Dewleta Tirk dixwaze cejna Newrozê bi fermî wek “Nevruz” pîroz bike!

Ji cergî ku Komara tirk avabûye, çi rûmetên Neteweya Kurd yên civatî, dîrokî, çandî û hwd hene, tev dane mandelê û xwestiye bi zordarî ji holê rake, parastin û vejinandina wan qedexe kiriye.

Ji van rûmetên civata Kurd yek jê jî cejna Newrozê ye. Yek cejna gelê Kurd ya neteweyî hey e, ew jî newroz e. Gelê kurd vê cejnê, ne tenê mina sala nû, destpêka baharê, wek rizgarîya ji bindestî, koletî û kedxwarîya stemkarîyê jî pîroz dike.

Newroz, bûye roja bîranîna bûyer û tevkujîyên li serê gelê Kurd qewimîye.

Newroz bûye roja li xwe vegerîn û vejinandina hastên netewî.

Newroz bûye roja bilindkirin û gûrkirina agirê tekoşîna serxwebûn û azadîya gelê Kurdistan.

Newroz bûye roja hevkarî û piştgirîya gelên bindest û yê hemû welatan.

Ji bo ku ji alî mêtinkaran û bi taybet mêtinkarên tirk ve hebûn û hemû mafên civata Kurd hatîye mandelkirin û qedexekirin, gelê Kurd jî li dijî vê helwesta tirk, pîrozkirina Newrozê, wek serhildan û berxwadanekê, wek hebûnek netewî pîroz kirîye.

Bi êrîşên hêzên dewleta tirk, li ser gelê Kurd û pîrozkarên Newrozan, loma her cejna Newrozê di xwîna gelê Kurd de hatiye vegevizandin.

Cejnên xelkê bi bi keyf û şahî û seyranan, bi muzîk, govend û dîlanan tên pîrozkirin, ya me jî bi lêdan, kuştin, girtin û hêstiran tê pîrozkirin. Çimkî di vê sedsala 21 an de em hîna bindest û kole ne.

Lê `ço di tûr de nema hiltê`, dewleta tirk, nerî bi mandel, qedexe, kuştin, girtin û îşkence nikarin Newrozê ji holê rakin, îja dest bi çûroka `ergenekonê` kirin! Êdî zilamên giramgir ku her yek serê wan kelek goşt têde hey e û her yek serokê partîyekê, walîyê bajarekî ye û tevlî serokerkanê leşkerî ku sînga wî tije titîk û mitîk in, her yek sindanekî datînin ber xwe û radihêjin mîrkutekî hesin û bi sindan dikevin û wek zarokên heft salî xwe di ser agir re çeng dikin!..

Rêvebirên tirk zen dikin ku mîna meqamên muzîk, staran, xwarin, çîrok û hemû rûmet û hunerên me yên jîyanewî bişaftine, wergerandine, dawerivandine û wan ji xwe re kirine mal, wê çima Newrozê jî werê nekin!?

`Ji xwe way Komarokên Tirkî jî Newrozê pîroz nakin! Her çend ku demekê wan tirkên Qafqas bindestên Kurd û Farisan bûn û ji wan vê cejna fêr bûbûn û qebûl kiribûn jî, lê tişt nabe, kî vêya zane. Aniha ew dewlet in û vê cejnê bi fermî pîroz dikin.`

Loma partîya yek numro faşîst MHP û walîyên mêtingehî yên li bajarên Kurdistanê yek bi yek pêşniyar dikin ku vê cejna Newrozê jî bibe “Nevruz” û wek fermî bêt pejirandin û pîrozkirin. Bi vî awayî wek her tiştê Kurdan, ew jî bibe cejna wan û ji vê belê jî xilas bibin!

Îja DDP bi çi aqilî beşdarî pêşnîyara wan dibe, ew jî Xwedê zane!..

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *