Di zargotin , dokument û fermanan de zelaldibe ku, herêma Xerzan-Garzanê „makewelatê Konfederasyona Reşan“ buye.

Kemal TOLAN

Kurdzanê Rus M.S.Lazarev dibêje,  “Di wexta hinek netew bi alîkariya Îngilîzan di sala 1820 de, xwe ji Îpararatoriya Osmanî veqetandine û dewletên xwe avakirine Weke Sirbîstanê-1815, Yûnanîstanê-1828, Romaniya û.w.d. Dîsa „di dawiya dehsaliya sisiya ya sedsala XIX a da rûyê şerê Rûsiyayê- Îranê yê di salên 1826-1828 a û şerê Rûsiyayê- Tirkiyê yê di salên 1828-1829 a da sînorên Împaratoriya Rûsiyayê nêzîkî sînorên Kurdîstanê bûn û perçekî erdê kurda kete bin hukumê Rûsa “*1

Li gorî ez dizanim, Êzdî di bin desthilatdariya Osmaniyan û navbera hevrikî û nakokiyên begên Kurdên Musilman de heta sala 1828an ku, Şêx Mîrza yê Anqosî*2(rûp.:65-68)  li dijî zilma Kurdên musilman î nezan û Sultanên Osmayniyê derdikeve jî hinekî xweser jiyane. 

Dîrokzane, nivîskar û lêkolînvanê rêzdar kekê Xerzî Xerzan di lêkolîna xwe de dibêje, „herêma Reşan, Çiyayên Reşan, Çemê Reşan û Pira Reşan ku,  berê gelek gundên wan hebûne,  heta xelqê wê jî wek Reşî dihatin nasîn, makewelatê Konfederasyona Reşan bixwe bûye. Ev herêma di nav bera Rojavayê Sêrtê û heta ava Botan û li ber qeraxên başûrê çemê Bedlîsê de dimîne. Heta ava Bedlîsê digihîje Botan tevahî Reşa ye. Niha jî herêmek bi navê Reşan heye û girêdahiyê Gurdilan e, a ku Şerefxanê Bedlîsê ew wek Mîrekiya Gurgilê an jî Gurdkilê pênase dike.. “*(3- rûp.:122-123)

Şerefxanê Bedlîsê di Şerefname de*(4- rûp.: 184 de )dibêje, „Navê Gurgil, beri Curdqîl bûye, pişt re di nav zeman de ji ber nav xelkê de zêde bikaranîna wê, guheriye û şiklê Gurgil bi ser de hatiye-305.  Çiyayê Cûdî, ku gemiya Nuh Pêxember -rehma Xwedê li wî ….be- li ser sekiniye, di vê navçeya han de ne. Li nahiya Gurgilê néziki sed gundên xiristiyan û musûlmannişîn hene. Li wir, gelek zozan û havingehên têrçêre, xweş, pît û bereket hene. Gelek eşiret û qebilên kurd ên koçer ji bo xwedikirina heywanên xwe, hemû wextê di navbera van ciyan de di çûn û hatinê de ne. „

Belê herçiqas Şerefxanê Bedlîsê di berhema xwe „Şerefname“yê de(*4 rûp.: 242) dibêje „Kurdistan di dema  fatihan de ji serî heta binî serûbin kirine„jî, ewî jî weke gelek nivîskarên ku “Defterên Dîroka Osmaniyan“ nivisandine ne xwastiye bi rastî û eşkere bahsa rewşa Êzdiyan ye wî wextî bike..”*(2-rûp.:25 )

Di gelek dokumentên „arşîvên Osmanî yên Serokwezîrtiyê“*5 (rûpelên 76-77) de dane xwanê, şahdetiya ku Êzdî ji herêma Xerzan bi darê zorê koçberbûne didin û mînak yek ji wan dibêje: “Dema Reșit Pașa yê waliyê Sîvasê, di  sala 1835 de herêma Xerzan dike hinek Êzdiyên li herêma Xerzan dijiyan , bi darê zorê radike wan tîne li gundên deșta Amedê de bi cîh dike. Hafiz Paşayê Osmaniyê di sala 1837 de dest daniye ser 3000 zarokên Êzdî û ew li ser leşkerên artêşa Osmaniyê parvekirine. „

Her wisa di lêkolîneke din de jî têgotin, „ Li herêma Xerzan ê di salên 1832-1842 de şerekî mezin di navbêna leşkerên Osmanî , begên Kurdan û bi taybetî jî li hemberî Êzdiyan rûdaye.

Reşit Paşayê Osmaniyê di sala 1835 de bi alîkariya siwariyên hinek begên Kurdên herêma Muşê û Diyarbekirê êrîşî ser Êzdiyên herêma Xerzan kiriye. Reşit Paşa di rapora ku 01.11.1835 de li Stenbulê nivîsandiye de eşkere dibêje, „Di vegera ji aliyê Xerzanê , li ‘Çiya ‘Ekrad-1 Laîn’ yê Xerzanê ku bi navê eşîra wê jî tê binavkirin, dîsa berxwedanê destpêkir. Ji bo armanca disîplîn û perwerdehiya wan, Mûtesellimiyên Mûşê Emîn Paşa bi qasî sê hezar siwarî û çar hezar leşker piyade ji aliyê Diyarbekirê ve hatin tayînkirin.

Leşkeran ji dû milan ve êrîşî ser dû-sê gundan kesên navborî xistin. Hejmarek gundên deştê hatin girtin, gelek kes hatin îdamkirin û sirgûnkirin……..”*6(rûp.:31-32)

Serhatiyên ku generalê Alman Helmuth Graf von Moltke, yê ku bixwe jî di vê demê de di pêşiya leşkerên siltan û paşayên Osmaniyanî yên tevî Kurdên îxanetkar  de bûye,  di nameyên xwe de eşkere didexwanê û dibêje*7, „leşker bi navê „Allah! Allah! -” êrîşkirne ser xelkê Mesihî, Ȇzdî ȗ Kurdȇn welatperwer, yên ku hîna li de derdora „Jesid –hane-suj- -ava Êzdîxane[nexşa di nav herêma Xerzan“Garzan“ê de mabûn.

Ew reîsên êşîretan ku bûbûne serekên van alayiyan, di nava êşîr û heremên xwe de xwedî soz û quweteke mezin bûn. Di şerekî sala 1838.meha 6 de li Çiyayê Harzanê de 600 Kurdî (Êzdiyên li herêma Xerzan k.t.?) xwe li pişt girerkî de veşartibûn. Ewan heya nefesa xwe ye dawî şerê xwe kirin. 50 jinan ji bo kû hêsîr nekevine destê Osmaniyan, xwe di zinara de avîtin û di nav avan de xeniqîn. Bi hezaran jî, Jin û zarok bi xencerên serên tivingên wan bi xedarî birîndar bûbûn.

Gava Kurdan(Êzdiyan k.t.)li hemberî leşkerên me şer dikirin,ez çûme cem Hafiz Paşa, ewî di binê şer de, xwe dabû serê girekî û li şer mêzedikir. Leşkerê wî gelek kesê jin ,mêr û evdên bi hemû emran de dil girtibûn. Leşkerên kû serî û guhên jêkirî dianîn 50 heta 100 kuruş bexşîş zêde didane wan…….. Ew hawar, qîrîn û giriyên jinên kurdan dîmenên gelekî dilşewat bûn ( 7 rûp.:264)”

Li gorî ez ji dîroknas  Mehrdad R.Izady fêhmdikim, ew jî tekezdike ku, ew “ 3000 zarokên Êzdiyan yên ku, Hafiz Paşayê Osmaniyê di sala 1837 de dest daniye ser wan , ew li ser leşkerên artêşa Osmaniyê parvekirine, di nav dewlet û dibistanên Osmanî de bicîhkiribûn „*5, „neçar mane bibin misilmanên sunî. Êzdiyên xwe di nav çiyan de veşartbûne jî bêçaremane ku Musilmantiyê qebulbikin. Wexta Osmaniyan di sala 1859 de qanûnek ji bo tapûkirina milkan derxistên, hingê gelek Şêxên Êzdiyan yên xwedîyê milkanbûne ji bo ku milkên wan ji wan neyênstandin, Musulmanetî qebulkirine. „*8- rûp.:280

Helmut von Moltke, yê ku di wê dema qetliyam û fermanan de ji serleşkerên Osmaniyan re rêberî dikir dide xwanê ku , di sala 1847 de -„begekî Kurd sê Qewalên Êzdiyan yên ku merivên qewal Usiv bune, li nêzî bajarê Betlîsê, bi torpîlê kuştine û Şerif Begê (waliyê dewletê) jî dest daniye ser dokument, çiqas xêr û xêrata ku Qewalan ji nava eşîrên Êzîdiyên li çiya û li bakurê Ermenîstanê diman dabune hevûdin. Kolixên dewletê bi bêqanûnî zar û zêçên Êzîdiyan difirotine hevûdin .“ HGvM.“- [*7a rûp.:28]

Û hwd.

Kemal Tolan. Xemxwar û berhevkarê kevneşopên Êzdiyatiyê – 05.02.2024

Çavkanî:

  1. M.S.Lazarev, „Pirsa Kurdan (1891-1917)- Weşanên Roja Nû:49. Stockholm 1999. Wegera ji rûsî: Têmûrê Xelîl.  
  2. Kemal Tolan, Hebûn û tûnebûna Êzdiyan tev romanên zindî ne-2000 Oldenburg-
  3. Kemal Tolan, „Danesîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyên Xaltî „ Weşanên NA ,izmir 2020
  4. Şerefxanê Bedlîsê- Şerefname , rûp.: 184
  5. Sînan Hakan, “Serhildan û berxwedanên Kurdan, yên di belgenameyên arșîva Osmaniyan de” Mînak: BOA FON KODU: HAT D.NO: 44 G. No: 22311/A“
  6. Nezîrê Cibo- „di dîroka Kurdî de, Xerzan û Pencînarî“-2016 istenbul, rûp.:31-32 werger.K.To.
  7. Helmuth Graf von Moltke (HGvM.k.t.)- Briefe über Zustände und Begebenheiten in der Türkei aus dem Jahren 1835-1839, Berlin 1841.

a-Helmut von Moltke; -Versamelte Schriften und Denkwürdigkeiten. Berlin. 1892. Band.2.

  1. Mehrdad R.Izady, Bir El Kitabi-Kürtler

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *