Welatê dijîtal, aqilê protez!

Cano AMEDÃŽ

Trawmayên ku encamê çil salên dawî ne, bi şeweyekî plansazî, bi piştgiriya aqilekî kûr didome û civata Kurd dîl girtîye.

Ev kiryar û helwestên desthilatdar, tevna civatê serûbin kirîye; hilweşandîye û rê li ber rizandinê vekirye. Derûniya têkçûn û bindestiyê, di nav civatê de rê li ber nexweşîyên cûda vekirîye.

Xuyaye ev aqilê protez, desthilatdarîya xwe di nav civatê de bi cîh kirîye. Ev aqil, agirê qeyranên bê wate geş dike, rê li ber alternatîfek netewî asê dike.

Berhem û hebûnên çil salên dawî, perçe bûn û bê tifaqîya navxwo daye îspatkirin, bandora vî aqilê protez ji hînbûn û xwendinên me yên rojane bi hêztir e! Kiryar û helwestên li ser dijîtî û fetisandina hevdû, rastîya van dîtinan radixe ber çavan.

ji dêbla em hevdû fam bikin, rêz li dîtin û helwestên hev bigirin. Bi hevre li hemberî dagîrker û alîgirên wan têbikoÅŸin, civata xwe bi rêxistin bikin û ji ÅŸaşî û xirabîyên duhî ders bigirin, bi tecrûbe û zanyarîyên pêncî salî, bi hevre “rêyekî bibînin an rêyekî vekin”; lê rewÅŸa ku em tê de ne û dijîn, mixabin wêneyên gelekî negatîv nîşanî me dide.

Ji bo em bi hevre hişmendiya netewî geş nekin, bi hevre li rê û rêbazên çareserîyê negerin û peyda nekin Beko Ewanên mîsyoner, şûr kişandine û bi sîya xwe re şer dikin.

Pirî caran ez difikirim: gelo ev dijberî û hestên tolhildana navxwo çima ewqas zîndî ye? Çima tovên dijberî û bê rêxistinbûnê maqûl tê dîtin?

Sedem û encamên vê nexweşîyê çîye û rîya çareserîyê wê çewa peyda bibe?

Li ser tora medyaya civakî em dibînin ku “ÅŸerekî bê wate” didome. Bi zimanekî jahrî û tûj hevrêyên DO weke Don Kîşot li hemberî hev şûr û mertal kiÅŸandine. Huqûq, ked û xebatên hevbeÅŸ ji bîrkirine; di kemîn û kozikên “ez-ezîtî” yê de, hevdû diêşînin. Bi tîr û kevanên sûcarî û ÅŸermezarîyê êrîşî hevdu dikin. Dagirkerên hov û endezyarên ku kedîkirin û dîzaynkirina civatê ji xwe re weke erk dibînin, kêfxweÅŸ dikin.

Li welatê “dîjîtal” ÅŸerê aqilê protez bi tîr û kevanan, bi şûr û mertalan didome.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *