Em di salvegera koça dawîn ya 43. de rêberê neteweya Kurd Mustefa Barzanî bibîr tînin!

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê     (TDK-TEVGER)
Tevgera Demokratîk a Kurdistanî      (TDK-TEVGER)
Kürdistan Demokratik Hareketi         (TDK-TEVGER)
Kurdistan Demokratische Bewegung (TDK-TEVGER)
Democratic Movement of Kurdistan  (TDK-TEVGER)

 


Serokê nemir Mustefa Barzanî, bi jîyana xwe, bi helwesta xwe ya Kurdistanî, bi tekoşîna xwe ya bêrawestan û bi daxwazên xwe yên neteweyî dê ebedîyen di dil, hiş û tekoşîna miletê Kurd de bijî.

Di cuwanîya xwe de, bi malbata xwe ji alîyê hêzên dewleta Osmanî ve hate girtin û koçberî zîndana Dîyarbekirê bû. Di 12 salîya xwe de, darvekirina pakrewanê nemir Abdulselam Barzanî dît û di tevaya jîyana wî ya şoreşgerî û neteweyî de, bû tecrubeyek mezin. Wî bi pakrewanan sûnd dixwar ku xwe tu carî radestî neyaran neke. Lewra jîyana xwe bi tevayî, li ser çîyayên Kurdistanê, bi tekoşîna dijî neyaran domand. Çîyayên Kurdistanê û jîyana serokê nemir bibû yek.

Ji sala 1919an hata sala 1931an, bi birayê xwe Babo (Şêx Ehmed ) re, beşdarîya serhildana dijî Ingilîza bû û dîlgirtina Şêx Ehemed tu carî jibîr nekir. Di sala 1943an de, di şerê cîhanê yê duwem de, dijî dagîrkerên Baxdayê serî hilda. Lê mixabin dagîrkerên hov, serhildana 1943an di sala 1945an de têk bir û bi hovane êrîşî miletê Kurd kir.

Serokê nemir Mustefa Bazrzanî, bi hêza eşîr û pêşmergeyên xwe beşdarî avakirina Komara Kurdistanê ya Mahabadê bû. Di sala 1946an de, wek general mesûlîyeta artêşa komarê da ser milên xwe. Piştî hêzên Sowyetê ji Kurdistan û Azarbeycanê vekişîyan, herdû komardewlet hatin rûxandin. Di vê rûxandinê de, rola Ingilîz û Rûsan ya neyênî dît û xwe radestî dagîrkeran nekir. Ala Kurdistanê, ji pakrewan Qazî Muhamed wergirt û bi pêşmergeyên xwe ve derbasî nava Yekîtîya Sowyetan bû.

Piştî 11 salên koçberîyê, bi guherîna desthilatdarîya Iraqê ve, di sala 1958an de vegerîya Kurdistanê. Ji wê salê, heta sala 1975an, bi miletê Kurd û Kurdistanîyan re, dijî dagîrkerîyê tevgerîya û alaya Kurdistanê ji destê xwe berneda. Wî, alaya Kurdistanê li ser her çîyayê Başûrê Kurdistanê çikand û bû tekoşerê efsanewî yê leheng û rêberê neteweya Kurd û Kurdistanîyan.

Serokê efsanewî Mustefa Barzanî, di 1ê adara 1979an de, li Emerîkayê jîyana xwe ji dest da û beşdarî karwanê pakrewanên Kurdistanê bû. Ruhê wî şad be!

Tekoşîna Mele Mustefa Barzanî, dê rêberê me be!

Em TDK-Tevger di salvegera 43em de serokê nemir bi giramî bibîrtînin.

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê

TDK-Tevger/2022/03/01

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *