Dewleta Îslamî ya Terorîst Şepola Kurd Jîna Emînî qetil kir

Tevgera Demokratik a Kurdistan – TEVGER
Kürdistan Demokratik Hareketi – TEVGER 
         Kurdistan Demokratische Bewegung – TEVGER
       Democratic Movement of Kurdistan – TEVGER

 

Dewleta Îslamî ya terorîst, Îran ji bo hemwelatîyan kirîye zîndanek vekirî. Welatên Miletên ne Faris wek Kurd û Belûcî, bûne cîyên komkujî, îşkence û wêrankirinê. Fihûş,madeyên hişbirî û feqîrî di asta wêranîyê de ye. Melayên heşheşî, civata Îranê jihev xistine û bi vî awayî jî desthilatdarîya xwe ya hovane didomînin.  Li Kurdistanê, her roj law û keçên Kurd ji alîyên dezgehên dewleta dagîrker û hov ya Dewleta Îslamî ve jîyana xwe ji dest didin, têne kuştin, darvekirin û di bin îşkenceyan de jîyana xwe wenda dikin. Bi îşkenceyê kuştina keça Kurd jîna Emînî, berdewama xeleka  vê sîstemê ye. Jîna Emînî, ne ya pêşî ye û wê nebe ya dawîn jî!

Roj tuneye ku li ser sînoran balhilgirekî Kurd neyê Kuştin yan birînkdarkirin. Kurdistan seranser krine îşkencexaneyek vekirî û her mirovê ku jê şika şoreşgêrî dikin, davêjin îşkencexanan. Yên bi îşkenceyan sûcekî dixe hustiyê xwe jî li meydanan, li ber çavên milet, bi awayekî hovane bi vîncan dardadikin.

Polîsên rejîma dewleta dagîrker ya Îslamî, herî dawî bi hinceta ku ne li gor şertên Îslamî cil û berg li xwe kirîye û xwe pêçaye, keça Kurd ya bi navê Jîna Emînî ya 22 salî di 13 îlonê de birine qereqola polîsan, bi îşkencê ew xistine komayê û di 16 îlonê de jî, jîyana xwe ji dest da!

Em kiryarên hovane yê rejîma Îranê şermezar dikin! Divê ev rejîma îşkence û îdamê ya ne medenî û dijî prensîp û pêşveçûna vê serdemê roj berî rojê birûxe!

Em ji malbata Jîna Emînî û miletê Kurd re sersaxîyê dixwazin!

Bimre rejîma Îran, bijî rizgarîya gelê Kurd!

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê

TDK-Tevger

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *