Helwesta Kurdan li ser şerê Rûsya û Ukrayna

Cano AMEDÎ

We çi zû ji bîr kir, keç û xortên Kurd di bin paletên tanq û panzerandan de hatin pelixandin, di kolanan de hatin kişandin. Bi hezaran xort û keçên Kurd di xendek û kolanan de bûn hedefên zindî. Ji deh milyonî zêdetir Kurd ji gund û warên xwe revîyan bûn koçber. Bi  sed hezaran kurd xwe li derya û sînorên biyanî xistin, ber bi Ewropa ve herikîn. Bi deh hezaran xort û keçên Kurd di zîndanan de dîl in. Tevna civata Kurd serûbin bûye, di kolanan de karên narkotîk û laşfiroşîyê, di bin çavdêriya dagirkeran de, bi destê xwefiroşan tê meşandin. Ji bo berjewendiyên kesayetî û pereyê bi jahr doz û netew derxistine mezatê.

Ne dûr e, doh li Kerkûkê, li Efrînê, li serê kanîyê, li Girê Spî çi bû, çi qewimî? We çi zû ji bîr kir! Rast e, îro di navbera Ukrayna û Rûsya de şer heye, Tirkiye hevalbend û şirîkê herdu aliyan ne. Hevkarên stratejîk in. Tirk endamê NATO’yê ye û xwedî sigortayek mezin e; ev sed sal in bi hevkarîya Ewropa û piştre ya Amerîka me dieciqînin.

Di dabeşkirina bazar û dîzayn kirina sîstema nû de, dixwaze rol bidize . Bertek û dijîtîya şer, helwestek mirovahî û xwezayî ye. Li dijî dagirkerî û Dehaqan, xwedî helwest bûn karekî baş û ûjdanî ye. Li hemberî dagirkerîyê, neheqî û dîktatorîyê helwest girtin, erkê mirovahiyê ye. Sedem çi dibe bila bibe dagirkerîya welatekî, divê bê şermezar kirin û li dij derketin. Lê ev nayê wê wateyê ku emê problemên xwe ji bîr bikin û ji bo hinekan dijîtîya hev bikin. Di vî şerî de, rol  û berjewendîyên Tirkiye li holê ye.

Li ser torên medya civakî em dibînin ku dîsa “şövalyên kurd” derketine ser dikê û şûr li hev dikişînin. Hevokên Pûtîn, Rûsya, Ukrayna, Tirkiye, nazî, kafir, sosyalîst, nato, rojeva, şer, firset, li nav gohê hev dikevin. Şîrqa Şîrqa şûr û mertalan e!

Weke welatê me azad e, em ne dibin dagirkerî û metirsiya komkujiyê de ne. Em weke xwedî dewlet û desthilatdarên welatê xwe ne, li xelkê şîretan dikin, aqil difiroşin wan, asoya wan zelal dikin, ji birînên wan re derman peyde dikin.

Lê gava çavên me bi hev dikeve, çirûskên di mejiyê me de, weke birûskên asîman li hev dikeve û dinya me dibe cihê ba û bahozan, dibe cihê tofan û malwêranîyê.

Ev çand û kultura kemalîst û Baasîyan, civata kurd dîl girtiye; ew hişmendî, bi şêweyekî dagirkerî neqlî mejî û ruhê civatê kirine. Ji ber wê yekê haya civatê ji taxa siyasî û şopgerên heft îlîm xitim kirine tune ye û ew jî nizanin çi dikin.

Gelo em çiqasî dizanin ku li herêmê çi diqewime, çi metirsîyên giran û çi fersendên dîrokî li pêşiya me ne. Emê bi kîjan aqilî û bi kîjan metodan rêgeha xwe ronî bikin û bigîhêjin armancên xwe yên nêzîk û dûr? Emê çewa bi ked û xebatên hevbeş, aqilekî kurdî desthilatdar bikin? Pêwîstîya me bi sînerjîyek hevpar û aktîf heye, gelo emê bikaribin rê li ber guhertin û pêlên çareserîya pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û rêxistinî vekin?

Ji bo vê yekê ez dibêjim êdî bes e, ji bo dagirkeran, ji bo biratîya xewnên “ümmet û gelan” hêstiran birêjînin. Bila dilê we bi we bişewite, vegerin ser xwe û dest dirêjî hev bikin.

Li Bakûr, li Başûr, li Rojhilat, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê û li Qafqasyayê gelê Kurd di çi rewşê de ye, werin em bi hev re, bi hişmendîyeke netewî li ser vê mijarê serê xwe biêşînin.

Ji we re çi? Ew yên hevin çi bi we ketîye?

Di destê we de dermanek hebe, li serê xwe bidin! Rûs, Tirk û Ukraynî dost û şîrîkê hev in, îro bi hevre şer dikin, lê wê sibê bi hevra votka, rakı û şampanya vekin, li ser siberoja we lotikan bavêjin. Dev ji vî aqilê protez berdin, vegerin ser bingeha netewa xwe, vegerin ser berjewendiyên netew û welatên xwe. Ma we nebihîstiye pêşiyên me gotine: Çavên li deriyan xwelî seriyan.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *