Dr.Abdûrahman Qasimlo Rêberekî Têgihiştî, Realîst û Dûrbîn Bû

Mustafa OZÇELIK

Sekreterê Giştî yê PDKÎ (Partîya Demokrat a Kurdistan a İranê) Dr. Abdurahman Qasimlo di 13ê Tîrmeha 1989an da li Wiyeneya paytextê Awûsturyayê, li gel Berpirsyarê Derveyî Welêt yê PDKÎ yê Ebdulla Qadirîzade û Dr.Fazil Resûl ê ji Başûrê Kurdistanê, ji alîyê îstîxbarata Îranê ve di otelê de hatin qetilkirin.

Dr. Abdurahman Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê, di têkoşîna hemû şervanên qehreman û kedkarên doza azadîyê de dijîn.

Di 34emîn salvegera şehadeta wan da, em Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên wî bi rêzdarî bibîr tînin û bi vê minasebetê careke din jî em Dewleta Îranê rûreş dikin.

Dr. Abdurahman Qasimlo, sîyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyen, mamosta, sosyolog, ekonomîst û dîplomatekî welatperwer bû.

Dr. Abdurahman Qasimlo herweha pêşmerge, fermandar, rêber û serokekî hêja, zana û bi tecrube bû ku, ne bes ji kîsê PDKÎyê, lê belê ji kîsê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê çû.

Dr. Abdurahman Qasimlo, di bîr û bawerî û sîyaseta xwe da jî mirovekî realîst bû, pêşbîn, dûrbîn bû. Sîyaset û helwesta xwe li gorî konjonktur, şerd û şirûdên welatê xwe, yên dewleta dagirker, dewletên herêmê û cîhanê û her weha li gorî  îmkan, hêz û birêxistinbûyîna  partîya xwe, ya miletê xwe, ya dijmin û dostên xwe  dihûnand.

Kurdistan bêyî îradeya miletê Kurd û gelê Kurdistanê bi çar perçeyan ve  hatîye dabeş kirin û dagirkirin. Herçiqas ji nuha ve emê nikaribin şêwe, dem û rêbaza wê dîyar bikin jî; yekitîya miletê Kurd û Kurdistanê mafekî meşrû, neteweyî, niştimanî yê û divê miletê Kurd û gelê Kurdistanê yê her perçeyekî Kurdistanê bi îradeya xwe ya azad di vê derbarê da biryara xwe bide.

Pêşewa Qazî Mihemed digot ‘’Kurdistan ne çar e, yek e’’. Li Meydana Çarçirayê ya Mehabadê da jî, gava Dewleta Komara Kurdistanê hate îlan kirin ji her çar perçeyên Kurdistanê jî  nûnerên gelê Kurdistanê hebûn.Piştgirî, alîkarî, hevkarî û lihevxwedîderketina her çar perçeyên Kurdistanê wazîfe û berpirsîyarîyeke neteweyî, niştimanî ye. Lê Pêşewa Qazî Mihemed şerd û şirûdên her perçeyekî Kurdistanê dida ber çavan û li gorî wê, xwest ji wê  firsenda dîrokî ya ku hatibû ber derîyê gelê me feydê werbigire û ji Rojhilatê Kurdistanê ve şikestekê li wê zincîra koletîyê û dagirkerîyê bixe.

Dr. Abdurahman Qasimlo, li ser rêbaza Pêşewa Qazî Mihemed û Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê(PDK-Îran) dimeşîya.

Dr. Abdurahman Qasimlo, ji alîyekî ve girîngî dida  peywendîyên neteweyî, niştimanî yên hêzên Kurd û Kurdistanî yên herçar perçeyên Kurdistanê û Kurdên ku  li cîhanê belav bûne; ji alîyekî ve jî ji bo azadîya Rojhilatê Kurdistanê girîngî dida xurt kirin û pêşdebirina  partîya xwe û ya hevkarîya partî û rêxistinên Rojhilatê  Kurdistanê. Herweha Dr. Abdurahman Qasimlo, baş dizanîbû ku, li gorî rastîya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, ji bo azadîya Kurdistanê,  ji bo çareserîyeke federalî, pêwîstî bi hevkarî û tifaqeke bi gelên Îranê ra jî heye.

Fikra Dr. Abdurahman Qasimlo ya ku digot ‘’Her perçeyekî Kurdistane divê li gorî taybetmendîyên xwe xebatê bike û divê tu perçeyek destêverdanê li perçê din neke’’, encam û berhema têgihiştin, zanîn, berpirsyarî û tecrubeyeke berfireh ya zanistî, sosyolojîk, jeopolîtîk, herêmî, navdewletî, neteweyî û niştimanî bû.

Şerdên her perçeyekî Kurdistanê, birêxistinbûyîn, asta pêşketinê, şêwe û misteweya xebat û têkoşîna  her perçeyekî Kurdistanê, helwest û rewşa dagirkerên her perçeyekî û herweha  berjewendî û sîyasetên dewletên mezin ên cîhanê, ji bo her perçeyekî Kurdistanê  cuda cuda ye. Ji ber wê jî xebat û têkoşîna azadîya her perçeyekî Kurdistanê jî taybetmendiyên xwe hene.

Aşkereye ku di çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê da, sîyaseta dewletên mezin û peywendîyên wan ên bi dewletên dagirkerên Kurdistanê ra, roleke esasî dilihîze; heta gelek caran tayînker e jî. Ev rastîya tesîreke mezin li ser rê, rêbaz û şêweya têkoşîna her perçeyekî Kurdistanê û jî dike, tesîrê li ser şiklê çareserîyê jî dike..

Dr. Abdurahman Qasimlo,  ji ber ku rola peywendîyên navnetewî û sîyaseta dewletên mezin ku li ser berjewendîyan hatîye ava kirin baş dizanîbû, girîngîyeke mezin dida dîplomasîyê û xebatên li dîyasporayê. Di qada navnetewî da jî realîst bû, berjewendîyên miletê Kurd esas digirt, peywendîyên xwe bi alîyekî tenê ve teng û sinordar nedikir û karîbû di  têkilîyên  xwe yên li gel Bloka Rojava û Bloka Rojhilat a cîhanê da balansekê çêbike.

Piştî jenosîda Helebçeyê tevgera neteweyî, niştimanî ya Başûrê Kurdistanê darbeyeke mezin xwarîbû, şikesteke mezin rûda. Lê  di sala 1991ê da piştî Sedam Husên Kuweyt dagir kir û Emerîka û hevpeymanên xwe midaxaleyî Iraqê kirin, firsendeke dîrokî û mezin hate ber derîyê gelê me yê Başûrê Kurdistanê; bi raperînê û bi rizgarkirina Hewlêr, Silêmanîye û Dihokê rêya Dewleta Federe ya ku îro heyî vebû.

Heger em rewşa Rojavayê Kurdistanê ya sala 2008ê û ya îro bidin berhevdu, emê bibînin ku, li gorî sîyaseta dewletên mezin di demeke kurt da, dikare rewşa perçeyekî Kurdistanê ji çi astê bigihêje çi astê. Li Rojavayê Kurdistanê partîyên Kurdan wek aktuel behsa qebûl kirina nasnameya Kurdên bê nasnameya Dewleta Sûrîyeyê û behsa mafên ziman û kulturî dikirin; îro behsa rêvebirîyên herêmî, kanton, otonomî, federalî tê kirin.

Herweha li Rojhilatê Kurdistanê, berîya qetil kirina keça Kurd Jîna Emînî, kes ne li bendê bû ku gelê me raperîn û vejîn û helwesteke weha girseyî,neteweyî nîşan bide. Lê çirûskeke biçûk, hêzeke mezin derxist holê.

Ji ber şerdên taybet ên her perçeyekî Kurdistanê, xebat û têkoşîna doza azadîya Kurdistanê jî dê di ast û şêwe û pêvajoyên cuda cuda da derbas bibin. Ji ber vê jî, her perçeyekî Kurdistanê divê li gorî şerdên xwe yên taybet xwe birêxistin bikin; partîyên Kurdistanî, divê berîya her tiştî azadîya wî perçeyê ku lê ne bidin ber xwe û hevkarî, tifaq, bere, platform, kongreyên xwe yên neteweyî, niştimanî li her perçeyekî ava bikin.

Em jî wek PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), rêbaza Dr. Abdurahman Qasimlo ya di derbarê birêxistinkirina her perçeyekî Kurdistanê ya li gorî taybetmendîyên xwe, rast û realîst dibînin. Em wek PAK, xwe wek partîyeke Bakurê Kurdistanê pênase dikin.Me azadîya Bakurê Kurdistanê daye ber xwe. Lê belê, herweha em piştgir û alîkarên xuşk û birayên xwe yên Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ne. Em hemû destkeftîyên wan wek destkeftîyên xwe, hemû xweşî û nexweşîyên wan wek xweşî û nexweşîyên xwe  dibînin. Em sîyaseta xwe jî li ser esasê lêxwedîderketin, parastin û piştgirîya hemû destkeftî û têkoşîna wan dihûnin. Ji bo lihevxwedîderketina hêzên azadîxwaz, Kurdistanî yên her çar perçeyên Kurdistanê, em dibêjin divê Navendeke Koordînasyonê hebe da ku em piştgir û alîkarê hev bin, da ku em zerarê nedin hev û da ku em destkeftîyên hev biparêzin, li ziman û kultur û nirxên xwe yên neteweyî, niştimanî xwedî derkevin.

Em wek PAK alîkarî,hevkarî û lihevduxwedîderketina hemû hêzên neteweyî, niştimanî yên her çar parçeyên Kurdistanê diparêzên. Lê aşkereye ku, bingehê alîkarî, hevkarî, lihevxwedîderketin û hevparastinê, ji hevdu qebûl kirinê û lihev rêzgirtinê destpê dibe. Divê hemû partî û rêxistinên Kurdistanî yên li her perçeyekî Kurdistanê, rêzê li partîyên perçeyên din bigirin, midaxaleyên negatîf li wan nekin, xwe li ser tu alîyekî ferz nekin, rêzê li îradeya wan bigirin, têkelî karên wan ên nevxweyî nebin, di peywendîyên xwe yên mecbûrî yên li gel dewletên dagirker da hesasîyetên gelê me yê li wî perçeyî bidin ber çavan, empatîyê bikin.

19.06.2023

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *