Dadgehê cezayê îdamê dabû kujerên çar Kurd Cindirêsê: Çekdaran êrişî dadgehê kir

Beriya hefteyekê Dadgeha Rahiyê kujerên her çar welatiyên Kurd ên li Cindirêsa Efrînê bi îdamê ceza kiribûn.

Çekdarên eşîrên Ereb bi çekan êrişî dadgeha Rahiyê kirin û wan xwest bi darê zorê hikumê îdamê li ser kujerên her çal welatiyên kurd ku şeva Newrozê li Cindirêsê hatibûn kuştin bê hilweşandin.

Li bajarokê Cindirêsê yê Efrînê, êvara Newroza 2023yan, 4 welatiyên Kurd ji heman malbatê ji aliyê çekdarên grûpa Ehrar el-Şerqiyeyê ve hatibûn kuştin û zarokekî astengdar jî birîndar bûbû.

Dadgeha Rahiyê ya hikûmeta demkî ya mixalefeta Sûriyeyê, hikûmê kujerên her çar welatiyên Kurd dabû.

Dadgehê cezayê bidarvekirinê dabû Omer Salih Esmer, Hebîb Elî Xelef, Bîlal Ehmed Ebûd bi û Elî Xelefê ku bi nasnavê Ebû Hebîb Xeşam tê naskirin bi 3 sal cezayê girtîgehê ceza kiribû.

Çekdarên ku bi RPG, doşka û çekên otomatîk êrîşî dadgehê kiri û wan xwest bi darê zorê hikumê îdamê ku li ser çend tawankarên ji eşîreta wan hatibû birîn bê hilweşandin.

Dadgehê Rahiyê 17ê Kanûna Paşîna 2024an, sê tawanbar bi sizayê îdamê hikûm kirin û Elî Xelef ku bi nasnavê Ebû Hebîb Xeşam tê naskirin bi 3 sal zindanîkirine hikûm kiribû.

Lê çekdarên eşîreta wan dixwazin bi darê zorê wan hikuman hilweşînin.

Parêzer û mafnas Ridwan Sîdo ji Rûdawê re derbarê vê êrişa ser dadgehê got:

“Bi vê êrişê grûpên çekdar dixwazin bibêjin ku xwîna Kurdan helal e û nabe çekdarên wan ji bo tawanên kuştina kurdan bên sizadan.”

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, Ehmed Îhsan Feyad el-Hays ku fermandarê Ehrar el-Şerqiye ye, ligel çekdarên xwe çûye ser dadgehê û dadwer neçar kiriye ku hikumê tawanbaran bê hilweşandin.

El-Hayis ku bi navê Ebû Hatim Şeqra tê naskirin, Çiriya Pêşîna 2019an siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef û pasevanên wê li ser rêya M4 di navbera Tiltemir û Eyn Îsayê de kuştibûn.

Wezareta Xezîneya Amerîkayê di Tîrmeha sala 2021an de, ji bo vê tawanê siza li ser Ebû Şeqra û grûpa wî Ehrar el-Şerqiyeyê sepandibûn.

Lê tevî wiha jî Hezîrana 2023yan, fermadarê sizadayî ji zanîngeheke Tirkiyeyê li bajarê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê derçû û roja 8ê Kanûna Paşîna 2024an wekî fermadarê giştî yê Tevgera Rizgarkirin û Avakirinê hat destnîşankirin.

Çi bûbû?

Şeva Newroza 2023yan, grûpeke çekdarên Ehrar el-Şerqiyeyê êrişî malbata Pêşmerg kiribû.

Ji ber ku wan agirê Newrozê li ber mala xwe vêxistibû, çekdaran ew gulebaran kiribûn û 4 kes ji malbatê kuştibûn.

Ferhedîn Osman (43 salî), Nezmî Mihemed Osman (38 salî), Mihemed Osman (42 salî) û Mihemed Ferhedîn Osman (18 salî) canê xwe ji dest dabû û zarokek jî birîndar bûbû.

Kuştina her çar welatiyên Kurd, li Efrînê bûbû cihê nerazîbûn û xwepêşandanên berfireh.

Xwepêşanderan ew qurbanî wekî “şehîdên Newrozê” bi nav kiribûn û wan xwestibû kujer werin cezakirin û grûpên çekdar ê girêdayî Tirkiyeyê ji Efrînê werin derxistin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *