Ji bo zînda Amedê ya 5 Nolî Tipa E ku salên 1981-84 li dij welatperwerên Kurd wek îșkencexane hat karanîn divê bibe Muzeya Bîrdarîyê!

Ji bo ku zîndana Amedê ya 5-Nolî Tîpa-E bibe Muzeyek Bîrdarîyê û ji bîra gelê Kurd û raya hemû cîhanê derneyê ku li vê zîndanê çi îşkenceyên dijî mirovîyê li mirovên Kurd hatîye kirin, îro beşek kesên ku li vê zîndanê îêkence dîtine, li ber derê zîndanê civîyan, bi Tirkî û Kurdî daxuyanîyek çapemenîyê dan daxwaz û hêvîyê xwe pêşkêş kirin.

JI RAYA GIŞTÎ RA

Welatê Kudateyan (Darbeyan) Tirkîye…

Li Tirkîyeyê leşkeran, bi domandina tradisyona kudateker di 12ê Îlona 1980an da, bi destdanîna ser “rêveberîya sivîl”, kudateyek leşkerî kir.

Di encama vê kudateya leşkerî da, Tirkiye vegerîya zîndanek bê sînor. Bi sed hezaran însan ketin ber lêpirsînê, hatin binçav kirinê, bi hezaran jî hatin girtin.

Bi sedan însan li îşkencexane û zîndanan ji ber îşkence û muameleya xerab mirin – hatin kuştinê, bi hezaran kes seqet man. Bi hezaran însan bi cezayê îdamê hatin darizandin, 50 kes jî hatin îdam kirin.

Girtîgehên Tirkîyeyê vegerîyan qadên sepandinên (tetbîqkirin) taybet, her yek bû navendek îşkenceyê.

Ancax cihek hebû ku ne bi tenê bû navendek besît a îşkenceyan; di heman demê da bû navendek ceribandinên sîyasî-civakî ji bo ji holê rakirina nasnameyên însanan, bû dibistanek asîmîlasyonê ku li ser teslîmgirtina însanan hatîbû avakirin, bû laboratuwarek taybet a bê şexsîyetkirina însanan ku bi şîdetê xurt dibû… Ew der Zîndana Dîyarbekirê ya 5 Nolû bû…

Pêwîstî li virê, bi dubare behskirina Zîndana Dîyarbekirê, 5 Nolûyê tune ye; malûmê herkesê ye: Di lêkolînek ku hatiye kirin da hatîye dîtin ku ev zîndan yek ji “Deh Zîndanên herî xerab ên li ser rûyê dunyayê” ye; bi sepandinên xwe yên taybet û îşkenceyên xwe jî ya herî navdar e…
A ev zîndana 5 Nolûyê ku di jîyana bi hezaran însanan da şop û êşên kûr hiştibû, li gorî biryara hikûmeta niha, di 20ê Çotmeha 2022yan da hat valakirin, ji Wezareta Dadê hat girtin, dewrê Wezareta Kultur û Turîzmê hat kirin. Bi daxuyanîyek jî hat gotin ku “dê zindan bibe muze.”
Em wek şahid û mexdûrên serdema vê wehşeta (hovîtîya) ku li 5 Nolûyê, di salên 1980-84an da hatibû jiyîn, dixwazin di biryarên li ser muzebûna zîndanê da muxateb bêne dîtin û di vê pêvajoyê da jî mudaxil bibin.

Bi vê armancê em dibêjin ku pêwîst e weka mînakên dunyayê: Malaterorê ya Macarîstanê, Emna Sor a Silêmanîyê û mînaka Tirkîyeyê ya Sînop-Ulucanlarê, zindana 5 Nolûyê jî bi awayek minasibê eslê xwe ji nû ve bê dizayn kirin; divê dîtin û pêşnîyazê kesên li wê zîndanê mane û wan rojan jîyane mutleqa li ber çavan bên girtin.

Daxwazên me wek mudaxil û muxateb ev in:

1-Bila avahîya zîndanê, bêyî guherîna fizîkî, bibe munasibê rewşa salên 80-84an.

2-Nivîs û wêneyên li ser dîwarê zîndanê li gor atmosfera wan rojan, bi efektên dîtbarî û bihîstbarî bêne şênberkirin.

3-Navê kesên di zîndanê da bi îşkence hatine kuştin, tarîx û cihê mirina wan bi nivîskî bê tesbîtkirin, li cihê wan bên nivîsîn.

4-Di komkirina materyalên muzeyê da, divê Wezareta Dadê û Wezareta Kultur Turîzmê xebatê bi hevkarîya me bimeşînin.

Bi vê munasebetê em carek din ji raya giştî ra, ji parêzvanên heq û huqûqê ra, ji alîgirên aştî û mafê mirovan ra bang dikin ku ji bo zindana 5 Nolûyê bibe Navenda Hafizayê baldar bin, li daxwazên me yên mafdar ên di vê mijarê da xwedî derkevin û piştgirî bikin.

Em ji herkesê ku piştgirî didin van daxwazên me ra, ji hemû kesayet û sazîyan ra spas dikin.

Însîyatîfa Muzeya Hafizayê ya Zîndana 5 Nolûyê

 

KAMUOYUNA

Türkiye darbeler ülkesi…

Türkiye’de askerler darbeci geleneğini sürdürüp “sivil yönetime” el koyarak 12 Eylül 1980’de askeri bir darbe yaptı.

Bu askeri darbe sonucunda, Türkiye sınırlarının tümü açık bir cezaevine dönüştü. Yüz binlerce insan soruşturmaya tabi tutuldu, gözaltına alındı, binlercesi tutuklandı.

İşkencehanelerde ve cezaevlerinde yüzlerce insan işkence ve kötü muameleden ötürü öldü – öldürüldü, binlercesi sakat kaldı. Binlerce insan idam cezasından yargılandı, 50 kişi idam edildi.

Türkiye cezaevleri özel uygulama alanlarına dönüştü, birer işkence merkezi oldu.

Ancak bir yer vardı ki, sadece basit bir işkence merkezi olmadı; aynı zamanda siyasal-sosyal bir deney merkezi, insanların kimliklerinin yok edilip, teslim alınmak üzere kurulmuş asimilasyon okulu, şiddetle beslenen özel bir kişiliksizleştirme laboratuvarıydı… Orası Diyarbakır 5 Nolu Cezaeviydi…

Diyarbakır 5 Nolu Cezaevini burada tekrar anlatmaya gerek yok; herkesin malumu: Yapılan bir araştırmada, “Dünyanın gelmiş geçmiş en kötü 10 cezaevinden” birisi; özel uygulamalarıyla ve işkenceleriyle en ünlüsü…

İşte bu, binlerce insanın yaşamında derin izler ve acılar bırakan 5 Nolu Cezaevi, mevcut hükümetin aldığı karar doğrultusunda 20 Ekim 2022 tarihinde boşaltılarak Adalet Bakanlığından alınıp Kültür ve Turizm Bakanlığına devredildi. Bir duyuruyla da “cezaevinin müze yapılacağı” söylendi.

Bizler, 5 Nolu’da 1980-84 yıllarında yaşanan bu vahşet döneminin tanıkları olarak, cezaevinin müze yapılması ile ilgili alınan kararlarda muhatap olmak ve bu süreçte müdahil olmak istiyoruz.

Bu amaçla, dünyada, Macaristan Terörevi, Süleymaniye Emna Sor ve Türkiye’de Sinop-Ulucanlar emsallerinde olduğu gibi, cezaevinin aslına uygun bir şekilde yenide dizayn edilmesini, o cezaevinde yatanların ve o günleri yaşayanların görüş ve önerileri mutlaka dikkate alınması gerektiğini söylüyoruz.

 

Müdahil ve muhatap olarak taleplerimiz:

1- Cezaevi binası, fiziki değişiklik yapılmadan, 80-84 yıllarındaki durumuna uygun hale getirilsin.
2- Cezaevinde duvar yazıları, resimler o günkü atmosfere uygun olsun, görsel ve işitsel efektlerle desteklensin.
3- Cezaevinde işkence sonucu öldürülen ve hayatlarını kaybedenlerin isimleri öldükleri tarih ve yerlere yazılarak tespit edilsin.
4- Müze materyallerinin toplanmasında, Adalet Bakanlığı ve Kültür Turizm Bakanlığı bizlerle ortak çalışma yürütsün.

Bu vesileyle bir kez daha kamuoyuna, hak ve hukuk savunucularına, barış ve insan hakları taraftarlarına, 5 Nolu’nun Hafıza Merkezi olması için duyarlı olmaya, bu konudaki haklı taleplerimizi sahiplenmeye ve destek olmaya çağırıyor, bizim bu taleplerimizin yanında olan herkese, tüm kişi, kurum ve kuruluşlara teşekkür ediyoruz.

5 Nolu Cezaevi Hafıza Müzesi Girişim Gurubu

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *