Doza Vartînîsê bêyî ku kesek ceza wergire hat girtin: 9 kes hatibûn şewitandin

https://www.rudaw.net/?utm_source=KwikPlayer&utm_medium=KwikShare&utm_campaign=KwikMotion

Doza “Komkujiya Vartînîsê” ku tê de 7 jê zarok 9 kes hatibûn şewitandin, ket ber demboriyê û hat hilweşandin.

Li gundê Vartînîsê yê navçeya Beranîkê ya Mûşa Bakurê Kurdistanê 30 sal berî niha ji heman malbatê 9 kes hatibûn kuştin.

Runiştina 20emîn a doza wê komkujiyê îro li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkaleyê bi re ve çû.

Dadgehê bi hinceta ku di ser bûyerê re 30 sal û 2 meh derbas bûne, doz hilweşand û dosya bêyî ku kesek ceza wergire hat girtin.

Li gundê Vartînîsê yê navçeya Beranîka Mûşê 3ê Çiriya Pêşîna 1993yan leşkerên Tirkiyeyê agir berdan xaniyê malbateke Kurd.

Ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kesan canê xwe ji dest da.

Di komkujiyê de Mehmet Nasir Ogut, Eşref Oran Ogut, Sevda Ogut, Sevîm Ogut, Mehmet Şakir Ogut, Mehmet Şirin Ogut, Aycan Ogut, Cihan Ogut û Cinal Ogut canê xwe ji dest da.

Ji malbata Ogut tenê keçek sax maye ku ew jî wê şevê ne li malê bûye.

Tometbarê serekî Bulent Karaoglu ku wê demê Fermandarê Cendirmeyên wê deverê bû malnişîn e û sax e lê ev 30 sal in ti dadger û dozger nikarin wî derxin pêşiya dadgehê.

Parêzerên dosyeyê dan xuyakirin ku ew dê berdewam kar li ser vê dosyeyê bikin, dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.

Tîma parêzeran di konferanseke rojnamegeriyê de rexne li desthilata dadgeriyê girt ku di vê dosyeyê de dadperwerane kar nekiriye.

Tîma parêzeran diyar kir ku çend daxwazên wan li ser vê mijarê hebûn lê nehatine bicihkirin û desthilata dadgeriyê tohmetbarê sereke negirt heta ku reviya.

Bi bultena sor li tometbarê sereke Fermandarê Hêzên Cendirmayan yê wê demê Bulent Karaoglu digerin û biryara girtina wî jî heye lê nayê girtin.

Ew hîn jî mûçeyê xwe yê malnişîniyê ji bankeyan werdigire û diyar e tê parastin.

Dozên ku 30 sal di ser wan re derbas dibin û tometbarên wan neyêne girtin ango bê encam bimînin, dikevin ber dema dirêj û têne girtin.

https://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/turkey/041220232

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *