CÎHANA PIRTÛKAN / BÎRANÎNÊN LÎBERALEKÎ KURD ”DARÊ ŞIKESTΔ

Lokman Polat

Pirtûka bîranîn a birêz Necdet Gundem ”Darê Şikestî” di nav weşanên Dozê de li Stenbolê hem bi kurdî û hem bi tirkî derketîye. Pirtûk a bi kurdî 160 rûpel e. Min a kurdî xwend. Lêkolînvan Ferzan Şêr ji bo pirtûkê pêşgotineke baş û xweş nivîsîye. Edîtorîya pirtûkê jî K. Karaaslan kiriye.

Min birêz Necdet Gundem li Swêdê dît, wî bi nasnavê Hesen Mizgîn nas kir. Wî bi vî navî di rojnameya Armancê de bi kurdî nivîs, gotar dinivîsî. Min rû bi rû wî di komela pêşengê a li Alvîkê dîtibû. Paşê jî me hevûdu li Uppsalayê dît. Dema ew li Antalyayê bû, jineka nas û dosta min di Unîversîteya/Zankoya Antalyayê de mamoste/doçent bû ji bo min bi wî re hinek pirtûk şiyandibû û wî bi xwe re anîbû. Ez çûm bajarê Uppsalayê min ew dît û me bi hevre sohbet kir. Herî dawî jî min ew li pêşengeha/fûara pirtûka a li Stenbolê dît.

Bîranînên birêz Necdet Gundem bi sernavê ”Zaroktiya Min” ji zaroktiya wî dest pê dike. Di gotareke danasîna pirtûkek bîranînê de mirov nikare behsa hertiştî bike, lê heta ji destê min were ez ê danasîna wê berfereh bigrim. Digel danasîna naverokê ez ê tiştên ku balkêş bibînim bi kurtî şîrove bikim.

Di pirtûka bîranînan de 27 sernivîsên dabeşên bûyerên curbecur hene. Zimanê wê hêsan e û bi hêsanî tê xwendin. Rêzkirin û ravekirina bûyeran bi zanîstî hatiye pêkanîn û bi zimanekî nerm û zelal hatiye qalkirin. Dema mirov pirtûkê dixwîne û diqede, tê de dîmenên jiyan û têkoşîna birêz Necdet Gundem dibîne û gelek tişt jê fêr dibe.

Di bîranînan de gelek tiştên balkêş hene ku bala mirov dikşîne. Wek mînak: sologana/duruşma ”Kurdara Azadî”. Zilamekî berpirsiyar  ê ji rêxistina ku ew tê de dixebite naxwaze ku ew vê sloganê biavêjin. Diyar e ji ber ku ev slogan ji alî polîs û emnîyetê ve wek suc dihat qebûlkirin û mitîng jî ji alî komeleyan dihat amade kirin loma berpirsiyar tika kiriye ku ev slogan neyê avêtin.

Tê bîra min jî, rêxistina riya azadî jî wê demê slogana kurdara azadî nediavêt di şûna wê de slogana ”Halklara Ozgurluk / ji gelan re azadî” diavêtin. Li gorî riya azadî ev slogan sloganekî millîytçî/neteweperwer bû. Bi qasê ku tê bîra min, Kîp/Dddk`dê jî slogana kurdara azadî nediavêt. Slogana ”Kurdara Azadî” slogana sereke a rêxistina Rizgarî û Ala Rizgarî bû.

Birêz Necdet Gundem, di nav kesayetiyên/şexsiyetên siyasî ên bakurê Kurdistanê de yek ji wan kesên pêşîn e ku bûbû lîberal û hizir û ramanên lîberalîzmê diparast. Ew kurdperwer, welatparêz û lîberalekî neteweperwer ê doza kurd û Kurdistanê bû. Ew di bîranînên xwe de jî kurdperwer, welatparêz lîberal e û rexne li kesek nagre, dilê kesî ji xwe nahêle. Di nav hevalên wî, ên rêxistina wî a berê de, gelek kesên ku rexne heq kirine hene, lêbelê wî rexne li hevalên xwe negirtîye. Wî wekî zilamekî dînazor ku di bîranînên xwe de rexne û paşgotiniya hemû hevalên xwe kiribû, li ser navê rexneyê wan reş kiribû, sucdar/tawanbar kiribû, li wan heqaret kiribû, birêz Necdet Gundem weha nekiriye.

Di pirtûka bîranînê de, navçeya ku ew lê mezin bûye, bajarên cuda ên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, Ewropa û jiyana li Swêdê, zahmetiyên salên li sirgûniyê, vegera welêt û xebata siyasî û rêxistinî bi baldarî hatiye qal kirin.

Temenê birêz Necdet Gundem niha ji heftêyî bihurîye. Ew di ciwaniya xwe û navsaliya xwe de, di hêla kar û xebatên siyasî û rêxistinî de aktîv bûye. Ew behsa damezrandina partîyeke bi navê ”Partî Şoreşgerî Demokrat a Kurdistan,(PŞDK)” dike, min hetanî pirtûka wî nexwend, ez bi vê partiya kurdan nehesîyabûm û min qet ev nav jî nebihîstibû. Ew û hevalên xwe ên PŞDKê paşê derbasî Partîya Demokrata Kurdistanê li Tirkîye (PDK-T) dibin. Ev partiya Dr. Şivan e û paşê bi navê KÎP/DDKD hate nasîn. N. Gundem derbarê van herdu partiyan de şîroveyekî rexneyî nake û bi qewlê gotina pêşiyan; ”yek nabêje dewê min tirş e,” ew jî nabêje ku dewê wan tirş bûye(!).

Dema ku rêxistina îstixbarata dewleta komara Tirkiyê /MÎT zorê dide pê ku bi wan re bixebite, ew gelek durist tev digere, xeberê dide hevalên xwe yên rêxistinî û li ser biryara sekreterê giştî ê partiya wî derdikeve derveyê welat û dawî li Swêdê bi cih û war dibe.

Bi xwendina pirtûka bîranînan, hinek tiştên ku min nizanîbû, pê nehesîyabûm fêr bûm. Rexneyên wî ên li  Şerefetîn Elçî jî rexneyên di ciddî de ne, rast in. Min jî di demên berê de, di rojnameya hefteyî a bi navê ”Nûroj”ê de rexne li Ş. Elçî girtibû. Ez du hevokên di nivîsa xwe  de digrim vir. Min weha gotibû :

”Kesê ku pêşengiya platforma demokratîk a Kurd (PDK) dike, ji bo berjewendî û kariyera xwe ya kesayetî/şexsî berê çûbû bubû namzetê partiya Kemalîst CHP-ya ku avakerê dewleta TC. ye, divê hesabê namzetiya xwe ya siyasî û exlaqî bike.

DKP çiqas lîberal/azadîxwaz û demokrat e? Ev jî cihê nîqaşê ye. Ez difikirim ku têgîna muhafezekariya navendî ji bo DKP ji demokrasiya lîberal guncavtir e. Ez ji lîberalîzm û demokrasiya Ş. Elçî bawer nakim. Pratîka wî di holê de ye. Kesê ku bê hilbijartin, bê rezervasyon, bê şert û merc ferz dike û dibêje ”îla ez ê bibim serok”, çiqas lîberal e, çiqas demokratîk e?” Binêrin rojnama Nûroj.

Necdet Gundem, li Swêdê bi nasnavê Hesen Mizgîn kar û xebata xwe a siyasî û rêxistinî didomîne. Ew li Swêdê di jiyana sirguniyê de 22 sal dimîne û paşê vedigere û li Mêrsînê bi cih dibe. Li wir jî xebata xwe a siyasî didomîne û di nav hewldanên siyasî û rêxistinî de cih digre. Pêşî ew di nav însîyatifa bi navê ” Pêlatforma Yekîtîya Demokratîk a Kurd” de, paşê di nav ” Partîya Girseyî ya Demokratîk /DKP” de û herî dawî jî di nav ” Partîya Maf û Azadîyê (HAK-PAR)” de cih digre û dixebite. Ji bo ku ew xwedî hizr, raman û nêrînên lîberalî ye ew û yên din bihevûdu nakin, wî diêşînin, dilê wî dişke, lê neheqî jî tê kirin û ew jî ji Hak-Parê vediqete.

Weke ku min li jor jî gotibû; birêz Necdet Gundem lîbaralekî kurd e, humanîst e. bîranînên xwe jî li gor mentalîteya xwe a lîberaliyê nivîsiye û wî kesekî neêşandiye, dilê kesekî ji xwe nehêştiye. Li bakurê Kurdistanê dema mirov bibêje lîberalî, lîberalîzm di serî de birêz Îbrahîm Guclu û Necdet Gundem têne bîra mirov. Îbrahîm Guçlu hêj li Suriyê bû, di salên heştêyî de pirazeyê xwe ê lîberalîtî û humanîstiyê da nîşandan ku ew bi rastî jî kurdperwerekî lîberal, demokrat, wefadar û qedirşînaz e. li Suriyê partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê bi tundî li hemberê kesên/endamên ku ji wan vediqetiyan helwestên nebaş, nemirovane werdigirtin, wan ji malên xwe dikirin derve û biryar digirtin ku kes bi wan re xeber nede, têkilî daneyne. Lêbelê Îbrahîm Guçlu li hemberê kesên ku ji Ala Rizgarî vediqetiyan vê helwesta hişk û nemirovane nedigirt, wan ji mala rêxistinê nediqewirand, dernedixist nediavêt kuçê. Ne tenê PKKê, hinek partî û rêxistinên din jî endamên xwe ên ji wan veqetiyan kuştin, bi fizîkî ji holê rakirin, hinekan wan fizikî nekuştin lê ji hêla siyasî û mirovî ve ew kuştin. Îbrahîm Guclu/Ala Rizgarî tu car vî tiştê qirêj, nemirovî nekirin. Hêjayiyê pesnê ye ku Ala Rizgarî ji tu rêxistineke din ê kurd kesekî nekuşte. Yek endamekî xwe nekuşte. Lê endamên wî ji alî rêxistinên din ve hatin kuştin. Heger rojeke lêkolînvanekî li ser vê mijarê lêbikole, ji hevudu veqetandina partî û rêxistinên kurdan û veqetandina endaman de çi helwest hatine wergirtin, çi çalakiyên qirêj hatine kirin binivîse dê xwendevan bimîne şaş û ecêb. Di ji hevûdu veqetandina KÎP û PPKK/Pêşengê de jî tiştên nebaş, pevçûn, paşgotinî, heqaret û sucdarî/tawanbarî û gelek tiştên nemirovane hatin kirin. Di vê hêlê de sicîla Kîp/Dddkdê paqij nîn e. Ji serokiya Dr. Şivan heta sekreteriya Omer Çetîn û Murad Ciwan hem kesên ku ji wan hatin veqetandin kuştin û hem jî ji rêxistina ku herî nêzîkê wan bû, ji PSK/Riya Azadî xortekî li Amedê kuştin.

Birêz N. Gundem behsa damezrandina Hak-Parê û tenggrubiya ku di nav de hebûye û hatiye kirin qal dike. Bi qasê ku min jî bihîst di Hak-Parê de hem riya azadî û hem jî ddkdyîyan tenggrubû dikirin, ji xwe paşê bi hev ketin û ddkdyî jê veqetiyan. Hak-Par di destê riya azadî de ma. Paşê jî dînazorekî karîyerîst wê jî kire ducî. Hak-Par ji kesên mirudên dînazor re ma û pskyî jî bi heman navî partiyeke legal/yasayî damezrandin.

Di bîranîna xwe de çend deran behsa Omer Çetîn dike û dibêje;” ppkkk pêşengê li Omer Çetîn neheqî kiriye jê re gotiye xaîn. Dema ew hatiye Swêdê ez çume serlêdana wî û min doza lêborînê kiriye.” Dibêje;” Omer Çetîn gotiye sedemê perçebûna kip, ddkd ê Murad Ciwan/Mehmedali Çılgın û Said Aydogmuş bune.”

Min ji bihîstibû dema Omer Çetîn hatibû Swêdê hinek kesên ku di dema partiya pêşeng de jê re gotibû xaîn çûne serlêdana wî. Lê Said û Mûrad Ciwan çûbû neçûbû ez nizanim. Di tradisyona Şivanciyan/kîp/ddkd, ppkk/pêşengê de sê kesên ku herî pir rexneyê heq kirine û divê rexne li wan were wergirtin Dr. Şivan, Omer Çetîn Û Murad Ciwan in. Belkî rojeke yekî ji vê tradîsyonê bîranînên xwe binivîse û rexne li van hersêyan bigre.

Birêz N. Gundem bi mentalîteya lîberal, dîmenên jiyana xwe, kar û xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî, serborî û serpêhatiyên xwe pêşkêşê xwendevanan kiriye û gelek baş kiriye. Mirov ji pirtûkên bîranînan gelek tişt fêr dibe. Ciyê keyfxweşiyê ye ku di van demên dawîn de gelek kesayetiyên/şexsiyetên kurd, siyasetmedar û rewşenbîran dest pê kirin û bîranînên xwe nivîsîn û weşandin. Bi qasê min bihîstiye hêj gelekên din jî dinivîsîn. Ez ji xwendina pirtûkên bîranînan hez dikim, dixwînin û dixwazim derbarê wan de binivîsim, weke antolojiyeke pirtûkên bîranînan amade bikim.

Bi hêviya ku hêj gelekên din jî bîranînên xwe binivîsin û biweşînin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *