Xebatkar û rêvebirê doza neteweyî Hemîd Kiliçaslan

Cano AMEDÃŽ

Hevalê Hemîd Kiliçaslan di sala 1948an de, li Qosera Mêrdînê, gundê Dêrika Smeîlaxa hate Dinyê.

Kekê hemîd ji binemaleke naskirî û mezin dihat.  Ew di nav eşîr, ode, doz û dawên civata Kurd de mezin bû. Wî civata Kurd baş nas dikir û li gorî urf û adetên kurdî mezin bûbû. Loma jî kekê Hemîd mirovê civat û şevbuhêrkên kurdî bû. Gelekî bi hêsanî tesîr li civatê dikir. Bi mezinan re mezin û bi ciwanan re ciwan bû. Qonexên eşîrtî û netewetîyê jiyabû, di vî warî de xwedîyê harmonîyek baş bû.  Xwedîyê gotina xwe bû, loma jî di nav civatê de mirovekî cihê bawerîyê bû.

Piştî dibistana Lîseyê, di sala 1968an ji bo xwendina bilind çû Ankarayê û dest bi Fakulteya Huqûqê kir. Di heman demê de, pêwendîyên wî bi melayên kurdperwer yên weke Mele Ebdulqudûs,  Mele Eledîn û hinek endamên din yên PDKT re çê bûn. Ew bi rêya Mele Eledîn piştî demeke bendewarîyê, di sala 1969an de bû endamê PDKT.

Piştî  kekê Hemîd beşdarî nav refên Partîyê bû, bi awakî çalak dest bi xebata siyasî û rêxistinî kir û ji bo daza kurd û kurdistanê çi ji destên wî hat texsîr nekir. Gava xebata siyasî û rêxistinî li Bakurê Kurdistanê geş bû û pêwîstiya kadirên siyasî bêtir derket holê; kek Hemîd dev ji dibistana xwe berda û bi hemû hêz û îmkanên xwe bêtir kete nav  xebata siyasî û rêxistînî. Di nava gundîyan û bi taybetî di nav ciwanên wê demê de, gelek xebat û hewldanên hêja kir. Di têgihiştina hestên neteweyî û zanestiya siyasî de rolek taybetî ya Kekê Hemîd  hebû. Ji bo vê rol û helwesta xwe jî dem dema dibû aramanca hinek kesên di warê siyasî de kevnare yên nav partîyê.

Gava di sala 1974an de, Şoreşa Kurdistana Başûr şikestin xwar û xelkê me yê wî beşî ketin nav pêvajoyek zor û zehmet de, weke gelek kadirên PDKT, hevalê Hemîd jî di vî warî de ji bo alîkarî û bicihkirina malbatên pêşmergayan xebat û xizmetek gelek hêja kir.

Di sala 1975an PDKT Kongreya xwe ya sisîyan civand. PDKT jî di warê siyasî û awayê xebata rêxistînî de kete nav pêvajoyeke nû.  Piştî  kongreya sala 1975an, hevalê Hemîd bû endamî Komîteya Mehelî ya Qoserê. Gava xetek serxwebûnxwaz û şoreşger di nav PDKT de dest pê kir, hevalê Hemîd jî yek ji wan kadirên pêşî bû ku pêşengîya vê xetê kir.  Di kongreya PDKT ya 1977an de, xeta serxwebûnxwaz û şoreşger giranîya birêvebirîya navendî ya partîyê xist destê xwe. Hevalê Hemîd di vê kongreyê de weke endamê navendî ya PDKTê hate hilbijartin û dûre jî weke endamê Mekteba Siyasî  xebata xwe ya siyasî û rêxistînî bi awakî berfirehtir û geştir berdewam kir.

Di sala 1978 û 79an de, hevalê Hemîd bi awakî gelekî çalak beşdarî nav xebatên sendîkaya karkeran ya Batmanê bû. Di vê herê me de, di demek kurt de, hezkirin û bandora hevalê hemîd li vê navçeyê jî belav bû. Gava PDKT-KUKê dest bi şevên kulturî û siyasî kir. Di van Şevan de, bi axaftên xwe yên kurdî û rewan  carek din di dilê xelkî xwe de cihekî bi rûmet girt û di şiyarbûna neteweyî û şoreşgerî de roleke hêja lîst. Xebatên hevalên Hemîd yên di nav gundî, karker, xwendekar û ciwan yên wê demê de, herweha xebat û têkoşîna wî ya ji bo karkerên sendîqaya Batmanê û şevên ji alîyê ciwanên PDKT-KUKê de dihatin amadekirin xwedîyê cihekî taybetî û bi rûmet e.

Piştî darbeya eskerî ya 12ê îlonê ya 1980 de weke gelek siyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzên kurd, hevalê Hemîd jî derket dervî welat. Di Konferansa 1ê ya PDKT-KUKê ku di sala 1981ê de hate li dar xistin de, hevalê Hemîd careka din weke endamê Komîteya Navendî ya KUKê hate hilbijartin. Hevalê Hemîd piştî darbeya 1980ê jî gelek xebatên hêja yên siyasî û rêxistinî li Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê kir.

Hevalê Hemîd di dawîya sala 1983an de hate Swêdê û demekê li vê derê cîwar bû. Di vê demê de jî bi qasî ji destên wî dihat ji alîyekî xebata xwe ya siyasî û rêxistinî didomand; ji alîyê din jî xebata xwe ya li ser ziman û kultura kurdî berfirehtir û geştir kir. Di kovara Kulîlkê de ku kovara yekem li tevaya dinyê bi kurdî û tîpên latînî ya zarokan bû gelek çîrok, serpêhatî û metelokên kurdî weşand.

Piştî çûna Swêdê bi demekê jî  hevalê hemîd beşdarî nav xebata Koma Kurmancîyê bû ku ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dihate birêvêbirin. Wî zêdeyî sî salî jî di vî warî de jî xebat û xizmetek bêhempa ji bo zimanê kurdî kir.

Hevalê Hemîd piştî demekê vegerîya welat, xebat û têkoşîna xwe dîsa li nava welat berdewam kir. Di van salên dawî de, wî xebata xwe ya siyasî û rêxistinî di nav PDK-Bakur de dida domandin û ew yek ji berpirsiyar û berdevkên vê partîyê bû.

Bila Xwedê hevalê Hemîd bi dilovanîya xwe şad bike û mekanê wî rohnî be!

Kek Hemîd di warê metelok, çîrok û çanda Kurdî de ansiklopedîyek ser linga û bîrdankek civatî û dîrokî bû. Axaftina kurdî, ji wî re hunerekî zarxweşîyê bû. Bi galgalên di ahenga mijaran de, civat şên dikir û sohbet şêrîn dikir. Loma kesên wî nasdikin, bawer nakin ku ji nav me barkirîye! Ew kesayetekî ku mohra xwe li jîyana civata Kurd xistîye. Loma ew tu demê nayê jibîrkirin!

Em xebat û têkoşîna hevalê Hemîd ya ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk tu carî ji bîr nekin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *