Cotkarên Rojavayê Kurdistanê dest ji çandiniyê berdidin: ‘Xisar e!’

Li Rojavayê Kurdistanê cotkar ji ber ku zererê dikin dest ji çandiniyê berdidin.

Omer cotkarekî ji navçeya Tebqeyê yê rojavayê Reqayê ye ku dest ji çandiniyê berdaye û ji xwe re dikanek vekiriye.

Omer tevî ku xwedî zeviyeke çandiniyê ye jî dibêje niha çandinî bûye xisar.

Cotkarê bi navê Omer Ebdulfetah got:

“Tiştek li ba me nemaye. Zarokên min hene divê ez wan xwedî bikim. Divê biçin dibistanê. Diviyabû karekî bi dest bixim, dikaneke min a biçûk heye. Ji ber ku xercî gelekî zêde bûne em nema çandiniyê dikin.

Gelek pismamên min dest ji çandiniyê berdane û koç kirine, hinekan zeviyên xwe bi kirê dane. Sal bi sal çandinî xirabtir dibe.”

Li navçeya Til Hemîsê ya başûrê Qamişloyê jî Farûq xwediyê zeviyeke berfireh a çandiniyê ye lê wî jî dest jê berdaye û ji bo debara malbata xwe bike bûye karmendê Rêveberiya Xweser.

“Karê çandiniyê xisar e”

Cotkar Farûq Mihemed jî anî ziman:

“Ez niha karmendê Rêveberiya Xweser im. Ev karmendî jî tenê ji bo dabînkirina debara jiyanê ye. Ji ber ku piştevanî gelekî kêm e û qazanc jî kêm e min dest ji çandiniyê berda.

Piraniya xelkê me li vê derê pişta xwe bi çandiniyê ve girê didin. Karê çandiniyê bi hemû pîvanan xisar e, tu çi bikî xisar e.”

Li navçeya Tirbe Spiyê ya rojhilatê Qamişloyê hinek malbatan dest ji çandiniyê berdaye, beşekî wan jî koç kirine û beşek jî li ba Rêveberiya Xweser dixebitin.

Di salên dawî de, Sûriye bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî rûbirûyê hişkesaliyê bûne, di encamê de sektora çandiniyê û cotkaran gelek zerer dîtine.

Cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji bo bikaribin berhemeke baş bi dest bixin û debara jiyana malbatên xwe bikin hawara xwe digihînin aliyên pêwendîdar da ku alîkariya wan bikin.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *