Em 21ê Sibatê Ji Bo Zimanê Kurdî Bikin Mîladeke Nû / 21 ŞUBAT’I KÜRTÇE İÇİN YENİ BİR MİLADA DÖNÜŞTÜRELİM

Mustafa OZÇELÎK

21ê Sibatê li cîhanê ji alîyê UNESCOyê ve wek ‘’Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî’’ hatîye qebûlkirin.

Dewleta Tirkîyeyê 99 sal e, li himberî miletê Kurd û li himber zimanê kurdî sîyaseta asîmîlasyon, înkar, zilm, heqaret, ceza û qedexeyan dimeşîne. Di encama vê sîyasetê de, nêvîyê 25 milyon kurdên li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê dijîn, bi kurdî nizanin û mixabin bes nîsbeyeke gelekî kêm ji kurdên ku bi kurdî (Kurmanci, Kirmancki/Zazaki) dizanin bi xwendin û nivîsandina bi kurdî dizanin.

Dewleta Tirkîyeyê di çerçoweya peywendîyên li gel Yekitîya Ewropayê de, di van salên dawî de dest bi telewîzyona TRT-KURDÎ kir, li 5 Unîwersîteyan Beşa Ziman û Çanda Kurdî vekir, li dibistanan de di pola 5,6,7,8ê de dersa bijarte ya kurdî destpê kir. Ev gav helbete ku ji bo zimanê kurdî baş in. Lê cîhê balê ye ku ev hersê pêngav jî, di Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê û di tu qanûnên peywendîdar de nehatine bicîh kirin. Bes bi biryarnameyekê hatine destpêkirin.

Di rewşeke weha de, mane û girîngîya ‘’Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî’’ zêdetir dibe.

Zimanê Kurdî jibo hebûn û jîyan û berdewamî û vejîna miletê Kurd heykelekî esasî ye, bingehê miletbûnê ye.

Tecrubeyên hemû miletan îspat kirîye ku zimanê miletekî, herî baş, li ser axa welatê xwe û bi desthilatdarîya wî miletî dikare bijî, geş bibe û bibe zimanê hemû beşên jîyanê. Ji ber vê rastîyê jî bi statuyeke sîyasî ya  ku miletê Kurd li ser axa welatê xwe  bikaribe xwe îdare bike de, di welatekî azad de, zimanê kurdî herî baş dikare wek zimanê perwerdeyê û zimanê jîyanê qîmeta xwe ya eslî  bibîne.

Lê heta ku welatê me azad bibe, heta ku miletê Kurd li ser axa welatê xwe statuyeke sîyasî bidest bixe, ji îro ve, ji bo rêlibergirtina vê siyaseta asîmîlasyon û jenosîda li ser zimanê kurdî, gelek tiştên ku em dikarın bikin hene û dive em bikin jî..

Ji ber vê rastîyê, em dibêjin, werin em 21ê Sibat a 2022yê ji bo zimanê kurdî bikin mîladekê, em ji bo zimanê kurdî rûpeleke nû vekin.

Em wek sîyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Kurdan, wek kurdên ji hemû beşên civatê û ji hemû ol û mezheban û malbatên kurdan, divê em fêrbûn, axaftin, fêrkirin, lêxwedîderketina zimanê kurdî, ji xwe re wek berpirsyarî û wazîfeyeke esasî qebûl bikin û di jîyanê de hemû pêwîstîyên wê bicîh bînin.

Divê hemû partî, rêxistin û dezgehên Kurdî, Kurdistanî, ji bo endamên xwe yên Kurd ên ku bi kurdî nizanin, kursan vekin an wan di kursên kurdî de bidin qeyd kirin da ku  kurdî fêr bibin.

Li Bakurê Kurdistanê û li bajarên metrolên Tirkîyeyê, ji bo ku kursên zimanê kurdî bêne vekirin, ji bo  pirtûkên fêrbûna bi kurdî belaş li malbatan bêne belav kirin; ji bo pirtûkên kurdî zêdetir bêne xwendin, ji bo zêdetir kes bikaribin li tîyatro û fîlmên bi kurdî temaşe bikin, ji bo muzîka kurdî, berhemên din yên hunerî yên hunermendên kurdan û hemû xebat û çalakîyên bi kurdî  zêdetir bigihêjin civatê, ji bo zarokên biçûk ên kurd kurdî fêrbibin û biaxivin kreşên zarokan bêne vekirin; em xebat û kampanyayeke berfireh destpê bikin da ku, beledîye, weqif, dezgehên sivîl û dezhegên meslekî û  karsaz, alîkarîyên aborî bikin, piştgirîya van xebatan bikin, ji bo pêkanîna van karan gavên pratîkî bavêjin.

Wek prensîb, di hemû beşên jîyanê de, bi kesekî ku bi kurdî dizane, em bi tu zimanekî din neaxivin.

Ji bo ku di Balafirgehên li Kurdistanê û balafirên ku ji bo Kurdistanê seferê dikin de anonsên bi kurdî jî bêne xwendin, em divê xebateke berfireh bikin.

Divê em lêbixebitin ku, li hemû hotêl, restorant û kafeteryayên li Kurdistanê, tabelayên bi kurdî jî bêne darve kirin û menûyên wan bi tirkî û bi kurdî bin.

Hemû partî, tevger û rêxistinên Kurd, Kürdistanî,  dezgehên sivîl û dezgehên meslekî, telewîzyon, radyo, dezgehên ragehandinê yên li Kurdistanê bila wek prensîbeke sereke, di hemû daxuyanî, çalakî, bername û weşanên xwe de herdu zaravayên kurdî (Kurmanci ve Kirmancki/Zazakî) jî esas bigirin, bikarbînin. Ji ber rastîya bi milyonan kurdên ku bi kurdî nizanin û ji ber ku em li welatê xwe li gel gelên din jî dijîn, helbete ku em dê zimanê tirkî jî bikarbînîn.

Ji bo ku dewlet, pirtûkên fêrbûna kurdî, li hemû malbatên kurdan belav bike, em xebat û kampanyayeke berfireh destpê bikin.

Em bi hemû parlamenterên kurd yên li Parlamentoya Tirkîyeyê ne biaxivin, ji bo ku li Parlamentoya Tirkîyeyê zimanê kurdî wek ‘’Zimanê X, Zimanê ku kes nizane çi zimane’’ neyê qeyd kirin, ji bo ku gava parlamenterek bi kurdî diaxive mîkrofona wî neyê girtin, rê li ber axaftina wî neyê girtin, bila bi yekdengî daxwazekê pêşkêşî Serokatîya Parlamentoyê bikin. Ji bo hemû astengî û qedexeyên li ser zimanê kurdî hene rabin, bila hewl û xebateke berfireh li Parlamentoya Tirkîyeyê de destpê bikin.

Em li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê kampanyayeke berfirehtir û organîzetir ji bo bijartina dersa bijarte ya kurdî destpê bikin. Ji bo dersa bijarte ya kurdî ji dibistana zarokan a berîya pola yekem û heta dawîya temam kirina unîwersîteyê hebe, em xebat û kampanyayeke berfireh destpê bikin.

Li Diasporayê, li welatên ku mafê dersa kurdî lê heye, ji bo ku malbatên kurdan zarokên xwe li dersa kurdî qeyd bikin, divê em kampanyayeke berfireh destpêbikin.

Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, mafekî gerdûnî ye. Di gelek peymanên navneteweyî yên ku Dewleta Tirkîyeyê jî îmze kirine de, mafê perwerdeya zikmakî hatîye qebûl kirin. Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, bibe zimanê fermî em bi hemû hêza xwe seferber bibin. Ev maf divê di Qanûna Bingehîn û di hemû yasayên peywendîdar de bêne bicîh kirin. Herweha ya herî baş ewe, ji bo ku em van mafên xwe bidest bixin, li gel xebatên me hemûyan yên pir alî, Baroyên li Kurdistanê ne, dikarin bi komîsyoneke taybet, li himberî Dewleta Tirkîyeyê û di qada navneteweyî de gavên yasayî û hiqûqî bavêjin.

Ji bo ku Dewleta Tirkîyeyê bi awayekî fermî ‘’Dezgeha Zimanê Kurdî’’ damezrîne, em xebateke berfireh destpe bikin.

Werin em li Bakurê Kurdistanê MECLÎSA ZİMANÊ KURDÎ ava bikin. Ev meclîs dikare ji hemû dezgeh, rêxistin, komele, weqif, kovar, weşanxane, komîsyonên zimanê kurdî yên partîyên sîyasî, ji Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baro û dezgehên meslekî û sivîl, ji zimanzan, ekonomîst, sosyolog, perwerdekar, nivîskar û hunermendên Kurd pêk bê. Ji bo MECLÎSA ZİMANÊ KURDÎ wek fermî jî bê damezrandin, em serîlêdana yasayî jî bikin.

Ji bo ku kurdên Başûr û kurdên Bakur baştir hevdu fêhm bikin, ji hevdu haydar bibin, bila Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê wek dersekê bi tîpên latînî kurdî fêrî şagirtan bike.

Zimanê kurdî bi sedan salan rû bi rûyî neheqîyê bûye, zerareke mezin dîtîye, mexdûr bûye. Ji bo telafîkirina van neheqî û zerar û mexdûrîyetan, lêxwedîderketineke xurt ya bi destê dewletekê gelekî girîng e. Nuha di vî warî de Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê dikare roleke dîrokî bilihîze. Pêkhateyên MECLÎSA ZİMANÊ KURDÎ bi Parlamento, Serokatî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, bi Wezareta Perwerdeyê û bi Wezareta Xwendina Bala re, dikarin hevdîtinan bikin da ku li Başûrê Kurdistanê WEZARETA ZIMANÊ KURDΠ  bê damezrandin. Bila WEZARETA ZIMANÊ KURDΠ  ji bo xebat, lêkolîn, gramer, arşîv, fêrkirin, pêşdebirin û sîstematîze kirina hemû xebatên di derbarê zimanê kurdî yên li her çar perçeyên Kurdistanê û li diasporayê organîze bike, fînanse bike, bibe navendeke esasî ya zimanê kurdî.

Ji bo Neteweyên Yekbûyî û Yekitîya Ewropayê, zimanê kurdî biparêzin, bi piştgirîya aborî û dîplomatîk li projeyên ji bo zimanê kurdî xwedî derkevin, li himberî  qedexe û astengîyên li ber zimanê kurdî helwesteke zelal bigirin, divê  di qada navneteweyî de, bi taybetî bi pêşkêşîya potansîyela diasporaya kurdan, em xebateke berfireh destpê bikin.

Ji bo nirxandin û bicîh anîna van fikir û pêşniyarîyan, em dibêjin, demildest em MECLÎSA ZIMANÊ KURDÎ ava bikin û em bi hevre, bi vê armancê nexşerê û bernameyeke xebatê tesbît bikin û gavan bavêjin.

Ji bo bidest xistina van hemû maf û azadî û destkeftinên ji bo zimanê kurdî, garantîya esasî, hêza girseyî ya miletê Kurd e, tifaqa miletê Kurd e. Aşkereye ku, ji bo pêşdeçûn û serkeftinê, divê hemû xebatên yasayî û demokratîk, li gel hişmendî û çalakîyên bêîtîatîya sivîl bêne meşandin.

21.02.2022

Mustafa Özçelik 

Serokê Giştî yê PAKê

 

21 ŞUBAT’I KÜRTÇE İÇİN YENİ BİR MİLADA DÖNÜŞTÜRELİM

21 Şubat, UNESCO tarafından ‘’Uluslar Arası Ana Dil Günü” olarak kabul edilmektedir.

Türkiye Devleti’nce 99 yıldır uygulanan planlı asimilasyon, inkâr, hakaret, ceza, yasak ve çok boyutlu baskı ve engellemeler sonucunda, 25 milyonu aşkın Kürt nüfusunun yarısı Kürtçe (Kurmanci, Kirmancki/Zazaki) konuşamamakta, konuşabilenlerin de çok az bir kısmı Kürtçe okuma ve yazma bilmektedirler.

Avrupa Birliği ile ilişkiler kapsamında, Türkiye Devleti tarafından son yıllarda uygulamaya konulan ve Kürt diline olumlu katkıları olan, TRT-KURDİ televizyonu, 5 Üniversitedeki Kürt Dili ve Kültürü Bölümleri ile İlköğretimin 5,6,7,8. Sınıflarında Kürtçe Seçmeli Ders hakkı, ne yazık ki, hala da yasal ve anayasal güvence ve garantilerden yoksundur. Bu üç adım da sadece birer genelge ile başlatılmışlardır.

Böylesi bir tablo içinde ’’Uluslar Arası Ana Dil Günü’’ daha bir anlam ve önem kazanmaktadır.

Kürt dili, Kürt milletinin varlığını bugüne kadar yürütmesinde en temel iskelet olarak,  millet olmanın esasını oluşturmuştur.

Dünya milletlerinin tecrübelerinin de ispatladığı gibi, bir milletin dili, en verimli, en sağlıklı ve en üretken zeminini kendi ülke toprakları üzerinde bir yaşam dili olarak yaşatılarak ve o milletin kendi ülkesinde kendisini yönetmesiyle yakalayabilmekte, sağlayabilmektedir. Bu anlamda Kürt dili de Kürt milletinin kendi ülke toprakları üzerinde bir yaşam dili haline getirilmesi ve Kürt milletinin bir siyasi statü ile kendisini yönetmesiyle en sağlıklı, verimli ve üretken zeminini yakalayabilir.

Ama Kürt milleti kendi ülkesinde siyasi, milli, coğrafik bir statüyle kendisini yönetme hakkını elde edinceye kadar; bugünden, ana dille eğitim hakkının yaşam bulması için ve Kürt dilinin maruz kalmış olduğu asimilasyon ve haksızlıklara karşı yapmamız gereken, yapabileceğimiz çok şey vardır.

Bu gerçekliği dikkate alarak, gelin 21 Şubat 2022’yi Kürt Dili için bir milada dönüştürelim, Kürt dili için yeni bir sayfa açalım diyorum.

Kürt siyasetçileri, aydınları, yazarları, sanatçıları, tüm din, mezhep, meslek ve iş alanlarından Kürtler, tüm Kürt aileler olarak; Kürt dilini sahiplenmeyi, Kürtçe konuşmayı, Kürtçe öğrenmeyi, Kürtçe öğretmeyi, amasız, fakatsız en başat görev ve sorumluluğumuz olarak kabullenip, uygulamak ve gerekli adımları atmak için, tüm imkanları seferber edelim.

Tüm Kürt, Kürdistan partileri, örgütleri, kurumları Kürtçeyi bilmeyen Kürt üyeleri için mutlaka özel kurslar açmalı ya da üyelerini bu tür kurslara yönlendirerek, Kürtçeyi öğrenmelerini sağlamalıdırlar.

Kürdistan’da ve Kürtlerin yoğun olarak yaşadıkları Türkiye’nin tüm metropol şehirlerinde,  belediyelerin,  sivil toplum kuruluşları, mesleki örgütler, vakıflar ve iş insanlarının, Kürtçe dil kursları açmaları, ücretsiz Kürtçe öğrenme kitapları sağlamaları; Kürtçe yazılan kitapların yaygın bir şekilde okunması, Kürtçe tiyatro, film vb. etkinliklerin daha geniş kesimlerce izlenmesi, Kürtçe müzik ve sanatsal ürünlerin daha yaygın bir şekilde topluma ulaşması   için destek sunmaları; çocuklara kreş açarak Kürtçe öğrenmelerini sağlamaları amacıyla geniş kapsamlı bir çalışma başlatalım.

Yaşamın her alanında,  Kürtçe bilenlerle kesinlikle başka bir dil ile konuşmayalım.

Kürdistan’daki Havaalanlarında ve Kürdistan’a sefer yapan uçaklarda Kürtçe anonsun da eklenmesi için güçlü bir kampanya başlatalım.

Kürdistan’daki tüm otel, restaurant ve kafeteryalarda Kürtçe tabelaların da asılması ve Kürtçe/Türkçe menünün de oluşturulması için geniş bir kampanya başlatalım.

Kürt,  Kürdistan partileri, örgütleri,  kurumları ve  Kürdistan’daki STK’lar, mesleki örgütler, basın-yayın kuruluşları,  televizyon ve radyolar olarak,  tüm açıklamalarımızı, program ve yayınlarımızı Kürtçe’nin her iki lehçesiyle(Kurmanci ve Kirmancki/Zazakî)  de yapmayı bir prensip kararına dönüştürelim. Elbette ki Kürtlerin yarısının Kürtçe bilmedikleri ve birlikte yaşadığımız Kürtler dışındaki diğer halkların varlığı da dikkate alındığında, Kürtçe’nin yanında Türkçe’nin de kullanılmasının bir gerçeklik olduğu da ortadadır.

Devletin her Kürt aileye Kürtçe öğrenme kitaplarını ücretsiz bir şekilde dağıtması için çok boyutlu bir kampanya ve çalışma başlatalım.

Tüm  Kürt milletvekilleriyle görüşüp, TBMM’de Kürtçe’nin “X Dil, Bilinmeyen Dil” olarak kayda geçmemesi,  Kürtçe konuşmalar esnasında mikrofonların kapatılmaması ve Kürtçe üzerindeki tüm yasal engel ve yasakların kaldırılması için önerge vermelerini, etkin bir çalışma başlatmalarını sağlamak için gerekli girişimlerde bulunalım.

Türkiye ve Kürdistan’da Kürtçe Seçmeli Ders için daha aktif bir çalışma yürütelim. Kürtçe seçmeli derslerin ana okulundan başlayarak üniversite bitimine kadar uygulanması için yoğun bir kampanya başlatalım.

Diaspora’da Kürtçe ders hakkı olan ülkelerde,  Kürt ailelerinin çocuklarını Kürtçe derse kaydetmeleri için kapsamlı bir çalışma yürütelim.

Ana dille eğitim uluslar arası hukukta ve Türkiye’nin imzalamış olduğu tüm uluslar arası sözleşme ve beyannamelerde kabul edilmiş en temel, meşru, evrensel bir haktır. Kürtçe ana dille eğitim hakkının tanınması, Kürtçenin resmi dil olması için ve bunların yasal, anayasal güvencelere kavuşturulması için tüm Kürtler olarak seferber olalım; bu amaçla, yürüteceğimiz en geniş kapsamlı çalışmalarla birlikte, Türkiye Devleti nezdinde ve uluslararası ölçekte tüm yasal, hukuksal imkanları kullanmak üzere Kürdistan’daki Baroların özel bir Komisyon kurarak, etkili bir çalışma başlatmaları için gerekli girişimlerde bulunalım.

Türkiye Devleti’nin resmi Olarak ‘’Kürt Dil Kurumu’nu’’ oluşturması için çok boyutlu bir çalışma başlatalım.

Kuzey Kürdistan ve Türkiye’de Kürt dili ile ilgili faaliyette bulunan tüm kurumların, derneklerin, inisiyatiflerin, vakıfların, dergi ve yayınların, Kürt Yayın Evleri’nin, siyasî parti ve örgütlerin Kürt Dili Komisyonlarının, dilbilimcilerin, yazar ve sanatçıların, sosyolog, ekonomist, eğitimcilerin, Baro ve diğer Mesleki Örgütlerin Kürt Dili Komisyonlarının, tek bir KÜRT DİLİ MECLİSİ’nde toplanmaları için gerekli adımları atalım. KÜRT  DİLİ MECLİSİ’nin yasal bir kurum olarak da kuruluşu için başvuru yapalım.

Kuzey ve Güney Kürdistan’daki halkımızın birbirlerini daha iyi anlayabilmeleri ve parçaların birbirlerinden daha çok haberdar olmaları için, Kürdistan Bölgesi Eğitim Bakanlığı’nın ilkokuldan başlayarak öğrencilere bir ders olarak, Latin harfleriyle Kürtçeyi öğretmeyi müfredatına alması için çalışmalar başlatılabilinir.

Kürt dili yüzyıllardır büyük haksızlıklara, mağduriyet ve zararlara uğradı. Bu mağduriyet ve zararların telafisi için güçlü bir devlet desteği çok önemlidir. Bu konuda Güney Kürdistan’daki Federe Yönetim büyük, tarihsel bir rol oynayabilir. KÜRT DİLİ MECLİSİ’nin bileşenleri, Güney Kürdistan’daki Kürdistan Bölge Parlamentosu, Başkanlığı, Hükümeti, Eğitim Bakanlığı ve Yüksek Öğrenim Bakanlığı ile görüşerek KÜRT DİLİ BAKANLIĞI kurulmasını ve dört parça ile dünyada Kürt dili (tüm lehçeleriyle) ile ilgili araştırma, arşiv, geliştirme, gramer, çalışmalarının sistematize edilmesi, finansmanı vb. ile ilgili tüm çalışmaların bu bakanlık tarafından koordine edilmesini önerebilir.

Birleşmiş Milletler ve Avrupa Birliği’nin Kürt dilini sahiplenmesi, koruması ve Kürt dili üzerinde tüm yasak ve engellerin ortadan kaldırılması, bu konudaki projelere finansal, diplomatik, desteklerin sunulması amacıyla sonuç alıcı bir tutum almalarının sağlanması için, öncelikle diasporadaki Kürt potansiyelinin öncülüğünde çok kapsamlı bir çalışma başlatalım.

Bütün bu görüş ve önerileri değerlendirmek ve bu çalışmaları organize etmek amacıyla, vakit kaybetmeden yukarıda dile getirmiş olduğumuz KÜRT DİLİ MECLİSİ’ni oluşturup, bir yol haritası ve çalışma programı belirleyerek, hemen adım atalım diyoruz.

Kürt dili ile ilgili bu hak ve özgürlüklerin kazanılmasında, bu adımların atılmasında en temel güvence ve aktör halkımızın kitlesel gücü ve iç ittifakıdır. Açıktır ki, başarı sağlamamız ve bu yolda mesafe kattetmemiz için, yasal, demokratik mücadele araç ve yöntemlerini sivil itaatsizlik anlayış ve eylemleriyle bütünlüklü yürütmemiz gerekmektedir.

21.02.2022

Mustafa Özçelik 

PAK Genel Başkanı

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *