Covîd-19 rê li ber Erdhêjên civakî û sîyasî vedike (1)

Di destpêka pêvajoya Covid-19 an de, li seranserê dinê xuya bû ku “êdî wê tu tişt weke berê nebe.” Wayrosa covîdê weke ezmûnekê, hemû nîrx û bawerîyên civatê test kir. Sîstemên rêvebirîyê, yek bi yek têkçû, di warê tenduristî û ewlekarîya civatê de hemû dewletan ala teslîmîyetê hildan. Ji ber ku sistema tenduristiyê têkçû her dewlet, civata xwe radestî rehma coronayê kirin. Di bin navê bihurîna kerî de (sürü bağışıklık) rêvebirîya dewletan berpirsîyarîya xwe xist stuyê civatê. Civatên pêşketî li gor çand û kevneşopîyên xwe tevgerîyan, lê civatên paşmayî ev pêvajo weke qederê bi nav kirin û sutîyê xwe li ber şûrê qederê xwar kirin.
Rêvebirên dewletan, çîroka qederê cardin bi hevokên demê xemilandin û weke benişt li civatê belav kirin. Civat ji doh de amade bû, dîktator û kedxwarên hov ev derfetên şewba vayrosê (pandemînê ) weke firsendek nû dîtin. Li gor pêwîstîyên berjewendîyên xwe pêla firsandan di her warî de bi kar anîn. Sîstemên xetimîn û li ber têkçûnê ne, dixwazin bi derfetên corona, bi firsendên nû ji qeyranan xilas bibin. Dawîya propagandayên reş û sîyaseta berevajîkirina rastîyan êdî gehîştîye astek bilind. Bi derewan rastîyan vedişêrin û di vê pêvajoyê de her dewlet, her netew li gor berjewendîyên xwe tevgerîyan û tevdigerin. Pîlansazî û projeyên wan di pêvajoya îroyin de “emê ciqas bi zirarek kêm derbas bikin?” Ji bo hemû alîyan pirs ev e! Dewletên bi nav û deng, şîrket û sazîyên desthilatdar bê zerar û bê zîyanek mezin dixwazin vîzyonek “nû” peyder bikin. Lêgerîn û amadekarîya wan bi lez û bez didome, lê xuya ye piranîya civatan bi asoyekî bêhêvî û bi hestên westandî vîna xwe radestî qederê kirine!
Gelo li welatê me, li taxa me çi dibe? Bayê guhertin û nûbûnê ber bi me tê an na? Partî û rêxistinên Kurd, sazî û komelên Kurd li hemberî pêlên qeyranên sîyasî, aborî û civakî tu amedekarîya wan hey e an tune ye cîhê pirsê ye! Di ajanda partî û rêxistinan de parastina berjewendîyên netewî û destkeftîyan hene; ku hebe, çiqas girînge? Berjewendîyên gelê Kurd yên netewî li pêş digirin an berjewendîyên rêxistinî? Li başûrê Kurdistanê û başûrê Rojevayê Kurdistanê destkeftîyên hene, wê bi çi şêweyî bên parastin û lê xwedîtî bê kirin? Bi taybetî dorpeç kirina serwerîya başûrê Kurdistanê wê bi çi şêweyî bê şikandin? Bersîva van pirsan gelek girîng e!
Rewşa berîya Coronayê û ya piştî coronayê, wê bi xwe re çi bîne û çi bibe. Corona derîyê firsetan vekirîye, dîktator û zordarên hov pêvajoya coronayê ji bo şêlandin û tunekirina mirovahîyê bi kar tînin. Alîyên xirabîyê weke hemû deman rola xwe dileyizin! Zordar, bêbext, hov, di hemû beşên xirabîyê de pispor û zîrek in. Li ser ked û xwîna mirovan hesabên qirêj dikin. Li dijî mirovahîyê kemînên rizandinê li hev zêde dikin.
Gelo alîyên başî û avakirinê çi dikin? Li seranserê dinê bayên guhertinxwaz wê bandorek çewa li ser civatê bike? Gelê Kurd û sinifa sîyasetê li hemberî pêlên guhertinxwaz çiqas amade ne? Li çar alîyên Kurdistanê di vê pêvajoyê de amadekarîyek nû, lêgerîna çarenûsek rasteqîn heye an na hêjî ne dîyar e! Ez ditirsim ku cardin ji ber sedemên bê asoyî û berjewendîyên biçûk, gelê Kurd di bin lingên dagîrkeran de bê pelixandin

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *