Amerîkayê çima mûşekên Îranê nexistin?

Patrick S. Ryder
 

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) da zanîn, ji ber ku mûşekên Îranê hêzên Amerîkayê nekirine armanc, ew mûşek nehatine xistin.

Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder, di civîna çapemeniyê de bersiv da pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.

Amerîkayê çima mûşekên Îranê nexistin?

Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê xwediya sîstema parastînê ya asmanî ye û dema metirsiyek hebe dikare vê sîstemê çalak bike.

Dema Îranê bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir ev sîstem nehat çalakkirin û mûşekên Îranê nehatin xistin.

Diyar Kurde ev mijar ji Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder pirsî:

“Ji bo hinek mûşekên ku hedefa wan sivîl bûn werin pûçkirin we çima sîstema parastinê ya asmanî bi kar neanî?

Patrick S. Ryder ev pirsa Nûçegihanê Rûdawê bi vî awayî bersivand?

“Van mûşekan leşker û baregehên Amerîkayê nekirine armanc.

We jî dît bê Îraqê çawa bersiv daye êrişan û giraniya xwe bidin ser bersiva wan lê gorî agahiyên ew êriş ne deqîq bûn.”

Berdevkê Pentagonê li ser mana leşkerên Amerîkayê ya li Hewlêrê jî da zanîn, “Amerîka sala 2014an li ser xwesteka Hikûmeta Îraqê li çûye wî welatî û em dê hevkariyên xwe bidomînin.”

 Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?

Diyar Kurde bi bîr xist ku Yasaya Parastinê ya Niştimanî ya sala 2024an behs dike ku Amerîka sîstema parastinê ya li dijî mûşekan bide Herêma Kurdistanê û pirsî, “Amerîka dê wê sîstemê bide Herêma Kurdistanê?”

Patrick S. Ryder bi vî awayî bersiv da pirsa Diyar Kurde:

“Ez behsa yasayekê nakim ku hîn neketiye meriyetê û naxwazim li ser vê mijarê tiştekî bibêjim.

“Îraq hevkarekî girîng ê Amerîkayê ye û em dê ji bo parastina ewlehiya Îraqê bi wan re bixebitin.”

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê, şeva 15ê Kanûna Paşîn êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Di vê êrişa Îranê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn

Îranê derdora demjimêr 23:30î bi 11 mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîne, mêvanê wî û xizmetkareke mala wî cane xwe ji dest da.

Li mala Dizeyî amadehî dihatin kirin ku piştî 10 rojan rojbûna ewil a Jîneyê were pîrozkirin lê wê ji ber êrişên Îranê saleke tenemê xwe jî temam nekir.

Hevjîna Dizeyî û du kurên wî jî di heman êrişê de li mala xwe birîndar bûn. Rewşa tenduristiyê ya kurekî wî xerab e û niha li Îmarata Erebiyê tê tedawîkirin.

Li aliyên din, Dijeterora Kurdistanê jî heman rojê ragihand, 3 dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Îstixbaratê Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina esmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Sibeha 16ê Kanûna Paşîn demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqiyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Ev êrişên Îranê hem li nav Kurdan hem jî li qada navneteweyî bûn sedema gelek bertekan.

Welatên wekî Amerîka, Çîn, Fransa, Almanya, Tirkiye û Fînlendayê ev êriş şermezar kirin.

Dîsa gelek partî, sazî û rêxistinan Kurdan jî bertekên tund nîşanî van êrişên Îranê dan û wan Îran şermezar kir.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *