Avabûna Partîya Azadîya Kurdistanê

Di salên 1970 an de tevgera Bakurê Kurdistan geşbû. Di wan salan de gelek partî, rêxistin û komeleyên ku doza mafê Kurdistanê dikirin hatin avakirin.Ji van partîyan yek jê jî Partîya Pêşengê Karkerên Kurdistanê (PPKK) û pê ve girêdayî Devrimci Domokratik Kültür Derneği) bû.

Wek gelek partî û komeleyên Kurd PPKK/DDKD jî gelek çalakî li dar dixist û li Bakurê Kurdistanê bû girseyek rêxistinî.

Ji ber pêşveçûna tevgera doza Kurd ya netewî û bûyerên wê demê ku li Turkîye û Kurdistanê diqewimîn, îlankirina Rewşa Awarte û amdeyîyên derbeyek leşkerî, kadirên Pêşeng, PSK û KÛKê bi navê Ulusal Demokratik Güçbirliği (UDG) pêngavek hevkarîya neteweyî avêtin.

Lê ji ber helwesta hin kadirên nava van partîyan û bêbawerîya li hember hev, ev yekîtî beravêtî ma û erka xwe pêk neanî.

Piştî Cûnta 12 Îlon 1980, mîna hemû rêxistin û partîyên Kurdistanî, gelek endam û kadirên vê partîyê jî beşek hatin zîndankirin û beşek jî derket dervî welat.

Endam û kadirên vê rixistinê jî him li welat him jî li dervî welat, mîna rêxistinên Kurdistanî yên din, ket nava hewldanên rêxistinî û yekîtîya bi partî û rêxistinên Kurd re.

Di dawîn de bi KÛK, Tevgera Sosyalîsta Kurdistan, Tekoşîn û Kawa re Partîya Yekîtîya Sosyalîsta Kurdistan (PYSK) avakir.

Piştî belavbûna PYSK, yên ji vê kevneşopê dihatin, Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê (PADEK)avakirin.

Beşek ji vê komê dihatin ji nuh de Komela DDKD avakirin. Yên DDKD avakirin û yên din ku îro bi hevre PAK avakirin, çend civîn li darxistin, biryar dan da ku partîyek `Kurdistanî ya legal û girseyî` avabikin.

Piştî biryarê, ji bo avakirina partîyek hevbeş ya eşkere û girseyî, pêşniyar ji partnerên xwe yên kevn re jî birin. Tevlî ku hin endamên hin partîyan beşdarî vê xebatê bûn jî, lê ji bo ku ji destpêka vê xebatê bangî wan nehatibû kirin û vêna wek helwestek grûbî hat hesibandin, bi giranî beşdar nebûn.

Sebebên beşdarnebûna wan kesên ku ji rêxistinên din tên, li gorî min, ne sebebên bername, destûr, armancên stratejîk an îdeolojîk in, sebebên rûdana helwestên grûbî û bêbawerîyên ku di derbasbûnê de rû dabûn bi xwe ye.

Lê çi dibe bila bibe helwestek baş e û divê her kes, rewşenbîr û derdorek divê di vê heyama girîng de têkeve tevgerê û bi rêxistin bibe.

Baş e, ji ber ku sîyaset li Kurdistanê gelekî şolî û gemarî bûye. Li hember sîyaseta înkara mafê neteweya Kurd û Turkîyevanî, divê êdî Kurdên ku rastîya mafê Kurd çi ye û di nava netewe û welatên cîhanê de divê ciyê neteweya Kurd û welatê wî Kurdistan çi be, bi eşkereyî deyne holê, derkevin meydanê.

Loma partîyek mîna PAK ku vekirî dewletbûna neteweya gelê Kurd diparêze, wê herdem hevkar û hevrêzê tevgera serxwebûnxwaz ya netewa Kurd be.

Rojhilatanavîn û gelê Kurd li her çar parçeyan di qonaxek gelek girîng re derbas dibe. Ev heyamek dîrokî ye. Piştî şerên cîhanê ev cara yekê ye ku ji gelê Kurd re fersendek gelek girîng derketîye holê.

Tifaqa mêtinkarên herêmê têkçûye. Bi avabûna Kurdistana Federal û dagîrkirina beşên erda Sûrî û Iraq ji alî DÎIŞ ve dewletên mêtinkar otorîta xwe wenda kirine; loma peymana Saykes-Pîkot û statukoya rojhilatanavîn fiîlen xera bûye.

Cara yekê ye ku yekîtîya Netewan û dewletên emperyal, bi rêya Kurdistana Federal, gelê Kurd nas dike û destê alîkarî û hevkarîyê dirêjî gelê Kurd û hêzên wê dike. Gelên hemû cîhanê bi sempatî li gelê Kurd dinere û dostê xwe dibîne.

Evana tev rêdide ku derîyê roja cîhanê li gelê Kurd vebûye û êdî dema rizgarîya gelê Kurd dest pêkirîye!

Tişta ku li partî, rêxistin û hemû hêzên Kurd dikeve helwesta yekîtî, hevkarî û rêzgirtina ji reng û cudahîyên hev re ye. Ev webal û berpirsîyarîyek gelek giran e! Xwîn û keda sedhezaran şehîdan e!

Tevlî hemû partî û rêxistinên Kurdistanî ku di van çend salan de ava bûne û yên wê ava bibin û avabûna PAKê li gelê Kurd pîroz be!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *