa tê fêmkirin.

1. Nêrînên hestyar ên wekî kêm-zêde maqûl.
2. Nêrînên ehlaqî yan estetîkî yên kêm û zêde maqûl in.
Mînak: Amed bajarekî xweş e. Parîs paytexta Fransayê ye. Hewlê paytexta Kurdistanê ye.

Gelek peyv behsa tiştekî nakin, mînak û, an, lê… Ya ku behsa wan dikin cûda ye. Wateya peyvê dema temsîla peyvê ye. Li vir semîotîk sêalî ye:

Têgînê îfade bike.
Wate, wateya peyvê.
Referans, objekt, dîyarde.
Peyvên “semotîk”, “semîolojî” û “strukturalîzm” her sê jî bi heman awayî girîng in. Herdu peyvên ên pêşî yên herî hêsan in. Her du jî bi Yewnanî wateya nîşaneyê ne. “Semîolojî” û “semiotik” bi rastî hevwate ne û wateya zanistîya nîşanan didin.” Semîolojî” têgîna Saussure ye lê “semyotîk” îcada fîlozofê Amerîkî Charles Sanders Peirce ye. Ev nivîsar zêde giranîya xwe dide li ser Saussure´yî. Ew wisan dibêje: Ziman pergaleka nîşanan e ku tiştekî îfade dike û di vî warî de bi nivîsandinê re tê berawirdkirin… Li gorî Saussure, nîşan kompleksek e nayê dabeş kirin…Wateya hevokê hinekî hevpar e, lê bawerî û raman bi tevahî taybet in. Pêdivî ye ku mirov biryar bide ka hevokek rast e an çewt e.

Her peyv wek navê tiştekî tê dîtin. Dema ku em dizanin ku peyvên cûda têne çi wateyê, em wateya hevokê têdigihîjin. Felsefeya ziman bi mantiqê ve girêdayî ye.

Mirov çawa dikare li dijî teorîya nûnêrtîyê nîqaş bike?
Hûn dikarin bi zimanî çi bibêjin?
Ma em dikarim zimanek taybet îcad bikin?
Em çawa zimanê dayikê an jî ziman bikar tînin?
Tênegihîştina Zaza û Kurdan tê çi wateyê?
Arguman gotinek e ku bi guman dikare piştgirî bide gotineka din.

Ji bo rastbûna argûmanê bingehên baş hene.

Têkilîyeka mantiqî di navbera argûman û tiştê ku bi wê re were îsbat kirin de heye.

3.8 Cûdahîya di navbera teorîya referansê û teorîya nûnertîyê de çi ye?

Cûdahîya di navbera teorîya referans û nûnêrtîyê de ev e ku teorîya referansê ev e ku peyv dikare tiştek vebêje, dema ku teorîya nûnêrtîyê ji we re hewce dike ku hûn bikarbin peyvê ji axafvan xeyal bikin û hizra peyvê werbigirin. Pêdivîya verastkirinê tê çi wateyê ji bo wateyê? Li gorî pozîtîvîstên mantiqî, pêdivîya verastkirinê tê vê wateyê ku mirov bikaribe dîyar bike ku ka gotina domdar rast e. Teorîya bikaranînê tê wateya ku hevok wateya xwe distîne. Em normên xwe çawan, em tiştan bi hev ve girêdidin. Em dikarin normên civakî bişkînin.

4.Teorî, bikaranina ziman, lîngvîstîka kognitîv, têkilîya feylesofîya ziman û rastîyê

Girîngîya zimanê me di felsefeya zimanî de (Collste, Göran, 1996; Tänndjös, Torbjörn Thales, 2000; Wittgenstein, Ludwig, 2014; Levi – Strauss, Claude, 1973; Saussure de, Ferdînand, 1970) ye. Saussure de, Ferdînand ziman (1970) kir du beş. Beşa yekem wî navê ”langua” kir, ku pergala razber a rêziman, rêgez, qaîdeyên zimanî û kodên ku ji bo ragihandinê hewce ne. Di beşa yekê de ziman wekî sîstemekê ye. Beşa duyemîn ”parole”, biwêj bi xwe, rûbera ziman û dîyardeya derve ya ziman e. Bi taybetî ji bo çalakîya kesane ya axatinê ye. Profesor, Ferdînand de Saussure (1857 – 1913) zimanzan, fîlozof, damezrînerê strukturalîzma zimanî ye. Nêrîna Saussure ya li ser ziman ji du perspektîfên cûda pêk tê. Yek ew e ku ziman sîstemeke pergaleke semîotîkê ye. Ya duyemîn jî ziman dîyardeyeke civakî ye.

Fîlozof Charles Peîrce sê nîşandeyên zimanî girîng dibîne; ew hersê çînên nîşanê îkon, îndex û sembol in. Charles Peîrce bawer dike ku bi bingehîn cûreyên nîşanan hene. Ew celeb nişanan ev in: îndeks di karaktera xwe de nîşanek e. Îkon nîşanek e ku ew di kapasiteya wekhevîya xwe ya çavkanîya xwe de nîşanek e. Ya dawîn sembol e, nîşanek e ku tenê bi lihevkirinê ve girêdayî ye. Frandsen, Johansen & Eleruo (1897: 75) jî prensîbên rêziman û cilûbergan didin ber hev û analîze dikin. Em çawan cil û bergên xwe hildibijêrin û li xwe dikin; ew behsa gramatîka (rêziman) cilan dikin.

Ji bo Fernand de Saussure û strukturalîstan wate ne ji ziman wêdetir e, di sembolîzma xwe de heye. Henri Lefvre fîlozof û civaknasê Marksîst ê Fransî rexnegirê bû. Zimannasîya strukturalîzmê, zanista ziman e ku ziman wek pergaleke avahîyên di astên cûda de dibîne. Ferdinand de Saussure zimanzan, avahîsazê ziman e, profesorê zanîngeha Cenevreyê bi sanskrîtî ye û li ser rêzimana berawirdî ya hind-ewropî lêkolîn kirîye. Feylesofîya ziman, şaxeke feylesofîyê ye ku li ser eslê xwezayê û bikaranîna zimanî radiweste (Wittgenstein, Ludwig, 1921: 25 – 60) …”

Ziman wekî sîstemekê ye û ew li ser kesî/kesê (takekes, îndîvîd) ye. Ziman di ser takekesî/takekesê de û li her cihî jêdetir rola xwe dileyîze. Li gorî Molander, B. (1983, 1988) elementa bingehîn a sîstema zimanî peyv, bêje û ferheng in. Tîp (heft) perçeyên herî piçûk, atomên zimanî ne (Yilmaz, Maruf 2007).

Månson, P (2003) ziman sîstemek ji sembolan e. Her sembolek maneya xwe heye.Ew giranîya xwe dide ser zimanî û li gorî wî ziman wekî strukturekê ye. Ji perspektîva strukturê re dibêjin strukturalîzm.

Zardeşt wiha got yan jî Zerdeşt wisa got. Ew pirtûkek ji bo her kesî û tu kesî ye. Pirtûk nivîseka fîlozofê alman Frieddrich Nietzsche ye ku ji çar beşan pêk tê di navbera salên 1883 -1885an de hatîye nivîsandin û çap bûye. Vegera ededî ya heman mirina Xwedê û Pêxembetîyê ye.” Nietzsche bi felsefeya xwe ya zimanî bi “supermirov” (sermirov) afirand. Li gorî Nietzsche sermirov (supermirov) çi ye? Felsefeya supermirov bi hinduîzmê û felsefeya rojhilatî re xweş lihev tê. Felsefeya Hindî, mîna hemû sêwiranên olî li Hindistanê, berî her tiştî armanc dike ku bigihîje zanîna ku azadbûna (moksha) ji cîhanê û ji nû ve zayînê dixwaze. Buddha kurê qiral bû. Felsefeya Budîst, doktrîna Dharma an ”abhiddharma” ye. Dharma di Sanskrîtî de têgehek navendî ye. Felsefeya Budîzmê xwedî wateya hindî ya rêkûpêk, qaîde, nîzam, zagon (qanûn), qeydeyên civakî ye. Di Budîzmê de wateya norma gerdûnî wergirtîye. Hemû beşên cîhanê ji ”faktorên hebûnê ” pêk tên. Bûdîzm di rastîya xwe de ne ol, lê felsefeya olê ye.

Di felsefeya zimanê kurdî de sê têgîn hene, ew jî ev in: qayîl (stîpulatîv), ferhengografî û qanihker (persuasîv). Felsefeya ziman, xwezayî giştî ya ziman û têkilîya wî ya bi cîhan û ramanê re heye ku rastîyê bi zimanî dihesibîne û dinirxîne. Bi gotineka din, felsefeya zimanî, têkilîya di navbera ziman, raman û rastîyê de ye.

Hevokên sûntezê:

1.. Hemû xortên Amedî (Diyarbekirî) por reş in. Ji bo ku ez bersîva rast bizanibî divê ez di derberê porên xortên Amedî de lêkolîn çêbikim.

Bes e ku ez tenê xortekî ne porreş bibînim, ku ew hizr (raman) derew e.

2. Hevokên analîtîkê

PKK partîyeka demokrat e. Mehmed Şener ji PKK´ê ve hat kuştin û ew ji bo ramanên xwe hat kuştin. Encam PKK ne partîyeka demokrat e.

Huda Par partîyeka demokrat e. Rast e? Na. Huda Par du hevalên min yên piçûkîyê bi saxî di mala xwe de kirin bin erdê. Ez behsa felaketa senaryoyên mezin nakim, tenê mînak didim. Huda Par totalîtarîst e. Ji bo Filîstinê bi hezaran kurdên Bakur kom kir û ji bo Filîstinê xwepênîşandanên mezin li Amedê (Diyarbekir) li darxist, lê ji bo kurdan wisan nake.

Berê Huda Par rengekî Hizbullah, Jîtem û AK partîyê bû.

AK partîyeka demokrat e. Rast e? Bersîv: Na. Diyar e ku mirovahî nikare komkujiya Boboskîyê (Qilaban) ji bîr bike. Terora dewletê ji rêveberiya dewletê ya ku piştgirî dide komên terorîstên xwe yên ku li dijî kurdan tevdigerin. Di desthilatdarîya AK partîyê de azadiya raman, azadiya çapemenî/azadiya axaftina siyasî, azadiya civînan, mafê demokrasiyê, mafên kêmnetewan/gelên xwecihî û mafên neteweya kurd/ kurdên xwecihî hatiye binpêkirin û hin serkirdeyên AK partîyê antî kurd in.

Hemû îzmîrî (îzmîr) tirk in. Bes e ku ez tenê mirovekî ne tirk bibînim, ku ew mirovê ne tirk di zimanê tirkî de hatiye çêkirin û bûye tirk.

Hemû xwişk xizmên mêr in. Ev hevok derew e ji ber ku xizm û xizmeke jin e.

3. Hevokên diyarker

Mînak: Ev otomobîleka baş e. Têgihiştina tiştê ku ev otomobîleka baş e, tê guhartin. Heke em peyva baş ji hevokê derbixin, hevok dibe teorîk.

4.1 Heidegger, Nietzsche

(Nietzsche, F.1885: 15 – 17 – 196) Mirov kelek e, di navbera heywan û mirovê serwer (sermirov, superman) de tê girêdan. Mirov di navbera heywan û sermirov de tim tê girêdan.

Nietzsche rewşeka hîpotetîk saz dike ku tê de ‘cin’ derdikeve pêşberî ferdekî û hezkirina wê ya ji jîyanê diceribîne û jê re dibêje bila, tu jîyana xwe bijî’ (Heidegger, M.1997: 257). Jixwe heyînek ku hebûn bi vî awayî yekî ve girêdayî ye em jê dibêjin hebûn. Careke din û bêhejmar, carên din.” Pêxember/fîlozof Zerdeşt hatîye cem gel da ku mirina Xwedê ragihîne, lê di heman demê de ji bo ragihandina tiştê ku divê li şûna olê bigire hatîye: sermirov/Mirovê Serwer (supermirov).

Nietzsche Ziman wekî nexweşîyekê ye. Ziman dikare bibe sedemê şerê giran an aştî ye. Xerabî ji ziman û ramanê diafire (Yilmaz, Maruf Yilmaz, 2015).

Nietzsche: ”

Bê muzîk, jîyan dê xeletîyek be.
Huner peywira rast a jîyanê ye.
Mirov heywanê herî zalim e.
Rastî nînin, tenê şirove hene.
Hunera me heye ku em ji rastîyê nemirin.
Ez tiştekî me, nivîsên min tiştekî din e.
Zehmet e ku mirov ramanên xwe bi bîr bîne bêyî ku sedemên wan ji bîr neke.
Li bihuştê, hemû mirovên balkêş winda ne.
Bi rastî, tenê yek Mesîhî hebû û ew li ser xaçê mir…”
Gelo mirin di wateya Martin Heidegger (1987) de ”hebûn” e? Tiştê ku Martin Heidegger dibêje, li ser mirinê weke rengekî hebûnê yan nebûnê ye. Heke hebûnek li derveyî dem û mekan hebe ku mirov nikare bibîne? Li kuderê ne destpêk ê ne jî dawî heye. Li vir hebûna rastîn heye. Ji bo Heidegger, “bûn” cîhê malê ye. Ew bingeh û eslê tiştan e ku Martin Heidegger lê digere. Hebûn mirov e. Ji bo Heidegger ziman maleke heqîqetê ye. Ji bo Renê Descartes, hebûn “tiştek ramanî” ye. Di gotareke navdar a sala 1892-an de “li ser wate û wateyê”, Gottlob Frege herdu navdêr û navdêrên xwerû, wate û wateya wan ji hev vediqetîne, ku ya paşîn bi navdêran ve tê destnîşan kirin. Têgihîştina ramana mantiqê ya Frege çawa ji ya Kant cûda bû?

Kant û Fregê li ser naverok û mijara mantiqê li hev kirin?
Kant û Frege herduyan çankanîyên mantiqî dîtin?
Yek ji cûdahîyên herî girîng ên di navbera Kant û Frege de hene, çavkanîyên mantiqê ne. Mantiqa Kant bi teorîyeka termên Arîstotelesî ve hatîye sînorkirin û hêsankirin. Arîstoteles reyalît û materîyalîst e. Her tişt jı form û madeyê pêk tê. Bêyî hev nikarin bijîn. Mêr form e û jin jî made ye. Wî felsefeya xwe kir çar beş: fîzîk, metafîzîk, mantiq û etîk.

4.2 Nêrîna empirîst a ziman

Locke di wê bawerîyê de ye ku zimanê me li pişt ronahîyê vedihewîne û ev erka feylesofîyê ye ku hemû peyv û bêjeyên nezelal ji holê rake. Hobbes di wê bawerîyê de ye ku ziman berê sîstemeke sînyalan bû û pêşketîye. Hobbes di wê bawerîyê de ye ku ziman li ser wateya îfadeyên cihêreng ên di ziman de peymanan/lihevkirinan çêdike. Platon difikirî ku hûn dikarin wateya peyvan kifş bikin, lê Hobbes bawer dike ku em wateya peyvan didin. Li gorî Berkeley, ziman bi wêneyên konkret ên ku taybet in ve girêdayî ye.

Beauvoir, Simone de (2013) dibêje: ”çanda civakî jinê dike objekt. Jin bi zimanî tê çêkirin, an tiştê ku heye, ji cihê ku lê ye, jê derbas bibe û dibe yeka din. Behsa jin û hebûna wê dike. Beauvoir di wê bawerîyê de ye ku ferd (takekes) azad tê cîhanê û girêdana zayenda bîyolojîk afirandinek e. Zayendî wekî avakirina civakî ye. Beauvoir dibêje: ” cins heye û mêr mijar / subjekt e. Jin objekt û bindest e; jin zayenda duhem e.

4.3 Gotinên pêşîyan li cîhanê fîlozof:

“Ziman gîyanê aqil e û çareserî pêvajoya bingehîn e ku tê de ev aqil li derveyî ezmûnên asayî yên jîyana rojane tê çandin.” Charles Scribner.
“Ziman ne tenê wesîleya ramanê ye, ew amûreka baş û bandorker a ramanê ye” (Sir Humphrey Davy).
Ziman ronahîya hiş e. (John Stuart Mill).
Ziman bîr û metafor e. (Storm Jameson).
Ziman xwîna gîyan e ku raman tê de diherike û jê mezintir dibe. (Oliver Wendell Holmes)
Zimanê me nîşana hebûna me ye. Ziman ronîkirina tam a karakter û mezinbûna axafvanên xwe ye (Cesar Chavez).
Ziman bi tenê hewce ye ku wateya xwe ragihîne (Konfuçyûs).
Ziman hêz, jîyan û amûrê çandê, serdestî û amûrê azadîyê ye (Carter). Ziman gîyanê aqil e, xwendin jî pêvajoya bingehîn e…
Ziman xwîna gîyan e ku raman tê de diherike û pê mezin dibe. (Oliver Wendell Holmes).
Zimanê me rengê me ye. Zimanek rastîya karakter û mezinbûna axafvanên xwe ye. (Cesar Chavez).
Fêrbûna zimanekî din ne tenê tê wateya fêrbûna peyvên din ên ku heman wateyê ne, ew tê wateya fêrbûna ramaneka din jî. (Flora Lewis).
Fêrbûna zimanekî din mîna bûyîna kesek cûda ye (Haruki Murakami).
Heke hûn bi zimanekî ku ew jê fêm dikin biaxivin, hûn bi serê wan re diaxivin. Heke hûn bi zimanê wan biaxivin, hûn bi dilê wan re diaxivin (Nelson Mandela).
5. Felsefe û ziman

Li gorî Jacques Derrida, em rastîyê bi ziman şîrove dikin. Rastîyeke objektîf nî ne, tenê nêrîn û şîroveyên cûda hene. Ludwig Wittgentein sînorên ramana mirovî bi bikaranîna mantiqê afirîye. Ew îddîa dike ku di hemû ragihandinê de lîstikên ziman hene. Heke em bixwazin cîhanê fam bikin, divê em li ser zimanî lêkolînê bikin. Sînorên ziman, sînorên cîhanê ne. Feylesofî îradeya desthilatdarîyê ye. Feylesofî tenê têgihîştina zimanî ye. Tenê bi mantiqê em dikarin ehlaqeka baş biafirînin. Ludwig Wittgenstein (2014: 25, 26) wisan dinivîsî: ”Cîhan her tişt e. Cîhan tevahîya rastîyan e ne, ya tiştan e. Cîhan bi rastîya û bi rastîyan ku ew hemû rastîyan pêk tê dîyarkirin û îspapkirin. Ji ber ku Cîhan tevahîya rastîyan dîyar dike ka çi ye û çi ne. Rastîyên di qada mantiqî de cîhanê pêk tînin- Cîhan di rastîya de krîstalîze bûye…”

5.1 Paradîgma, hevoksaz, peyv, wate û çêkirina wateyê

Ferdînand de Saussure (1970:155, 156) dibêje ku têlilîyên paradîgmatîk (asosyal) û hevoksazîyê bi du awayên çalakîya me re têkildar in, ku herdu jî, ji jîyana axaftinê re neçar in. Lèvî-Strauss, Claude (1908 – 2009) zimanzan û damezrînerê strukturalîzma antropolojîyê ye. Ez dê di nivîsareka xwe ya din de zêdetir behsa wî bikim. Lê Saussure (1857 – 1913) wekî bavê zimannasîya nûjen ya giştî tê zanîn. Pirtûka wî ya herî bi nav û deng ”Cours in General Linguistics” e. Li gorî Saussure nîşan, (nîşan) wekî tiştekî ku du karakterên xwe hebe, wêneyeka deng (le sigifiant) û têgehek (le signifié) destnîşan dike. Ne tenê peyv nîşan in, lê ji bo nimûne -C jî nîşanek (wêneya dengî ji bo naveroka genîtî / berfireh an jî pasîf) e. Li gorî Saussure, ziman pergalek nîşanan e. Her karakter bı serê xwe bi tevahî bêwate ye, bi kêfî hatîye hilbijartin. Ev pirtûk di sala 1916an de li Parisê çapbû û di sala 1959an de li New Yorkê bi wergera îngilizî hatîye çapkirin. Li gorî Saussure (1916) bêyî ziman, em nikarîbûn rastîya ku em lê dinihêrin, şirove dikin, hildigirin û tê de derbas dibin biafirînin. Awayê îfadekirina me rastîya me ava dike. Di dîroka felsefeya zimanî de cihê Ferdinand Saussure pir mezin e, lê mirina wî Claude Lêvî -Strauss jî roleka mezin leyîst.

Langue ziman wekî pergalek e û bi vî rengî dikare bibe mijara analîzê. Teorîya Saussure ew e ku ziman ji nîşanê pêk tê. Her karakterek ji du beşan pêk tê. Ziman mîna koka darê, bi qasî taca darê raman an têgîna darê ye. Beşa duduyan ew e ku bi rêya wê raman an têgeh ji me re tê gihandin an gotin an jî bêjeya nivîsînê ye.

Bi hestên xwe, em cîhana derve têgihîjin û diceribînin. Hûn çawa dizanin ku ew tama qehweyê dide. Ez hest dikim. Bi awayekî em dikarin rastîyê fêr bibin. Mînak: Heke em tama qehweyê biceribînin. Lê em dikarin tamê bi awayên cûda şaş şirove bikin. Peyv wateya xwe digirin, sembolên tiştekî ne. Mïnak. Mîh spî ne, ez rast im? Semantîk lêkolîna wateyê ye. Zimannasî avahîya argumanan e, nakokî/nezelalî, mecazî, avahîyên îdeomatîk e. Lê Feylesofî ontologï, epîstemolojî û hişmendî ye. Li gorî Sapîr ziman amûreka fêrbûnê ye, lê ji bilî vê ziman jîyana civakî hildigire, bi zimanî ve civakbûn pêk tê.Ziman ji bo axaftvanan sermayeka mezin e, ne tenê wekî navgînek ragihandinêm, ziman nasnameya mirov dîyar dike. Axaftina bi zimanê zikmakî ji her kesî re agahî dide ku em kî ne- Hêza ziman li ser ramanê ye. Zimanê ku em pê dipeyvin dîyar dike ku em cîhanê çawan dihesibînin û şirove dikin. Çima feylesof li ser zimanî lêkolîn dikin? Ziman çi ye? Ma mırov bêyî ziman dikare bihizre? Ziman navîna ramanê ye û raman jî mijara lêkolîna feylesofîyê ye. Erka nivîskar ne ew e ku em hemû peyvên ku dikarin bibêjin, binêje, lê ew e ku tiştê ku em nikaribin bibêjin, bikaribe ji me re bibêje.

Maruf YILMAZ: Ez dikarim çar cureyên ramanên ku wateyên cûrbecûr înkar dikin ji hev cûda bikim:

1. Ez hemû nirxên objektîf û exlaqî înkar dikim. Peyvên wekî başî, xirabî an rast an xelet ne tiştek din in, raman bi vî rengî bi bingehîn bêwate ne.
2. Dema ku ez ramaneka epîstemolojîk dihizrim (difikirim), ez înkar dikim ku di cîhanê de heqîqetên serbixwe û objektîf hebin û bi vî awayî zanîn ne gengaz (mumkin) e.
3. Ez înkar dikim ku wateya jîyanê heye ji ber ku ez çi bikim jî ez bi mirinê diqedim. Her tiştê ku ez dikim bêwate dibe.
4. Ez înkar dikim ku wateya jîyanê ya objektîf heye. Rastî di zimanî de konstruksîyon e.
Pirtûka Arîstoteles ”Organon” i nivîsên Arîstoteles ên li ser mijarên mantiqî û semantîkî pêk tê. Li gorî Arîstoteles xweza ji bêsînorîyê direve ji ber ku netemam e û xweza her tim li dawîyê digere.

Ji bo Platon cîhana ramanan ya baş, rast û ebedî temsîl dike. Platon dihizrî (difikirî) ku îdea hebûneke serbixwe ji tiştan heye, lê Arîstoteles jî wisa difikirî ku ev nerast e (xelet). Ramanger Platon kî bû? “Nezanî koka hemû xerabîyan e” lê bi rastî li pişt van gotinan kî bû? Divê dewlet rastîyan derxîne pêş. Rexneya mantiq û felsefeyê di nav mantiqzanên navdar de tê dîtin. Ludwig Wittgenstein di ziman de du cureyên têkilîyan ji hev cûda dike. Ew hevokên serekî û yên neserekî ne. Em wêneyên rastîyan çêdikin. Wêne modela rastîyê ye. Tiştên ku di wêneyê de bi hêmanên wêneyê ve girêdayî ne. Di wêneyê de hêmanên wêneyê ji bo tiştan radiwestin. Ya ku wêneyê pêk tîne ev e ku hêmanên wê bi rengek taybetî bi hevûdu re têkildar in. Wêneyek fatûreyek e. Li gorî Descartes. Laş û giyan (ruh) du alîyên hemanekê ne, du awayên cuda yên tiştekî ne.

6. Gotûbêjî (nîqaş)

Ji bo Prof. Saussure, paradîgma zimanî ew e ku di serî de ziman, ziman ku wekî pergala fermî ya cûdahîyan tê fêmkirin, jihev vediqete. Şirovekirina fîlozof Barthes ya di derbarê pirtûka Saussure ya dersên semyotîkê de balkêş e.

”Maruf YILMAZ dibêje Kurdistan di nav şer de ye û sîyasetmendar jî xayîn in”.. Ma em dixwazin zarokên me bi darê zorê li kolanan pardekîyê bikin? Ma em Kurd divê destûrê bidin wan ku vê yekê berdewam bikin? Berî her tiştî ew îfadeya nezanî û tirsê ye, nezanîna xwezaya taybetî ya kesên ehmeq e. Li Bakur xelaya însana heye. Gelek mirov hene, lê mirov tune ye (mirovekî wekî Ehmedê Xanî tune..). Ez li Bakur ji bilî koleyên sîyasî mirovan nabînim.

Ji xeynî xwîn, xwidan û hêsiran tiştekî ku ez pêşkêşî we bikim nemaye. Ji lewre ez hêrs dibim, pir hêrs dibim. Kurdên bakur xwedîyê nêrînên herî xerab, bêhna rizînê, xem, sosret, ehmeqî, pîstî, herî bi jehr û nexweş ên cîhanê ne. Ez ne peymend im, ku ji we re rastîyê bibêjim.

Ez tu carî rûyekî ji bîr nakim, heta bi heta lê dema mijar dibe gelê min ez amade me ku îstisnayekê bikim. Bawerîya min bi wekhevîya her kesî heye, ji bilî rojnamevan û wênekêşên sîyasî. Tiştê ku hûn dibêjin girîng e. Hûn çawa dibêjin ew dikare bandorê min bike. Sokrates bawer dike ku divê her tişt ji dijberan pêk were.

Zanebûna rast bi zanîna ku tu tiştekî nizanî pêk tê. “Retorîk hunera axaftinê ye ku ji bo kesên din guhdarî bikin. Li gorî min ‘axaftin’ ne hunera axaftinê ye, hunera guhdarkirina kesên din e.”

Retorîk lêkolîna îqnakirinê ye. Retorîk ji alîyê Arîstoteles ve li Yewnana kevnar hatîye afirandin. Retorîk li ser sê stûnên sereke hatîye avakirin:

1. Logoyên ku bi mantiq, aqil û aqil hatine îqnakirin, rastî, zanîn, rastîya çêkirî… Çi dibêjî? Bêje!
2. Ethos: dilxweşkirin, kirin, heyecankirin, bijartina peyvan, dengê dengîn, serpêhatîyên we, pêbawerî… Kî? Bêje ka tu çi dibêjî!
3.. Pathos: hest, axaftina qêrînî, peyvên hestyarî. Ji kê re? Te çi got bêje!
7. KURTE

Felsefeya ziman, şaxeke felsefeyê ye ku xweza, esl û bikarîna zimanî dikole. Di nava Felsefeya analîtîkê de mirov bi çar pirsgirêkên serek re eleqedar dibe: Bikaranina ziman, lingvîstîka kognitîv, têkilîya ziman û rastîyê. Felsefeya zimanî vekolînek e, ku em çawan wateyekê didin deng û nîşanan bi awayekî ku em bikaribin ramanan ragihînin û formule bikin, ji me re dihêle ku em her tiştî li ser asteka bingehîn zêdetir bihizrin (bifikirin). Felsefeya zimanî pirsên wekî wate, rastî, şirovekirin, çawanîya ragihandinê pêk tîne. Têgehên navendî di nav semantîk û pragmatîkê de têne lêkolînkirin. Felsefeya Kurdî dualîzma ontolojîk, têkilîya raman û madeyê, dualîzma etîk ku di navbera baş û xerabîyê, têkilîya di navbera raman û birêvebirîyê (danûstandin) de dizivire, heye. Têkilîya esl û hebûnê ji bo fîlozofên Kurd ên Serdema Navîn pir girîng bû. Têkilîya baş di navbera raman, danûstandin û ziman de jî girîng e.

Cîhan her tişt e. Cîhan tevahîya rastîyan e ne ya tiştan e. Rastîyên ku di qada mantiqî de cîhanê pêk tînin hene; cîhan di rastîya de krîstalîze bûye.

Thales BZ jîyaye, yek ji “Heft fîlozofên Yewnanîstanê” û nûnerê yekem ê felsefeya rojavayî ye. Kevintirîn fîlozofên Hindî û metnên sanskrîtî yên felsefeyî bûn bingeha felsefeya Zardeşt, felsefeya Thales a Yewnanî û felsefeya Îrana kevnar Aryana. Felsefeya Hindî, mîna hemû meylên olî li Hindistanê berîya her tiştî armanc dike ku bigihîje zanîna ku dikare azadbûna xwe ji cîhanê ji nû ve zayînê bide. Ziman ji bo axafvanan sermayeka zêrîn e, ne tenê weki navgîneka ragihandinê, lê ji ber ku ziman nasnameya mirov dîyar dike.

8. Çavkanî û referens

1. Barthes, Roland (1976). Bildens retorik: Aspelin K. & B. Lundberg.2.Beauvoir, Simone de (2013). Mandarinerna med förord av Anneli Jordahl.
3. Wittgenstein, Ludwig (2014). Tranctatus logico-philosphicus. Wergera ji zimanê almanî: Sten Andersson. Weşan: Norstedts Stockholm. Orjînala çapa almanî: 1921
4. Ludwig Wittgenstein (2009). Filosofiska undersökningar
Tractatus Logico – Philosophicus. Thales: Stockholm
Översättning av Martin Gustafsson och Lars Hertzberg
Tecken och tydning: till konsternassemiotik.
Stockholm: Pan, s. 114 – 130
5. Preucel, Robert W. (2006). Arkeologisk semiotik
6. Hegel. G. W. F. (1987). Förnuftet i historien. Lund: Lundabygdens acupress.
7. Heidegger, M. (1987). Konstverkets ursprung. Göteborg: Daidalos.
8. Husserl, E. (2002). Fenomenologin och filosofins krig. Stockholm: Bokförlaget Thales.
9. Nietzche, F. (2007). Så talade Zarathusra. En bok för alla och ingen.
Têbinî: hemû çavkanî nehatine nivîsandin.
Stockholm / 26.03.2023
Maruf YILMAZ
* Di hejmara çaran de, hatiye weşandin.

Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPalXwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê…

Felsefeya Ziman

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *