Elî Bapîr û Sirûda Netewî

Çeto Omerî

Divê Parlemena Kurdistanê ji bo rêvebirina kar û xebatên Neteweyî, parastina ax, welat, al, sazî û dezgehên netewî, hêzên netewî û maf û parastina hemwelatîyan xebatê bike.

Îroj parlementerên ku li Parlemena Kurdistanê de li ser navê gel û welat  xwedî biryar in, ew bi dengê gel hatine hilbijartin. Gel ji bo parastina berjewendîyên xwe û wêlatê xwe û pêşeroja zarokên xwe, dengê xwe daye û îrada xwe teslimî wan parlementeran kiriye.

Gava ku serokê partîyek an jî parlementerek xwedî li rûmetên netewî dernekeve û li hember sirûda neteweyî bêhûrmetîyê bike, cîyê wî li parlemena Kurdistanê nîn e. Ji ber ku ew xayin e. Heger ku kesên xayin li Parlemena Netewî hebin, ew parlemento erkên xwe bi cîh nayne û meşrûîyeta xwe wenda dike.

Gava ku sirûda Neteweyî tête xwendin, kesên weke Elî Bapîr bêrêzî dikin û ranabin ser pêyan, divê parlemento bikaribe kesên weha ji parlemento bavêje û doza xiyanetê li wan veke!..

Heger baweriyên olî yên Elî Bapîrê bêrûmet û bêhûrmet, ji bo rêzgirtina Sirûda Neteweyî dibe asteng, wê gavê bila ji parlementoya Kurdistanê derkeve û here ji xwe re li mizgeftekê bibe mela. Ew ne mecbûr e ku him li hemberî şexsê xwe û him jî li hemberî sirûda me ya millî bêrêzî û bêhûrmetîyê bike..!

Çawa ku al sembola neteweyî be, her weha sirûda neteweyî jî deng û reng û sembola Kurdistanê ye…

Ew yek ji rûmetên me yê neteweyî ye ku me Kurdan dike yek…

Parastina rûmetên Neteweyî, erka sereke yê hemû rêvebir û hemwelatîyan e!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *