DÊRSIM – Bi def û zirneyan Gaxan hat pîrozkirin

Gaxan Sersal Dêrsim

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê sala nû “Gaxan” hat pîrozkirin.

Şahiya Gaxanê li gor salnameya Hicrî wekî roja destpêka sala nû tê qebûlkirin û her sal hefteya dawî ya Kanûna Pêşînê û hefteya pêşî ya Kanûna Paşînê tê pîrozkirin.

Li Dêrsimê bi pêşengiya Şaredariya Dêrsimê, roja Gaxanê hat pîroz kirin.

Tîma pîrozbahiyê bi cilên gelêrî daket kolanan û lokma berhev kirin.

Piştre bi dahol û zirneyan di nav coş û kêfxweşiyê de heta Qada Seyîd Rizayê meşiyan.

Li qadê lîstikên gelêrî hatin lîstin, ji bo ku sala nû aramiyê bîne çira hatin pêxistin û lokma hatin belavkirin.

“Di çanda me de Gaxan pîrozbahî ye”

Endamê Komeleya Gureşanê Umît Karabulut got:

“Em di meha Gaxanê de ne. Beriya me jî Gaxan dihat pîrozkirin. Me jî xwest, di nava civaka me de were dîtin.

Di Gaxanên berê de, diçûn malan û diyarî belav dikirin. Em îro geriyan, me lokma berhev kirin û bi kesên xizan re parve kirin.

Di çanda me de Gaxan serdan û pîrozbahî ye.”

Beşdara pîrozbahiya Gaxanê Zulfîkar Esmer got, “Ev çand ber bi winda bûnê ve diçe. Ciwan nizanin û em jî dixwazin ev çand were parastin.”

Welatiyê bi navê Muslum Hambayat jî got:

“Em her sal Gaxanê pîroz dikin. Bila miletê me baş be, bila îqrar, pîrozbahî û hevalên me hertim baş bin. Bila ev çand berdewam bike.”

Şahiyên Gaxanê di serî de li Dêrsimê û li parêzgehên wekî Sêwaz, Erzingan, Çewlîg û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê tên sazkirin.

Gaxan li gorî baweriya Elewiyan roja destpêkirina îbadetên wan e û ev îbadet 3 mehan berdewam dike.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *