ROJHILATÊ KURDISTANÊ- Sansura li ser pirtûkên Kurdî zêdetir bûye

Weşanxaneyên Rojhilatê Kurdistanê eşkere dikin ku Wezareta Rewşenbîrî ya Îranê di sala borî de şert û mercên destûra çapkirina pirtûkên Kurdî tundtir kirine.

Ji Rojhilatê Kurdistanê weşanxaneyên wekî Mang û Kurdistanê beşdarî 16emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê bûn.

Weşanxaneyên Rojhilatê Kurdistanê eşkere dikin ku ji ber krîza aborî û sansura Wezareta Rewşenbîrî ya Îranê karê wan gelekî zehmet bûye.

Weşanxaneya Kurdistanê ku navenda wê li Sinayê ye, ji bo 50 pirtûkan serî li Wezareta Rewşenbîrî ya Îranê daye lê destûr jê re nehatiye dayîn.

Ew weşanxane îsal bi tenê bi 5 berhemên nû beşdarî pêşangehê bûye.

“Sal bi sal destûrên çapkirina pirtûkên Kurdî kêm dibe”

Berpirsê Weşanxaneya Kurdistanê Mihemed Mehmûdî ji Rûdawê re eşkere kir ku li Rojhilatê Kurdistanê sal bi sal dayîna destûra çapkirina pirtûkên Kurdî kêmtir dibe.

Mihemed Mehmûdî amaje bi wê yekê jî kir ku çi pirtûkên dînî çi jî pirtûkên edebî hemû pirtûkên Kurdî rastî sansurê tên.

Bi gotina Mihemed Mehmûdî ev yek jî bandoreke zêde li ser karê wan dike.

Mihemed Mehmûdî herwiha da zanîn ku dîwaneke beriya bi çend salan hatibe çapkirin û hejmarên wê nemabin destûr nayê dayîn ku ew dîwan careke din bê çapkirin.

“Wergirtina destûra çapkirina pirtûkan pir zehmet bûye”

Berpirsê Weşanxaneya Mangê Luqman Rehmanî jî amaje bi wê yekê kir ku li gorî salên berê, îsal wergirtina destûra çapkirina pirtûkan li Rojhilatê Kurdistanê pir zehmet bûye.

Luqman Rehmanî da zanîn ku wan ji Wezareta Rewşenbîrî ya Îranê xwestiye zûtir destûra çapkirinê pirtûkan bidin wan û wê pirsgirêkê bi yekcarî çareser bike.

Weşanxaneya Huner a navenda wê li Tehranê ye jî beşdarî 16emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê bûye.

Rêvebirê Weşanxaneya Hunerê Ehmed Derwîşî jî li ser pirsgirêkên weşangeriyê yên li Îranê ji Rûdawê re got:

“Mixabin her ku dem derbas dibe li Îranê çapkirina pirtûkan û kaxiz bihatir dibin.

Her sal li Îranê ji sedî 25 heta 40 enflasyon heye. Ev yek jî bandorê li ser çapkirina pirtûkan dike.

 Lê belê em her salê beşdarî pêşangehê dibin.”

Derneketina destûrên pirtûkên Kurdî, bihabûna nirxê çap û pirtûkan û kêmbûna şiyana aborî ya xelkê li Rojhilatê Kurdistanê bûye sedema kêmbûna çapkirina pirtûkan.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *