EM ÊRÎŞA DAIŞê YA LI SER PÊŞMERGEYÊN QEHREMAN ŞERMEZAR DIKIN!

Tevgera Demokratik a Kurdistan – TEVGER

Kürdistan Demokratik Hareketi – TEVGER

Kurdistan Demokratische Bewegung – TEVGER

Democratic Movement of Kurdistan – TEVGER

 

Terorîstên DAIŞê şeva derbasbûyî  li devera Tepî Telanê  ya  bajarokê Kulecoyê yê bi ser Silêmaniyê ve, ji du aliyan ve êrişî Hêzên Pêşmergêyên Başûrê Kurdistanê kirin û di encamê de 5 Pêşmergeyên qehreman  hatin şehîd kirn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Em wek TDK- TEVGER  bi şehadeta peşmergeyên qehreman gelekî xemgîn in. Di serî de sersaxîyê ji bo malbatên şehîdan û xelkê Kurdistanê re dixwazin; xem û êşa malbatên şehîdan par ve dikin.

Vê bûyerê careka din eşkere kir ku xeter û metirsiya hêzên terorîst yên weke DAIŞê, hem li herêmê û hem jî li Kurdistanê berdewam dike. Lê divê em ji bîr nekin ku pirsgirêk û nakokîyên nava tevgera Kurdistanê û bi taybetî  alozîyên van rojên dawî li Başûrê Kurdistanê rûdan jî kês û firsendên weha ji bo dijminên doza Kurdistanê derdixîne holê. Bi awakî giştî bêdengîya Başûrê Kurdistanê û bi taybetî  bêdengîya xelkên Silêmanîyê ya li hemberî helwesta grûpa tarî û tunrew ya li hemberî bêrêziya Alaya Kurdistanê, me dixîne nav gûman û metirsîyê. Divê em diyar bikin ku em helwestên weha, weke xeterek neteweyî dibînin.  Eger neteweyek nikaribe nirxên xwe yên millî  û sembola xwe ya neteweyî, biparêze; eger  nikaribe yekitî û hevahengîya nav xwe ya neteweyî ava bike; dê nikaribe pêşerojek  serbixwe û azad jî misoger bike. Bê gûman dijminên dagirker û hevalbendên wan jî  wê bikaribe bêtir bi hêsanî ji rewş û bûyerên weha îstifade bikin.

Teva hemû pirs, pirsgirêk û kêmasîyên hene jî destketinên Başûrê Kurdistanê, destkestinên her çar perçeyên Kurdistanê û tevgera rizgarîxwazîya neteweyî ye. Wezîfeya hemû rêxistin, dezgeh, rewşenbîr  û welatparêzên kurdan in ku bi hest û helwestek neteweyî piştgirîya van destketinan bikin û wan biparêzin. Lê divê desthilatiya Başûrê Kurdistanê jî rojek berî rojekê pirs û pirsgirên hene, bi yek hest û berpirsîyarîyê çareser bike. Divê di demek herî nêzîk de, pirsgirêka yekhêzkirina pêşmergeyan bê çareser kirin û hemû îmkan û derfet ji pêşmergeyan re bêne terxan kirin ku ew jî bikaribin bêtir axa pîroz ya Kurdistanê biparêzin. Herweha, divê em carek din dubare bikin ku yekitî, hevahengî  û geşkirina îradeya neteweyî yek ji çekên herî girîng yê bidestxistin û parastina mafên neteweyî  yê gelên Kurdistanê ye. Divê desthilata Başûrê Kurdistanê, partî, ezgehên civakî, siyasetmedar û rewşên Kurdistanê, rojek berî rojekê vê vezîfeya xwe ya dîrokî pêk bînin.

Bi vê munasebetê, em gazî Netewyên Yekbûyî, Hêzên Hevpeyman, dezgehên mirovperver û aştîxwaz yên dunyayê dikin ku li hemberî erîşên hêzên terorîst û dagirkerên Kurdistanê, xelkên me yên Kurdistanê  û hêzên peşmerge bi tenê nehêlin;  piştgirîya doza rewa ya rizgarîxwazîya neteweyî  ya Kurdistanê û desketinên Başûrê Kurdistanê bikin.

Em weke TDK- TEVGER  careka din sersaxîyê ji malbatên her pênç şehîdan Kurdistanê re dixwazin; sebr û aramîyê ji bo malbat, heval û hogirên wan dixwazin. Herweha, em hêvîdarin ku pêşmêrgeyên birîndar jî rojek berî rojekê bighêjin siheta xwe.

Bijî parezgerên axa pîroz ya Kurdistanê, pêşmergeyên qehreman!

Mirin û rûreşî ji bo dijmin û hevkarên dagirkerên Kurdistanê re!

Bijî Kurd û Kurdîstan!

TDK- TEVGER

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *